Here Naverokê

Here naverokê

Asa, Yehoşafat, Hîzkiya, Yoşiya

Bi Hemû Dilê Xwe ji Yehowa re Xizmet Bike

Bi Hemû Dilê Xwe ji Yehowa re Xizmet Bike

“Ya Xudan! Ez lava dikim, ka di bîra xwe de bîne, çawa bi rastiyê li ber te geriyam” (2. QRA. 20:3).

KILAM: 36, 54

1-3. Mirov çawa dikare ‘bi hemû dil’ ji Yehowa re xizmet bike?

JI BER KU em gunehkar in, em şaşiyan dikin. Lê eger em tobe bikin û li ser esasa qurbanbûna Îsa bi bawerî û dilnizmî nêzikî Yehowa bin, ew “li gor sûcên me bi me re nade û nastîne” (Zeb. 103:10). Ji xeynî vê, wek Dawid ji Silêman re gotibû, ji bo ku Yehowa xizmeta me ya rojane qebûl bike, gerek em jê re ‘bi hemû dil’ê xizmet bikin (1. Dîr. 28:9). Lê li gora ku em mirovên gunehkar in, em çawa dikarin vê bikin?

2 Ji bo cewaba vê pirsê, jiyana Asa Padîşah bi jiyana Amatsya Padîşah re muqayese bike. Her du padîşahên Cihûdayê li ber çavê Yehowa rastî dikir, lê Asa ev yek bi hemû dilê xwe dikir (2. Dîr. 15:16, 17; 25:1, 2; Mtl. 17:3). Her du padîşah jî gunehkar bûn û şaşî dikirin. Asa bi eslê xwe ji riya Xwedê derneket, çimkî ew bi hemû dilê xwe bi Xwedê ve girêdayî bû. Lê belê Amatsya ne bi temamî bi Yehowa ve girêdayî bû. Piştî ku wî dijminên Xwedê mexlûb kir, wî pûtên wan ji xwe re anî û ji wan re îbadet dikir (2. Dîr. 25:11-16).

3 Mirovekî ku ‘bi hemû dil’ ji Xwedê re xizmet dike bi temamî û heta bi hetayê bi Xwedê ve girêdayî dimîne. Di Kitêba Pîroz de, peyva “dil” bi gelemperî tê maneya hundirê mirov, yanî hemû daxwaz, fikir, xûy, helwest, qabîliyet, niyet û armancên wî. Mirovekî ku bi hemû dilê xwe ji Yehowa re xizmet dike durûtî nake. Ew tenê xuya nake wekî ku ji Yehowa re îbadet dike, lê bi rastî vê yekê dike. Eger em jî bê durûtî bi Xwedê ve girêdayî bimînin, meyê jî bi hemû dil ji Xwedê re xizmet kiribin (2. Dîr. 19:9).

4. Emê niha der heqê çi de şêwir bikin?

4 Ji bo ku em çêtir fehm bikin ku em çawa dikarin bi hemû dil ji Xwedê re xizmet bikin, emê niha der heqê serpêhatiyên Asa, Yehoşafat, Hîzkiya û Yoşiya de şêwir bikin. Wan her çi qas carinan şaşî dikirin jî, Yehowa ji wan razî bû. Xwedê ew çima wek kesên ku jê re bi hemû dil xizmet dikin qebûl dikir, û em çawa dikarin wan ji xwe re bikin nimûne?

DILÊ ASA BI YEHOWA RE YEK BÛ

5. Asa kîjan karên muhîm kir?

5 Piştî cihêbûna deh eşîrên bakur wek padîşahiya Îsraêl, Asa bû padîşahê sisêyan ê Cihûdayê. Asa di welatê xwe de pûtperestî hilda û mêrên ku di mabedê de fuhş dikir derxistin. Wî pîra xwe Maaka jî ji mertebeya padîşahiyê rakir, çimkî wê pûtekî mekrûh çêkiribû (1. Qra. 15:11-13). Wekî din, Asa ji xelkê xwe re got ku gerek ew “li Yehowa bigerin” û Qanûn û emrên bînin cih. Belê, Asa îbadeta rast bi pêş dixist (2. Dîr. 14:4, WDN).

6. Çaxa Hebeşî êrîşî welêt kir, Asa çi kir?

