Here Naverokê

Civatên Şahidên Yehowa Çawa Tên Meşandin?

Civatên Şahidên Yehowa Çawa Tên Meşandin?

 Di her civatekê de, komeke rîspiyan rêberiyê dike. Teqrîben 20 civat wek herêmeke xizmetê tên binavkirin. Rîspiyekî rêwî, yê ku wek çavdêrê herêmê tê naskirin, di wextên minasib de diçe ziyareta civatan.

 Rêberiya li gor Kitêba Pîroz ji aliyê Koma Rêberiyê ve tê tedarekkirin. Koma Rêberiyê ji Şahidên Yehowa yên bitecrûbe pêk tê. Ew niha li merkeza cîhanî ya Şahidên Yehowa li Warwickê, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, kar dike (Karên Şandiyan 15:23-29; 1. Tîmotêyos 3:1-7).