Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Ez Gerekê Çi Bikim Hergê Dê-Bavê Min Nahêlin Malperên Sosyalî Bidime Xebatê?

Ez Gerekê Çi Bikim Hergê Dê-Bavê Min Nahêlin Malperên Sosyalî Bidime Xebatê?

 Diqewime hemû hevalên te malperên sosyalî didine xebatê û ewana timê derheqa vê yekê xeber didin. Dibeke ewana hela hê qerfê xwe te dikin, çimkî malpera teye sosyalî tune ye. Vê derecêda tu çi gerekê bizanibî? Û çi tu dikarî bikî?

Tu gerekê çi bizanibî

 Tu tenê nînî. Gelek dê-bav nahêlin, wekî zarên wan malperên sosyalî bidine xebatê. Diqewime ev yek ji bo vê yekê ye, ku ewana difikirin wekî ser malperên sosyalî, ewana dikarin rastî wan tişta bên:

  •   dêprêsiya û nexweşiyên din yên êmosiyalîva girêdayî ne.

  •   pornografiya, sêkstîng û bêhurmetkirin.

  •   problêm û nefemdarî orta hevala.

 Gelek cahil safî kirin malperên sosyalî îda nedine xebatê. Wana xwexa têderxist, wekî ev yek diha ziyanê wanra dianî ne ku karê. Dîna xwe bidinê meselên cahila:

  •   Prîskîla têderxist wekî ew gelek wede ser malperên sosyalî xerc dike, dewsa ku ew wede ser diha tiştên ferz xerc ke.

  •   Cêrêmî xweş nedihat ev yek, ku ewî nikaribû kontrol kira tiştên necayîz, ku nişkêva ser malperên sosyalî derdiketin.

  •   Bêtanî texmîn kir ku ew gelek dîna xwe dide vê yekê, wekî merivên din çiva mijûl dibin.

 “Min safî kir malpera xweye sosyalî û malpera app temiz kim. Ez gelek şa me ku min ev yek kir, çimkî niha ez diha dîna xwe didime wan tişta, çi ku bona min ferz e”—Sîêra.

 “Min xweş nayê ev yek, ku ez dikarim malperên sosyalîva usa bême girêdanê wekî destpêkim ber xwe kevim hela meriv ser malpera min ça dinihêrin. Rast bêjim nehêsa bû malpera xweye sosyalî temiz kim, lê çaxê min ev yek kir min dilrihetî ser xwe texmîn kir. Dilê min niha diha rihet e”—Kêît.

Tu çi dikarî bikî?

 Qedirê safîkirina dê-bavê xwe bigire. Wanra bide kifşê, wekî tu îda mezin bûyî û hêrs nakevî ne jî dikî kute-kut, lê qedirê safîkirina wan digirî.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Axmax hemû hêrsa xwe dide der, lê yê serwaxt xweda zeft dike” (Metelok 29:11).

 Hinek dikarin tera bêjin, ku dizîkava malpera sosyalî xwera çêkî û ji dê-bavê xwe veşêrî. Lê ev yek wê nerast be! Hergê tu nehelal bî, ji bo vê yekê tu dikarî paşê ber xwe kevî û xwe neheq hesab kî. Usa jî ev yek dikare problêma pêşda bîne, çimkî hergê dê-bavê te pêbihesin, ewana wê îda nikaribin îtbariya xwe te bînin.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Em . . . dixwazin ku her tiştî rast bikin” (Îbranî 13:18).

 Safî ke. Mîna cahilên besa kîjana me jorê kir, diqewime cem te jî hene menî ji bo çi jî tu dixwazî malperên sosyalî nedî xebatê. Hergê tu divînî wekî xebitandina malperên sosyalî ser te xirab hukum dikin û te safî kiriye nedî xebatê bide kifşê ku ev yek ne tenê ji bo safîkirina dê-bava ye, lê çimkî te jî xwexa safî kiriye nedî xebatê. Lema jî hergê heval te pirs kin çima tu malperên sosyalî nadî xebatê, tê şermî nebî û ewana jî wê qerfê xwe te nekin bona vê yekê.

 Fikira sereke: Tevî dê-bavê xwe hevkariyê bike, wekî derheqa xebitandina malperên sosyalî hûn bêne ser nêtekê û safîkirina te mîna ya wan be. Çi jî hebe, tu dikarî bê malperên sosyalî bijîyî.