Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Asa, Yehoşefat, Hizqiya, Yoşiya

Bi Hemûya Dilê Xwe Yehowara Xizmet kin

Bi Hemûya Dilê Xwe Yehowara Xizmet kin

“Ya Yehowa, lava dikim, bîne bîra xwe, çawa ez bi aminî û bi hemûya dil li ber te digeriyam” (2 PADŞ. 20:3, DT).

KILAMÊN: 36, 54

1-3. Çi tê hesabê “bi hemûya dil” Yehowara xizmet kin? Meselê bînin.

EM GIŞK gunekar in û şaşiya berdidin. Lê em gelek ji Yehowa razî ne, ku ew “weke guneyêd me, serê me nake”. Ewî Îsa qurban kir seva gunên me bêne baxşandinê. Û hergê em milûk in û gunên xwe tînin rûyê xwe, Xwedê dibaxşînine me (Zeb. 103:10). Lê çawa ku Dawid gote Silêman, seva ku Yehowa xizmetiya me qebûl ke, em gerekê “bi hemûya dil” jêra xizmet kin (1 Dîr. 28:9). Lê gelo ça em merivne gunekar dikarin evê yekê bikin?

2 Seva ku caba vê pirsê bistînin, were em jîyîna Asa Padşa û Amatsya Padşa beramberî hev kin. Ev herdu padşa çi ku çevê Yehowada rast e ew yek dikirin, lê Kitêba Pîroz dibêje wekî Asa bi dil tiştên rast dikir (2 Dîr. 15:16, 17; 25:1, 2; Metlk. 17:3). Ewana herdu jî gunekar bûn û şaşî berdidan. Yeke Asa ji riya Xwedê derneket, çimkî ew bi hemûya dilê xwe Xwedêra amin bû. Lê Amatsya bi temamî Yehowara amin nîbû. Çaxê ewî dijminên Xwedê alt kir, ewî pûtên wan xwera hilda û serê xwe ber wan datanî (2 Dîr. 25:11-16).

3 Merivê ku “bi hemûya dil” Xwedêra xizmet dike, timê jêra amin dimîne. Xebera “dil” Kitêba Pîrozda gelek car tê hesabê ku meriv dilda yekî ça ne, dêmek xwestin, fikir, xeyset-hunur, fereset û nêtên wî çi ne. Merivê ku bi hemûya dil Yehowara xizmet dike, durû nîne. Ew bêhemdê xwe Yehowa nahebîne, lê bi xwestina xwe. Rast e em gunekar in, lê hergê em bi temamî Xwedêra amin bimînin, em dikarin bêjin wekî em bi hemûya dil Xwedêra xizmet dikin (2 Dîr. 19:9).

4. Emê niha derheqa çi şêwir kin?

4 Seva ku hê rind fem bikin çi tê hesabê bi hemûya dil Xwedêra xizmet kin, were şêwir kin serhatiya Asa û usa jî sê padşên Cihûdayê, Yehoşefat, Hizqiya û Yoşiya. Rast e ew her çar padşa gunekar bûn, lê wana bi hemûya dilê xwe Xwedêra xizmet dikirin, û Yehowa ewana qebûl dikirin. Lê gelo çira Xwedê hesab dikir wekî ewana bi hemûya dilê xwe jêra xizmet dikin, û em çida dikarin çev bidine wan?

DILÊ ASA BI TEMAMÎ TEVÎ YEHOWA BÛ

5. Asa wedê padşatiya xwe çi kir?

5 Paşî parevebûna padşatiya Îsraêla bakûrêye deh berekî, Asa Cihûdayêda padşê sisiya bû. Wedê padşatiya xwe, Asa pûtparistî da hildanê û berî wan mêra da, yên ku paristgehêda qavî dikirin. Ewî hela hê jî pîrika xwe Maaka ji textê padşatiyê rakir, çimkî ewê pûtekî heram çêkir (1 Padş. 15:11-13). Xêncî vê yekê, Asa cimeta xwe jî şîret dikir wekî Yehowa bigerin û Qanûn û temiya wî bînin sêrî. Belê, Asa hebandina rast pêşda dibir (2 Dîr. 14:4).

