Derbazî serecemê

Gelo Îsa pê Bedena Fîzîkî yan Ruhanî Hate Saxkirinê?

Gelo Îsa pê Bedena Fîzîkî yan Ruhanî Hate Saxkirinê?

Caba Kitêba Pîroz

 Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî Îsa “aliyê bedenîda hate kuştinê, lê aliyê ruhanîda jiyînêra hate vegerandinê” (1 Petrûs 3:18; Karên Şandiya 13:34; 1 Korintî 15:45; 2 Korintî 5:16).

 Xeberên Îsa îzbat dikin wekî ew pê bedena fîzîkî, dêmek bi xûn û goşt nehate saxkirinê. Îsa got wekî ewî bedena xwe “bona jiyîna dinyayê” da, dêmek bona însanetê berva da (Yûhenna 6:51; Metta 20:28). Heger Îsa pê bedena xweye fîzîkî bihata saxkirinê, wî çaxî qurbanbûna wî wê boş-betal bûya. Ev yek ne dibû, çimkî Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî ewî “carekê bona her tim”, bedena xweye xûn û goşt kire qurban (Îbranî 9:11, 12).

Çawa şagirtên Îsa dikaribûn wî bidîtana, heger ew pê bedena ruhanî hate saxkirinê?

  •  Kesên ruhanî dikarin bikevin dilqê meriva. Mesele, berê meleka usa dikirin, û hela hê tevî meriva nan-av jî dixwarin (Destpêbûn 18:1-8; 19:1-3). Lê dîsa jî ewana kesên ruhanî bûn û dikaribûn dinya fîzîkî bihîştana biçûna (Hakimtî 13:15-21).

  •  Paşî saxkirinê Îsa çawa gelek melekên din, carna dikete dilqê meriva, lê ew dîsa jî kesê ruhanî bû û dikaribû xwe eyan kira û nişkêva betawebûya (Lûqa 24:31; Yûhenna 20:19, 26). Îsa cûre-cûre bedenên fîzîkîda xwe eyan dikir. Û car-cara hela hê hevalên wî jî ew nas nedikirin, lê tenê pê xeberdan û kirên wî serva diçûn wekî ew Îsa ye (Lûqa 24:30, 31, 35; Yûhenna 20:14-16; 21:6, 7).

  •  Îsa şagirtê xwe Tûmara, pê bedena fîzîkî, ser kîjanî ku birîn hebûn, xwe eyan kir. Îsa usa kir wekî baweriya Tûma qewî ke, çimkî ew dudilî dibû, wekî Îsa ji mirinê rabûye (Yûhenna 20:24-29).