Derbazî serecemê

Bîranîna Mirina Îsa

Şemiyê, 12 Nîsanê, Sala 2025

Her sal, Şedên Yehowa bîranîna mirina Îsa derbaz dikin, çimkî ewî temî da û got: “Vê yekê bona bîranîna min bikin” (Lûqa 22:19).

Ew we teglîfî ser vê qewimandinê dikin.

Pirsên Gelek Meriya

Çiqas wede ew bername dikişîne?

Ew bername wê weke sihetek bikişîne.

Kîderê wê bê derbazkirinê?

Seva vê înformasiyê tevî Şedên Yehowa têklî bin.

Gelo hatin peretî ye?

Na.

Gelo wêderê pere wê bê topkirinê?

Na.

Gelo kincxwekirin gerekê çi cûreyî be?

Şedên Yehowa guh didine prînsîpa ji Kitêba Pîroz, ku bi milûktî û bi qedir kinca xwe kin (1 Tîmotêyo 2:9). Ese nîne, wekî kincê te biha û mexsûs be.

Çi wê biqewime ser Bîranîna Mirina Îsa?

Ew civat wê destpêbe û xilaz be pê kilama, û yek ji Şedên Yehowa wê dua bike. Gotara Bîranîna Mirina Îsada wê bê şirovekirinê, ku çima mirina Îsa ferz e û çi kar em dikarin bistînin ji wê yekê, çi ku Yehowa û Îsa bona me kirin.

Seva hê zêde elametî bistînin, binihêrin gotara bi navê, “Çira Şedên Yehowa Êvara Bîranînê usa Derbaz Nakin, Çawa Rêlîgiyên Din?

Gelo Bîranînên din wê kengê derbaz bin?

Sala 2025: Şemiyê, 12 Nîsanê

Sala 2026: Pêşemê, 2 Nîsanê