Here Naverokê

Nêrîna Kitêba Pîroz a li ser Hevberdanê

Nêrîna Kitêba Pîroz a li ser Hevberdanê

Cewaba Kitêba Pîroz

 Kitêba Pîroz tenê ji bo yek sebeb îznê dide ku jin û mêr hev berdin. Îsa Mesîh vî sebebî wisa anî zimên: “Kî ku ji zînayê pê ve bi sedemekî din jina xwe berde û yeke din bîne, zînayê dike” (Metta 19:9).

 Xwedê ji hevberdana xayîn nefret dike. Kesê ku bê sebeba bêexlaqiya cinsî jin yan mêrê xwe berdide, bi xisûsî ji bo ku bi kesekî din re bizewice, li ber Xwedê guneh dike (Maleyaxî 2:13-16; Marqos 10:9).