Derbazî serecemê

Çiqas Navên Xwedê Hene?

Çiqas Navên Xwedê Hene?

Caba Kitêba Pîroz

Tenê navekî Xwedê heye. Li ser zimanê Îbranî ev usa tê nivîsarê: יהוה û ser zimanê Kurmancî tê gotinê “Yehowa”. a Xwedê bi pêxemberê xwe Îşaya, got: “Ez XUDAN im [Yehowa, DT], navê min ew e” (Îşaya 42:8). Manûskrîptên Kitêba Pîroze kevinda, ev nav weke 7 000 cara hatiye nivîsarê. Dêmek navê Yehowa ji hemû sernavên wî û ji navên meriva, zêdetir hatiye nivîsarê. b

Gelo navên Yehowa dîsa hene?

Li gora Kitêba Pîroz, tenê navekî Xwedê heye. Lê usa jî gelek sernav ser wî têne gotinê, û her yek ji wan xeyset-hunurên wî eyan dikin. Jêrê çend mesele hatine dayînê.

Sernav

Rêz

Şirovekirin

Allah

(Tu ciya tune)

Xebera Erebiye “Allah” nav nîne, lê ew sernav e, ku tê hesabê “Xwedê”. Welgerandina Kitêba Pîrozda ser zimanê Erebî û hine zimanên dinda jî xebera “Allah” didine xebatê ça “Xwedê”.

Himzor

Destpêbûn 17:1

Qewata wî bêhesab e. Kitêba Pîrozda heft cara nivîsar e xebera Îbranîye “Êl Şad day”, çi ku tê hesabê “Xwedayê Himzor”.

Alfa û Omêga

Eyantî 1:8; 21:6; 22:13

Ew gilî gotin “Yê Pêşin û Yê Paşin” usa jî “Destpêbûn û Axirî” têne hesabê, wekî pêşiya Yehowa tu Xwedêyê Himzor tune bûye û paşê wî jî wê tune be (Îşaya 43:10). Alfa û omêga ew hene herfên pêşin û paşin elîfbeya Yûnanîda.

Yê ku Rojên Wî Kevin in

Daniyêl 7:9, 13, 22

Destpêka wî tune ye; ew timê hebûye. Dêmek ew pêşiya her tiştî û her kesî hebûye (Zebûr 90:2).

Efirandar

Îşaya 40:28

Hemû tişt ewî efirandiye.

Bav

Metta 6:9

Jîyîndar.

Xwedê

Destpêbûn 1:1

Ewê ku hêjayî hebandinê ye; Himzor e. Xebera Îbranî “Êlohîm”, gelekanîda tê xebitandinê, çi ku hukumetî û xeyset-hunurên Yehowa eyan dike.

Ew Xwedêyê xwedêya ye

Qanûna Ducarî 10:17

Ew himberî xudanên qelp, yên ku hinek meriv wana dihebînin, Xwedêyê hemû zorayê ye (Îşaya 2:8).

Mamoste

Îşaya 30:20, 21

Hînkirin û rêberiya kêrhatî dide (Îşaya 48:17, 18).

Hosteyê Himzor

Zebûr 149:2

Hemû tişt çêkirina destê wî ye (Eyantî 4:11).

Xwedêyê xwezilî

1 Tîmotêyo 1:11

Yekî şa û eşq e (Zebûr 104:31).

Ewê ku dua dibihê

Zebûr 65:2

Xwexa guh dide duayên wan, yên ku bi baweriyê wîra dua dikin.

Ezê Bibime Ew, Kê jî Bixwazim

Derketin 3:14, DT

Ew dikare bibe ew kê lazim e, seva ku qirara xwe bîne sêrî. Ew gilî-gotin usa jî hatiye welgerandinê ça “Ez Yê Heme”. Ew yek eyan dike mena navê Yehowa, ku rêza dinda nivîsar e (Derketin 3:15).

Kumreş

Derketin 34:14

Hebandina ku wîra dikeve tevî tu kesî paravenake. Ew sernav usa jî hatiye welgerandinê ça “pirsa hebandinêda hucetiyê teyax nakê” û “dewa dike, wekî tenê wî bihebînin”.

