Here Naverokê

Here naverokê

Jiyaneke Xweş Gelekî Nêzîk e

Jiyaneke Xweş Gelekî Nêzîk e

Daxe:

  1. 1. Jiyana îro pir zor e.

    Ev bar pişta min dişkîne.

    Ez tim tînim ber çavê xwe

    ku cenet êdî saz bûye.

    (NEQERAT)

    Jiyaneke xweş li ber derî ye,

    siheta her kesî wê baş bibe.

    Jiyaneke xweş gelekî nêzîk e,

    ceneta li rûyê erdê wê pir bedew be!

  2. 2. Dengek nagihîje guhê min,

    çi qas zû çûye emrê min.

    Ez li hêv’ya wê demê me

    ku kul û derd wê tune be.

    (NEQERAT)

    Jiyaneke xweş li ber derî ye,

    siheta her kesî wê baş bibe.

    Jiyaneke xweş gelekî nêzîk e,

    ceneta li rûyê erdê wê çi qas bedew be!

    (PIR)

    Ez girtî û hêsîr im, bêhal im.

    Lê rojekê, ezê azad bim!

    (NEQERAT)

    Jiyaneke xweş li ber derî ye,

    siheta her kesî wê baş bibe.

    Jiyaneke xweş êdî pir pir nêzîk e,

    roj bi roj her tişt wê baştir be.

    (NEQERAT)

    Jiyaneke xweş li ber derî ye,

    siheta her kesî wê baş bibe.

    Jiyaneke xweş gelekî nêzîk e,

    Cenet wê bi rastî bedew be!