Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

“Hezkirin … bi Neheqiyê Şa Nabe”

“Hezkirin … bi Neheqiyê Şa Nabe”

Şagirtên Îsa Mesîh ên rastîn xîret dikin ku di hemû îşên xwe de hezkirinê nîşan bidin. Hezkirin “bi neheqiyê şa nabe” (1Kr 13:4, 6). Loma, em tiştên ku bi bêexlaqî û zordariyê ve girêdayî ne, red dikin. Wekî din, gava tiştekî xerab tê serê kesekî din – heta yê ku dilê me êşandibe jî – em şa nabin (Mtl 17:5).

LI VÎDEOYA BÎR NEKIN HIZKIRIN ÇI CÛREYÎ YE; DILÊ XWE LI NEHEQIYÊ ŞA NAKE (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Gava Dawid pêhesiya ku Saûl û Yonatan hatin kuştin, wî çi kir?

  • Dawid çawa şîna Saûl û Yonatan kir?

  • Dawid çima seba mirina Saûl şa nebû?