Derbazî serecemê

Gelo Pere Kaniya Her Cûre Xirabiyê ye?

Gelo Pere Kaniya Her Cûre Xirabiyê ye?

Caba Kitêba Pîroz

Hemikî na. Kitêba Pîroz nabêje, wekî pere xirab e û hesab nake, ku hemû tiştên xirab rûyê perada pêşda tên. Ev gilî-gotina ku meriv didine xebatê “pere kaniya her cûre xirabiyê ye”, bi temamî ser hîmê Kitêba Pîroz nîne û dixalifîne. Bi rastî Kitêba Pîroz dibêje: “Perehizî kanîke her cûre xirabiyê ye” (1 Tîmotêyo 6:10).

 Kitêba Pîroz derheqa pera çi dibêje?

Kitêba Pîroz dibêje, ku hergê bi bîlanî pera bidine xebatê, ev dikare karê bîne û me xwey ke jî (Waîz 7:12). Xêncî vê yekê Kitêba Pîroz payê wan meriva dide, kî ku hindava merivên din merd e û pê pera komekê dide wan (Metelok 11:25).

Usa jî Kitêba Pîroz dibêje, ku hiş-aqilê xwe nedine ser vê yekê, wekî tenê pera qazanc kin. Ev dibêje: “Perehizî bira nava jiyîna weda cî negire û destêd weda çiqas heye, razî bin” (Îbranî 13:5). Dêmek em gerekê bi bîlanî pera xerc kin û pey hebûkê nekevin. Dewsê em gerekê razî bin bi van tişta çi ku jîyîna meda ferz in, mesele kinc û xurek (1 Tîmotêyo 6:8).

 Çima Kitêba Pîroz dibêje, wekî perehiz nîbin?

Merivên tima wê emirê heta-hetayê war nebin (Efesî 5:5). Menîk ev e, wekî timayî beramberî pûtparstiyê dibe (Kolosî 3:5). Meniya din ev e, ku çaxê merivê tima pey xwestinên xwe dikeve, ew gelek car prînsîpên Xwedê nayne sêrî. Metelok 28:20 dibêje: “Yê dilezîne dewletî be, bê bela namîne”. Merivên perehiz destpêdikin qaçaxtiyê bikin, meriva dişêlînin, meriva didizin û pera ji merivên wan diçopînin û hela hê meriva dikujin jî.

Dibeke jî merivên perehiz kirên vî cûreyî xirab nekin, lê yeke ev dikare ber bi kirên nerast bibe. Kitêba Pîroz dibêje: “Ewêd ku dixwazin dewletî bin, têne cêribandinê, dikevine teleka û gelek temêd axmax û ziyankar” (1 Tîmotêyo 6:9).

 Ji şîretên Kitêba Pîroz perava girêdayî, em çi karê dikarin bistînin?

Hergê em ji bo pera miqabilî normên Xwedê dernakevin, îsafa me wê temiz be û Xwedê jî wê ji me razî be. Ew merivên ku her tiştî dikin, wekî dilê Xwedê şa kin, Xwedê soz dide wan: “Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim” (Îbranî 13:5, 6). Ew derheqa merivên usa dibêje: “Ew meriv amin e, xweyê xêr û bereket e” (Metelok 28:20).