6. Asa çi kir çaxê Etiyûpî miqabilî Cihûdayê derketin?

6 Cihûdayêda wedê padşatiya Asa, deh salên pêşiyê edilayî hebû. Lê paşê Zerahê Etiyûpî bi 1 000 000 eskera û 300 ereba, miqabilî Cihûda derket (2 Dîr. 14:1, 6, 9, 10). Gelo hingê Asa çi kir? Ewî bi dilê sax Yehowara dua kir û ev çetinayî da destê Xwedê. (Bixûne 2 Dîrok 14:11.) Yehowa caba duayê Asa da. Xwedê qira ordiya Etiyûpiya anî û usa Asa wî şerîda serket (2 Dîr. 14:12, 13). Yehowa bona navê xwe cara alî padşên neamin jî dikir, seva ewana şerda dijmina alt kin (1 Padş. 20:13, 26-30). Lê çevê Asa timê destê Xwedê bû û lema Yehowa caba duayê wî da. Wede derbaz bû, Asa tiştên neaqilayî kir. Mesele, dewsa ku alîkarî ji Yehowa bixwesta, ewî alîkarî ji padşê Sûryayê xwest (1 Padş. 15:16-22). Lê yeke Yehowa didît wekî Asa heta xilaziya emirê xwe bi hemûya dil tevî wî bû. Gelo ça em dikarin çev bidine Asa? (1 Padş. 15:14)

7, 8. Hûn ça dikarin çev bidine Asa?

7 Her kes ji me dikare xwe bicêribîne, hela dilê me bi temamî Yehowara amin e yan na. Mesele, pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez timê gura Yehowa dikim? Gelo ez çi dikim seva hebandina rast û ruhaniya civatê temiz xwey kim?” Bifikirin derheqa serhatiya Asa. Ewî mêrxasiya gelek mezin da kifşê çaxê miqabilî pîrika xwe Maaka derket, ya ku diya padşa bû! Cara dibeke tu jî mîna Asa rastî derecên usa bêyî ku tera mêrxasî lazim bê. Mesele, bide ber çevê xwe, merivê teyî nêzîk yan jî hevalê te gune kiriye, lê gunê xwe nayne rûyê xwe û gerekê ji civatê bê derxistinê. Tuyê çi bikî, gelo tuyê dîsa tevî wî merivî hevaltiyê bikî? Gelo hingê dilê te wê te berbi çi hêlan ke?

8 Em jî mîna Asa dibeke rastî çetinaya bên. Mesele, diqewime pey me kevin û usa bê kifşê ku tê bêjî çare tune. Lê hergê em îtbariya xwe Xwedê bînin, emê bidine kifşê wekî dilê me bi temamî tevî wî ye. Dibeke mektebêda we dikenin, çimkî hûn Şedên Yehowa ne. Yan jî hevalxebatçî qerfê xwe we dikin, çimkî hûn ji ciyê xebatê rojên hêsabûnê (tatîlê) hildidin seva ku herine civata mezin, yan jî çimkî gelek car xebata zêde nakin. Wan derecada çev bidine Asa û Xwedêra dua bikin. Mêrxas bin, îtbariya xwe Yehowa bînin û berdewam kin tiştên rast bikin. Bîr nekin wekî Xwedê Asa qewî kir û alî wî kir, û Ew wê ese we jî qewî ke.

9. Em ça dikarin dilê Yehowa şa kin?

9 Asa tenê derheqa xwe nedifikirî, lê ewî merivên din jî hêlan dikir wekî bêne ser riya Xwedê. Em jî alî meriva dikin wekî ewana berbi Yehowa bên. Dilê Yehowa gelek şa dibe çaxê ew divîne ku em derheqa wî tevî meriva xeberdidin. Ew zane wekî em wî hiz dikin û dixwazin meriv xilaz bin, lema jî evê yekê dikin!

YEHOŞEFAT YEHOWA DIGERIYA

10, 11. Hûn çida dikarin çev bidine Yehoşefat?