6 Di deh salên pêşîn ên padîşahiya Asa de selamet hebû. Lê paşê, Zerahê Hebeşî bi 1.000.000 leşker û 300 erebeyî ve êrîşî Cihûdayê kir (2. Dîr. 14:1, 6, 9, 10). Wê çaxê Asa çi kir? Wî bi baweriyeke tam ji Yehowa re dua kir (2. Dîrokan 14:11 bixwîne). Xwedê cewab da duaya Asa û ordiya Hebeşî helak kir (2. Dîr. 14:12, 13). Ji bo xatirê navê xwe, Yehowa carinan zafer dida padîşahên ku jê re dilsoz nediman (1. Qra. 20:13, 26-30). Lê Asa bi temamî pişta xwe da Xwedê, û Xwedê cewab da duaya wî. Rast e ku Asa paşê carinan tiştên bêaqil kir. Mesela, li şûna ku ji Yehowa alîkarî bixwaze, wî ji padîşahê Sûriyê alîkarî xwest (1. Qra. 15:16-22). Dîsa jî, fikra gelemperî a Yehowa ev bû ku ‘dilê Asa her tim bi Yehowa re yek bû’. Gelo em çawa dikarin Asa ji xwe re bikin nimûne? (1. Qra. 15:14).

7, 8. Tu çawa dikarî wek Asa ji Yehowa re xizmet bikî?

7 Gelo dilê me bi temamî bi Xwedê ve girêdayî ye? Gerek em vê yekê kontrol bikin û ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez qerardar im ku her tim daxwazên Yehowa bînim cih, aliyê îbadeta rast bigirim û xizmetkarên Xwedê ji hemû bandorên nepak biparêzim?” Bîne ber çavê xwe ku ji Asa re çi qas mêrxasî lazim bû ku ew li hemberî pîra xwe Maaka rabe! Bi îhtimaleke mezin, te kesekî ku bi qasî wî xerab e nas nekiriye, lê dibe ku dîsa jî lazim be ku tu xîreta Asa ji xwe re bikî nimûne. Mesela, eger meriv an dostekî te piştî gunehê tobe nekira û ji civatê bihata derxistin, teyê çi bikira? Gelo teyê dev ji hevaltiya wî berdaya? Dilê te wê ji te re bigota ku tu çi bikî?

8 Çaxa muxalefet çêdibe, tu dikarî wek Asa pişta xwe bidî Yehowa û wisa nîşan bidî ku dilê te bi Yehowa re yek e. Ji ber ku tu Şahidê Yehowa yî, dibe ku hevalên te yên li mektebê bi te dikenin. An jî dibe ku hevalên te li fîrmayê bi te dikenin ji ber ku tu tetîla xwe ji bo faeliyetên ruhî bi kar tînî û pir mesaî nakî. Eger wisa be, Asa ji xwe re bike nimûne û ji Xwedê re dua bike. Bi mêrxasî pişta xwe bide Yehowa û ji riya rast û bihîkmet dernekeve. Ji bîr neke ku Xwedê çawa alîkarî û qewet da Asa, Ewê qewet bide te jî.

9. Gava em mizgînê didin mirovan, em çawa dikarin nîşan bidin ku dilê me bi Yehowa yek e?

9 Xizmetkarên Xwedê tenê li menfaetên xwe nagerin. Asa îbadeta rast bi pêş dixist. Wek Asa, em jî alî mirovan dikin ku ew “li Yehowa bigerin”. Bîne ber çavê xwe ku Yehowa ji me çi qas razî dibe gava em ji cîran û kesên din re behsa wî dikin ji bo ku em jê pir hez dikin û dixwazin ku mirov heta bi hetayê di xêre de bin!

YEHOŞAFAT LI YEHOWA DIGERIYA

10, 11. Tu çawa dikarî ji Yehoşafat ders bigirî?

10 Yehoşafat “di rêya bavê xwe Asa de meşiya” (2. Dîr. 20:31, 32). Mîna bavê xwe, Yehoşafat alî xelkê xwe dikir ku ew li Yehowa bigerin. Ji bo vê, wî bernameyek çêkir ku kitêba Qanûna Yehowa li her derê bê elimandin (2. Dîr. 17:7-10). Wî heta zozanên Efrayîmê yên li herêma padîşahiya bakur a Îsraêl çû da ku ew xelkê berbi Yehowa vegerîne (2. Dîr. 19:4). Belê, Yehoşafat Padîşah “bi hemûya dilê xwe” li Yehowa digeriya (2. Dîr. 22:9).

11 Îro Yehowa dixwaze ku her kes nav û mexsedên wî bibihîze. Di vê yekê de, em gişt jî dikarin alîkariyê bidin. Gelo tu jî her meh Peyva Xwedê ji mirovan re dielimî û alî wan dikî ku ew ji Xwedê re xizmet bikin? Bi xîret û bi alîkariya Xwedê, dibe ku tu bi kesekî ku dixwaze Kitêba Pîroz bielimî rastî hev bêyî. Gelo tu ji bo vê armancê ji Xwedê re dua dikî? Gelo tu hazir î ku tu wexta xwe ji bo vê yekê xerc bikî? Wekî Yehoşafat çû herêma Efrayîmê ku ew alî mirovan bike ku ew vegerin ba Yehowa, em dikarin alîkariya kesên ku ji aliyê ruhî ve sist bûne bikin. Wekî din, kalên civatê diçin ba kesên ku ji civatê hatine derxistin, lê êdî dev ji gunehên xwe berdaye, û ji wan re rêberî dikin.

