Derbazî serecemê

Çima Îsa Mir?

Çima Îsa Mir?

Caba Kitêba Pîroz

Îsa mir, seva ku meriv baxşandina guna bistînin û bikaribin heta-hetayê bijîn (Romayî 6:23; Efesî 1:7). Xêncî vê yekê, Îsa bi mirina xwe îzbat kir, wekî meriv hela hê nava cêribandinên giranda jî dikare Xwedêra amin bimîne (Îbranî 4:15).

Werên em pêbihesin, wekî mirina merivekî çira usa ferz bû.

  1. Îsa bona “baxşandina guna” mir (Kolosî 1:14).

    Merivê pêşin Adem bêqisûr û bêgune hatibû efirandinê. Ewî bi hemdê xwe safî kir gura Xwedê neke. Neguhdariya Adem, yan jî gunê wî, ser hemû zuretên wî hukum bû. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Bi neguhdariya yekî gelek bûne gunekar” (Romayî 5:19).

    Îsa jî bêqisûr bû, lê ewî tu car gune nekir. Lema jî ewî karibû bibe “mecala baxşandina gunêd me” (1 Yûhenna 2:2). Ji bo neguhdariya Adem temamiya însanetê bû dîlê guna, lê mirina Îsa gunê wan hemû meriya temiz kir, yên ku baweriya xwe wî tînin.

    Em dikarin bêjin, wekî Adem temamiya însanetê firote gune. Lê Îsa bi rezedilî jîyîna xwe bona me berva da, hemûşk kirîn û niha em wîra dikevin. Lema jî “heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh, Yê Heq heye” (1 Yûhenna 2:1).

  2. Îsa mir “wekî her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wiye heta-hetayê hebe” (Yûhenna 3:16).

    Rast e Adem usa hatibû efirandinê, wekî heta-hetayê bijî, lê gune wî berbi mirinê bir. Bi saya Adem “gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (Romayî 5:12).

    Bi saya mirina Îsa, merivên ku baweriya xwe wî tînin ne tenê ji gune aza dibin, lê usa jî ji dîltiya mirinê. Kitêba Pîroz evê derecê usa şirovedike: “Wekî çawa gune bi mirinê hukum kir, usa jî kerema Xwedê bi rasthesabkirinê hukum bike, me bibe berbi jiyîna heta-hetayê bi saya Xudanê me Îsa Mesîh” (Romayî 5:21).

    Hemikî rojên meda jîyîna meriva dirêj nakişîne, lê dîsa jî Xwedê soz dide, wekî wê jîyîna heta-hetayê bide merivên rast. Usa jî wê meriva ji mirinê rake, wekî ewana jî ji qurbanbûna Îsa karê bistînin (Zebûr 37:29; 1 Korintî 15:22).

  3. Îsa yekî guhdar bû, “ewî xwe nimiz kir, heta mirinêra jî qayl bû” û usa îzbat kir, wekî meriv dikare aminiya xwe Xwedêra xwey ke, firqî tune ew rastî çi cêribandina jî bê (Fîlîpî 2:8).

    Beden û hiş-aqilê Adem kamil bûn, lê dîsa jî ew miqabilî Xwedê çû, çimkî ewî tiştekî usa xwest, çi ku wîra nediket (Destpêbûn 2:16, 17; 3:6). Wede şûnda dijminê Xwedê yê sereke, Mîrê-cina, got wekî tu kes wê Xwedêra amin nemîne, îlahî hergê emirê wî bikeve bin qeziyê (Îbo 2:4). Lê merivê kamil, Îsa, gura Xwedêda ma û hela hê jî ber mirina bi sosretî û cefa aminiya xwe wîra xwey kir (Îbranî 7:26). Bi wê yekê hate îzbatkirinê, wekî meriv dikare aminiya xwe Xwedêra xwey ke, firqî tune rastî çi çetinaya û cêribandina jî bê.

Pirsên derheqa mirina Îsa

  • Îsa çima gerekê bi çerçirandin û mirinê însanet xilaz kira? Gelo Xwedê nikaribû cezakirina bi mirinê bida hildanê?

    Qanûna Xwedêda tê gotinê, wekî “maşê gune mirin e” (Romayî 6:23). Adem ew qanûn zanibû, çimkî Xwedê wîra gotibû, ku axiriya neguhdarîkirinê mirin e (Destpêbûn 3:3). Çaxê Adem gune kir, Xwedêyê ku “xweyê gotina xwe” ye, sozê xwe anî sêrî (Tîto 1:2). Adem ne tenê gune derbazî ser zuretên xwe kir, lê usa jî mirin.

    Rast e însaneta gunekar hêjayî mirinê ye, lê dîsa jî Xwedê “ji dewlemendtiya kerema” xwe meriv kerem kirin (Efesî 1:7). Ewî safî kir bi saya qurbanbûna Îsa însanetê ji gune û mirinê bikire, û evê yekê heqî û remtiya wî da kifşê.

  • Îsa kengê mir?

    Îsa roja Cejina Derbazbûnê nîvro nêzîkî “siheta sisiya” mir, dêmek weke neh sihet paşî rohilatê (Marqos 15:33-37). Ew roj li gora salnameya me Înî, 1 Nîsanê, sala 33 D.M. bû.

  • Îsa kîderê mir?

    Îsa ser “wî ciyê ku jêra ‘Ciyê Qaf’ digotin, bi îbranî ‘Golgota’” kuşt in (Yûhenna 19:17, 18). Wedê berê ew cî ji Orşelîmê der bû (Îbranî 13:12). Diqewime, ev bilindcî bû, çimkî Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî çaxê Îsa dardadikirin, meriva “dûrva li vê yekê dinihêrîn” (Marqos 15:40). Îro em sed selefî nikarin bêjin ku Golgota kîderê ye.

  • Îsa çawa mir?

    Gelek bawer dikin, wekî Îsa ser xaç darda kiribûn. Lê Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Ewî gunêd me bedena xweda rakirine ser darê” (1 Petrûs 2:24). Nivîskarên Kitêba Pîroz, bona şirovekirina mirina Îsa du xeberên Yûnanî “staûros” û “ksîlon” dane xebatê. Hine zandar dibêjin, wekî ew xeber têne hesabê dar yan stûn.

  • Çawa gerekê mirina Îsa bînin bîra xwe?

    Êvara Cejina Derbazbûnê Îsa cejineke teze kifş kir û temî da şagirtên xwe: “Vê yekê bona bîranîna min bikin” (1 Korintî 11:24). Çend sihet şûnda Îsa kuşt in.

    Nivîskarên Kitêba Pîroz Îsa beramberî berxa Cejina Derbazbûnê kirine (1 Korintî 5:7). Cejina Derbazbûnê dianî bîra Îsraêliya azakirina wane ji dîltiyê. Hema usa jî Cejina Bîranîna Mirina Îsa Mesîh tîne bîra Mesîhiya, wekî ewana ji gune û mirinê hatine azakirinê. Cejina Derbazbûnê salê carekê, li gora salnemaya hîvê, 14 Nîsanê derbaz dikirin. Mîna wê yekê Mesîhî jî salê carekê Bîranîna Mirina Îsa derbaz dikin.

    Her sal bi mîlyona meriv Bîranîna Mirina Îsa li gora salnameya hîvê, 14 Nîsanê derbaz dikin.