Padşayê her-heyî

Eyantî 15:3

Destpêk û xilaziya hukumetiya wî tune ye.

Xudan

Zebûr 135:5

Ew Axa ye; Xebera Îbranî “Adon” û “Adonîm”.

Xudanê Zor; Xudanê Ordiyan

Îşaya 1:9; Romayî 9:29, ÎM

Serokê ordiya meleka. Ev sernav “Xudanê Ordiyan” usa jî hatiye welgerandinê ça Xweyê ordiya û Xudanê ordiya ezmanî (Romayî 9:29).

Yê Herî Jorin

Zebûr 47:2

Ciyê lapî bilind digire.

Yê Herî Pîroz

Metelok 9:10

Ji hemû bînbera yê herî pîroz (nav-namûsiyêda temiz û bêqisûr).

Cêrker

Îşaya 64:8

Hukumtiya wî ser her merivekî û ser mileta, mîna hukumtiya cêrkere ser heriya sor (Romayî 9:20, 21).

Ewê ku dikire

Îşaya 41:14

Li ser hîmê qurbanbûn û kirîna Îsa, meriva ji guna û mirinê aza dike (Yûhenna 3:16).

Zinar

Zebûr 18:2, 46

Ew e cî-sitar û kaniya xilazkirinê.

Xilazkar

Îşaya 45:21

Ji qeziyê û qirkirinê aza dike.

Şivan

Zebûr 23:1

Bona xizmetkarên xwe xem dike.

Xudanê Hemû Zorayê

Destpêbûn 15:2

Hukumetiya wî bêsînor e; bi Îbranî Adonay.

Yê Bilind

Daniyêl 7:18, 27

Ewê ku pê qewata himzor e.

Nivîsarên Îbranîda navên Ciyada hatiye xebitandinê usa jî navê Yehowa

Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, wekî nava hine navê ciyada, navê Xwedê heye. Lê ev navên Xwedê nînin.

Navê cî

Rêz

Şirovekirin

Yehowa-îrê

Destpêbûn 22:13, 14

“Yehowa wê Bide”.

Yehowa-nîssî

Derketin 17:15

“Yehowa Ala Min e”. Yehowa Xwedê ye, cimeta kîjanî ku dikare alîkariyê û paristinê ji wî bistîne (Derketin 17:13-16).

Yehowa-şalom

Hakimtî 6:23, 24

“Yehowa Aştî ye”.

Yehowa-şamma

Hezeqêl 48:35

“Yehowa Wêderê ye”.

Çima gerekê navê Xwedê bizanibin û bidine xebatê

  • Bona Yehowa navê wî gelek ferz e, lema jî Kitêba Pîrozda ev bi hezara cara hatiye nivîsarê (Malaxî 1:11).

  • Îsa Mesîh, Kurê Xwedê hergav dida kifşê, ku navê Xwedê çiqas ferz e. Mesele ewî duayê xweda Yehowara got: “Navê te pîroz be” (Metta 6:9; Yûhenna 17:6).

  • Ewên ku derheqa Xwedê pêdihesin û navê wî didine xebatê, gava pêşin davêjin, ku tevî Yehowa dostiyê bikin (Zebûr 9:10; Malaxî 3:16). Ser wan meriya ev sozên Xwedê wê bêne sêrî: “Ew Min hiz dike, ezê jî wî xilaz kim, ezê piştovanê wî bim, çimkî navê min nas dike” (Zebûr 91:14).

  • Kitêba Pîroz dibêje: “Heger bi navêd din jî xwedê hebin, yan li erdê yan li ezmên, çawa bêhesab xwedê û bêhesab xudan hene jî” (1 Korintî 8:5, 6). Ji vê rêzê rind tê kifşê, wekî tenê navê Xwedêyê rast û tek Yehowa ye (Zebûr 83:18).

a Hine zandarên Îbranî safî kirin, wekî evî navî usa bêjin: “Yahweh”.

b Kitêba Pîrozda weke 50 cara ev nav kin hatiye nivîsarê: “Yah”. Ew forma kin usa jî dikeve nava xebera “Halêlûya”, çi ku tê hesabê “Hurmet kin Yah” (Eyantî 19:1).