12, 13. a) Çaxa tirs ket dilê Yehoşafat, wî çi kir? b) Gerek em çima Yehoşafat ji xwe re bikin nimûne û qebûl bikin ku em sist in?

12 Yehoşafat mîna bavê xwe Asa ji Xwedê re dilsoz bû. Çaxa ordiyeke mezin hat ser wî, ew bi Xwedê ve girêdayî ma (2. Dîrokan 20:2-4 bixwîne). Rast e ku tirs ket dilê Yehoşafat, lê wî “dest bi lêgerîna XUDAN kir”. Di duaya xwe de, wî bi dilnizmî qebûl kir ku xelkê xwe li ber wan dijminan sist e û ew nizanin çi bikin. Yehoşafat bi temamî bi Yehowa bawer bû û got: “Çavên me li ser te ne” (2. Dîr. 20:12).

13 Carinan dibe ku em jî mîna Yehoşafat bitirsin û nizanibin çi bikin (2. Korn. 4:8, 9). Lê bîne bîra xwe ku di wî halî de Yehoşafat li ber xelkê ji Yehowa re dua kir û qebûl kir ku ew li hemberî dijminan çi qas sist in (2. Dîr. 20:5). Yên ku ji malbatên xwe re rêberiya ruhî dikin dikarin Yehoşafat ji xwe re bikin nimûne. Mesela, çaxa problem hebin, şerm neke û li ber malbata xwe ji Yehowa re dua bike ku ew alîkarî û qewetê bide we. Bi vî awayî, malbata te wê bibîne ku tu pişta xwe didî Yehowa. Wekî ku Xwedê alî Yehoşafat kiribû, ewê bêguman alî we jî bike.

HÎZKIYA TIŞTÊN RAST DIKIR

14, 15. Hîzkiya çawa nîşan da ku ew bi temamî baweriya xwe bi Xwedê tîne?

14 Hîzkiya Padîşah bi Yehowa ve girêdayî dima. Ew ne mîna bavê xweyî pûtperest bû. Hîzkiya “cîhên bilind rakir û kevirên çikandî şikestand û Aşera jêkir û marê tûnc, yê ku Mûsa çêkiribû perçe kir”, çimkî Îsraêliyan ew mar ji xwe re kiribû pût. Hîzkiya bi temamî bi Yehowa ve girêdayî dima û emrên ku Yehowa dabû Mûsa dianîn cih (2. Qra. 18:1-6).

15 Carekê împaratoriya Asûrê welatê Cihûdayê dagir kir û li ber helakkirina Orşelîmê bû. Padîşahê Asûrê Sanherîb ji Yehowa re meydan xwend û dixwest Hîzkiya bitirsîne da ku ew teslîm be. Lê belê Hîzkiya ji Yehowa re dua kir û bi temamî bawer bû ku Yehowa dikare wan bifilitîne (Îşaya 37:15-20 bixwîne). Xwedê bi ya duaya Hîzkiya kir û melekê xwe şand ku ew di şevekê de 185.000 Asûriyan bikuje (Îşa. 37:36, 37).

16, 17. Tu çawa dikarî di xizmeta te de Hîzkiya ji xwe re bikî nimûne?

16 Paşê, Hîzkiya di dereceya mirinê de nexweş ket. Di duaya xwe de, Hîzkiya ji Yehowa xwest ku ew bîne bîra xwe ku ew çawa ji Xwedê re dilsoz maye. Yehowa dîsa bi ya duaya wî kir û şîfa da wî (2. Qiralan 20:1-3 bixwîne). Kitêba Pîroz nîşan dide ku îro Yehowa bi mucîzeyan şîfa nade me û emrê me jî dirêj nake. Dîsa jî, em dikarin wek Hîzkiya wisa dua bikin: “Ez li ber te bi temamiya dilê xwe dilsoz mame”. Gelo tu bawer dikî ku Yehowa dikare û dixwaze qewet bide te çaxa tu nexweş dikevî? (Zeb. 41:3).