10 Yehoşefat jî mîna bavê xwe Asa bû (2 Dîr. 20:31, 32). Yehoşefat jî alî cimeta xwe dikir, wekî Yehowa bigerin. Bona vê yekê, ewî cûre-cûre şeherada bi kitêba Qanûna Yehowa cimet hîn dikir (2 Dîr. 17:7-10). Ew hela hê jî çû padşatiya Îsraêlêye bakûrê, çiyayê Efrayîmê, seva cimetê vegerîne berbi Yehowa (2 Dîr. 19:4). Belê, Yehoşefat padşa “bi hemûya dilê xwe” Yehowa digeriya (2 Dîr. 22:9).

11 Yehowa dixwaze hemû meriv ser topa dinyayê derheqa wî pêbihesin. Vê yekêda em gişk jî dikarin alîkariyê bidin. Lê gelo te ev nêt daniye pêşiya xwe, wekî her meh Xebera Xwedê meriva hîn kî û wana berbi Xwedê bînî? Hergê tu dixwazî tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkî, tu bona vê yekê Xwedêra dua dikî? Gava tu aliyê xweda hemû tiştî bikî, Xwedê wê ese alî te bike wekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkî. Lê hergê kesek bixwaze wekî tu Kitêba Pîroz wî hîn kî, tu hazir î wedê xweyî aza xerc kî? Mîna Yehoşefat em jî dikarin alî wan xûşk-bira bikin yên ku ruhanîda sist bûne, wekî ewana vegerine bal Yehowa. Usa jî rûspî alî wan dikin yên ku ji civatê hatine derxistinê û dibeke kirên xweyî xirab terk dane.

12, 13. a) Çaxê tirs kete dilê Yehoşefat, ewî ça xwe da kifşê? b) Çira em gerekê çev bidine Yehoşefat?

12 Yehoşefat mîna bavê xwe Asa Xwedêra amin bû. Çaxê ordiya mezin û qewî hate ser wî şer, wî çaxî jî Yehoşefat îtbariya xwe Yehowa anî. (Bixûne 2 Dîrok 20:2-4.) Rast e hingê tirs kete dilê Yehoşefat, lê yeke ewî hewara xwe Yehowa anî. Duayê xweda ewî bi milûktî da rûyê xwe, wekî cimeta wî ber wan dijmina sist e û ew cimeta xweva nizanin çi bikin. Yehoşefat ev çetinayî da destê Yehowa û got: “Çevên me li ser te ne” (2 Dîr. 20:12).

13 Em jî diqewime mîna Yehoşefat nizanibin çi bikin wedê çetinaya û hela hê bitirsin jî (2 Korn. 4:8, 9). Lê bînin bîra xwe wekî wî halîda Yehoşefat ber cimetê Yehowara dua kir û got wekî ewana himberî dijmina çiqas sist in (2 Dîr. 20:5). Malxên malê, hûn dikarin vê yekêda çev bidine Yehoşefat. Mesele, çaxê hûn rastî çetinaya tên, şerm nekin ber neferên xwe Yehowara dua bikin, wekî ew alîkarî û qewatê bide we. Usa neferên we wê bivînin ku hûn qayîm îtbariya xwe Yehowa tînin. Xwedê alî Yehoşefat kir û wê ese alî we jî bike.

HIZQIYA TIŞTÊN RAST DIKIR

14, 15. Ça Hizqiya nîşan kir wekî bi temamî îtbariya xwe Xwedê tîne?

14 Hizqiya ew padşa bû ku xwe li Yehowa digirt. Ew mîna bavê xwe nîbû, yê ku serê xwe ber pûta datanî. Hizqiya “ciyên bilind rakir û kevirên çikandî şkênand û Aşera jêkir û merê tûnc, yê ku Mûsa çêkiribû perçe kir”. Ewî ew merê tûnc perçe kir, çimkî Îsraêliya serê xwe ber datanîn. Hizqiya bi temamî amin bû Yehowara, çimkî ewî berdewam dikir temiyên ku Yehowa bi Mûsa dabû, dianî sêrî (2 Padş. 18:1-6).

