Derbazî serecemê

Mixayîlê Serekmilyaket Kî ye?

Mixayîlê Serekmilyaket Kî ye?

Caba Kitêba Pîroz

 Mixayîl, yan jî hine rêlîgiyada ser wî dibêjin “Mixayîl Serekmilyaketê Pîroz”, ça tê kifşê ev derheqa Îsa Mesîh tê gotinê. Ev nav ser wî bû, pêşiya hatina wî ser erdê û paşê çûyîna wî ser ezmana. a Paşî mirina Mûsa, Mixayîl tevî Mîrê-cina kete hucetê derheqa ciniyazê wî. Usa jî ewî alî melekekî kir, wekî xebera Xwedê bigihîne Daniyêl pêxember (Daniyêl 10:13, 21; Cihûda 9). Navê Mixayîl tê hesabê “Kî mîna Xwedê ye?” û li gora navê xwe ew serwêrtiya Xwedê diparêze û tevî dijminên Xwedê şer dike (Daniyêl 12:1; Eyantî 12:7).

 Dîna xwe bidine vê yekê, ku çi îzbatî hene, wekî Mixayîl ev Îsa Mesîh ye.

  •   Mixayîl “serekê milyaketa” ye (Cihûda 9). Sernavê “serekmilyaket” usa jî tê hesabê “serokê meleka”, ya ku Kitêba Pîrozda tenê du cara hatiye xebitandinê. Kitêba Pîrozda ev xeber tenê yekanîda tê nivîsarê û tu car gelekanîda nehatiye xebitandinê. Ev yek îzbat dike, wekî ev tenê sernavê melekekî ye. 1 Têsalonîkî 4:16-da derheqa Îsayê saxkirî tê gotinê, wekî ew “bi dengê serekmilyaket û lêxistina boriya Xwedê ji ezmên bê xwarê”. Îsa wê “bi dengê serekmilyaket” derê, çimkî ew xwexa Mixayîl serekmilyaket e.

  •   Mixayîl serokê ordiya meleka ye. Kitêba Pîrozda, Eyantî 12:7-da tê gotinê, wekî “Mixayîl milyaketên xweva tevî ziyê şer kir”, dêmek tevî Mîrê-cina. Nava efrînên ruhanîda, Mixayîl yekî gelek qewat e, û ew tê navkirinê “yek ji serokên yekemîn” û “serokê mezin” (Daniyêl 10:13, 21; 12:1). Lêkolînkarê Kitêba Pîroz, Dêvî Oûn, ser hîmê wan sernava derheqa Mixayîl dibêje, wekî ew heye serokê ordiya meleka.

     Kitêba Pîrozda derheqa navek jî tê gotinê, yê ku fermanê dide ordiya meleka. Wêderê tê gotinê: “Xudan Îsa tevî milyaketên xweye zor ji ezmênva bi kûra êgir xuya be, wekî heyfê ji wan hilde” (2 Têsalonîkî 1:7, 8; Metta 16:27). Îsa Mesîh “yê ku çûye ezmên, li milê Xwedêyî rastê ye û milyaket, hukumet û qudretên ruhanî bin gura wîda ne” (1 Petrûs 3:21, 22). Wê gelek ecêbmayî bûya, hergê Xwedê du melek ça serok kifş kirana, yê ku wê hevdura biketana lecê, dêmek Îsa û Mixayîl. Diha logîkî ye, wekî ev sernav tenê ser kesekî ye.

  •   Mixayîl “wê wextekî tengasiyê” rabe, ya ku tu car tune bû (Daniyêl 12:1). Kitêba Daniyêlda xebera “rabe” gelek car hindava padşê tê xebitandinê, yê ku gerekê safîkirineke ferz bike (Daniyêl 11:2-4, 21). Îsa Mesîh, yê ku usa jî hatiye navkirinê ça “Xebera Xwedê”, ewê ça “Padşê Padşa” wê şixulekî ferz bike, dêmek ewê hemû dijminên Xwedê qir bike û cimeta Wî xwey ke (Eyantî 19:11-16). Ev yek wê biqewime wedê “tengasîke usa mezin . . . ku ji destpêbûna dinyayê heta niha mîna wê nebûye” (Metta 24:21, 42).

a Kitêba Pîrozda usa jî tê gotinê derheqa çend meriva, yên ku çend navê wan hebûn. Mesele, Aqûb usa jî dihate navkirinê Îsraêl, Petrûs dihate navkirinê Şimhûn û Tedayo dihate navkirinê Cihûda (Destpêbûn 49:1, 2; Metta 10:2, 3; Marqos 3:18; Karên Şandiya 1:13).