17 Ji xeynî vê, em çawa dikarin Hîzkiya ji xwe re bikin nimûne? Dibe ku gerek em dev ji tiştekî ku zerar dide dostiya me bi Xwedê re an jî ku me ji îbadeta rast dûr dixe berdin. Mesela, îro gelek mirovên vê dinyayê bi navgîniya medyaya sosyal hin mirovên meşhûr ji xwe re dikin pût. Bêguman hin şagirtên Îsa dilşad in ku ew dikarin bi alîkariya medyaya sosyal bi malbat û hevalên xwe re îrtibat deynin. Lê belê gelek mirovên dinyayê medyaya sosyal pir zêde bi kar tînin û kesên ku ew nas nakin jî taqîb dikin. Hinek jî ji bo temaşekirina resmên kesên wisa an jî ji bo xwendina der heqê wan de pir wext xerc dikin. Talûke ev e ku mirov dikare di nava tiştên bêfeyde de winda bibe. Wekî din, dibe ku şagirtekî Îsa qure bibe ji ber ku gelek kes ji nivîs û resmên wî hez dikin. Hinek jî dixeyidin gava yekî dev ji taqîbkirinê dike. Bi texmîna te, eger Pawlos an jî Akîla û Priskîla îro bijiyana, gelo wanê her roj wexta xwe ji bo şandina resman an taqîbkirina kesên vê dinyayê xerc bikira? Di Kitêba Pîroz de em dixwînin ku Pawlos “xwe bi tevahî da hînkirina peyvê”. Akîla û Priskîlayê jî wexta xwe ji bo elimandina “riya Xwedê” xerc dikir (Kar. 18:4, 5, 26). Gerek em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez dîqat dikim ku ez kesî ji xwe re nekim pût? Gelo ez ji bo tiştên bêfeyde çi qas wext xerc dikim?” (Efesî 5:15, 16 bixwîne).

YOŞIYA EMRÊN YEHOWA DIANÎN CIH

18, 19. Tu çawa dikarî Yoşiya ji xwe re bikî nimûne?

18 Nevîçirkê Hîzkiya Yoşiya Padîşah jî emrên Yehowa “bi hemûya dilê xwe” dianîn cih (2. Dîr. 34:31). Ji ciwaniye xwe ve, wî “dest bi lêgerîna Xwedayê bapîrê xwe Dawid kir”, û çaxa ew 20 salî bû, wî dest bi hildana pûtperestiya Cihûdayê kir (2. Dîrokan 34:1-3 bixwîne). Ji gelek padîşahên Cihûdayê zêde, wî daxwaza Xwedê bi xîret dianî cih. Dîsa jî, gava nivîsarên Qanûna Mûsa (dibe ku ew nivîsar, nivîsarên orîjînal ên Mûsa bûn) hatin dîtin, wî fehm kir ku gerek daxwaza Xwedê zêdetir bê kirin. Wî mirov teşwîq dikirin ku ew ji Yehowa re xizmet bikin. Loma jî, di dema Yoşiya de xelk ji riya Xwedê dernediket (2. Dîr. 34:27, 33).

19 Wek Yoşiya, wê baş be eger ciwan ji biçûktiya xwe ve li Yehowa bigerin. Dibe ku Manaşşe Padîşah piştî ku wî tobe kiribû ji neviyê xwe Yoşiya re behsa merhemeta Xwedê dikir. Ciwanno, hûn jî di malbat û civata xwe de bi kesên ku ji we mezintir in hevaltiyê bikin. Ewê ji we re bibêjin ku Yehowa ji bo wan çi qas qencî kir. Wekî din, ji bîr nekin ku dilê Yoşiya ji xwendina Nivîsarên Pîroz tesîr girt û ew wisa ket hereketê. Gava hûn Kitêba Pîroz dixwînin, dibe ku hûn jî bixwazin bikevin hereketê ji bo ku hûn dilşadtir bibin, dostiya xwe bi Xwedê re xurttir bikin û alî kesên din bikin ku ew jî li Xwedê bigerin (2. Dîrokan 34:18, 19 bixwîne). Çaxa hûn Kitêba Pîroz dixwînin, dibe ku hûn fehm bikin ku hûn çawa karibin xizmeta xwe zêdetir bi pêş bixin. Di vî îşî de Yoşiya ji xwe re bikin nimûne!

BI HEMÛ DILÊ XWE JI YEHOWA RE XIZMET BIKE

20, 21. a) Asa, Yehoşafat, Hîzkiya û Yoşiya çawa mîna hev bûn? b) Li meqaleya bê, emê der heqê çi de şêwir bikin?

20 Em ji çar padîşahên Cihûdayê, yên ku bi hemû dilê xwe ji Yehowa re xizmet dikir, çi dielimin? Her çar padîşahan jî mexseda Xwedê bi xîret dianî cih û bi temamî jê re dilsoz diman. Çaxa dijminên xurt li hemberî wan rabûn, wan pişta xwe dida Xwedê. Lê ya herî muhîm ev e ku wan bi dilekî paqij ji Yehowa re xizmet dikir!

21 Her çar padîşahan şaşî jî dikirin. Dîsa jî, gava Yehowa li wan dinêrî, wî didît ku dilê wan bi wî yek e. Em jî qisûrdar in. Gava Yehowa li me dinêre, gelo ew dibîne ku em bi temamiya dilê xwe jê re xizmet dikin? Li meqaleya bê, emê der heqê vê de şêwir bikin.