15 Carekê ordiya Aşûrayê ya mezin û qewat, dora Cihûdayê girtin û wana dane tirsandinê wekî wê Orşelîmê hilşînin. Padşê Aşûrê Sanherîb qerf Yehowa dikir û dixwest tirsa xwe bike dilê Hizqiya seva ew tesmîl be. Lê Hizqiya Yehowara dua kir û bawer dikir, wekî Yehowa wê bi qewata xwe wana xilaz ke. (Bixûne Îşaya 37:15-20.) Xwedê caba duayê wî da û milyaket şand, yê ku qira 185 000 Aşûra anî (Îşa. 37:36, 37).

16, 17. Hûn ça dikarin çev bidine Hizqiya?

16 Wede derbaz bû û Hizqiya usa nexweş ket ku ber mirinê bû. Ewî duada lavaya kir, wekî Yehowa bîne bîra xwe ku ew ça amin bû Jêra. Yehowa caba duayê wî da û lê qenc kir. (Bixûne 2 Padşatî 20:1-3.) Ji Kitêba Pîroz em zanin wekî îro Yehowa me bi keremet qenc nake û emirê me jî dirêj nake. Lê yeke, em dikarin mîna Hizqiya bawer bin wekî Yehowa wê alî me bike. Em jî dikarin Yehowara evî gilî bêjin: “Ya Yehowa, lava dikim, bîne bîra xwe, çawa ez bi aminî û bi hemûya dil li ber te digeriyam, DT”. Gelo hûn bawer dikin wekî Yehowa dikare û dixwaze alîkariyê bide we, hela hê jî çaxê hûn nexweş in? (Zeb. 41:3)

17 Dîsa çida em dikarin çev bidine Hizqiya? Diqewime em têderdixin wekî tiştek me ji Xwedê dûr dixe, yan jî hiş-aqilê me diçe ser tiştên mayîn, ne ku ser xizmetiyê. Mesele, îro gelek merivên vê dinyayê malperada meriva gelek bilind rûmet dikin. Ewana gelek wedê xwe xerc dikin ser întêrnêtê, û malperada tevî meriva dibine nas. Hinek jî, gelek wedê xwe xerc dikin, çimkî şiklên merivên navdar dinihêrin yan jî derheqa wan gelek dixûnin. Dibeke me xweş tê tevî malbeta xwe yan hevalên xweyî nêzîk pê întêrnêtê xeber din yan jî hevra binivîsin. Lê gelek xof e hergê em gelek wedê xwe xerc kin ser wan tişta. Hergê gelek meriv begem dikin tiştên ku em dikine malpera xweda, ew yek dikare me qure ke jî. Û hergê kesek ji malpera me derê, dibeke em bixeyîdin jî. Lê bi texmîna we, hergê Pawlos yan jî Priskîla û Ekîla îro bijîtana, qe wê wedê xwe xerc kirana, seva şiklên xwe bikirana malperada, yan jî întêrnêtêda înformasiya derheqa merivên vê dinyayê bigeriyana û bixwandana? Kitêba Pîrozda em dixûnin wekî Pawlos “bi xîret temamiya wextê xwe da hînkirina xeberê”. Priskîlayê û Ekîla jî wedê xwe xerc dikirin seva “hê rast riya Xwedê” meriva hîn kin (Kar. Şand. 18:4, 5, 26). Wê kêrhatî be hergê em pirsê bidine xwe: “Gelo ez meriva bilind dikim çawa merivên vê dinyayê dikin? Gelo ez çiqas wedê xwe xerc dikim ser tiştên neferz?” (Bixûne Efesî 5:15, 16.)

YOŞIYA TIMÊ TEMIYÊN YEHOWA DIANÎ SÊRÎ

18, 19. Çida hûn dixwazin çev bidine Yoşiya?

18 Nebîçirkê Hizqiya Yoşiya Padşa jî, “bi hemûya dilê xwe” temiyên Yehowa dianî sêrî (2 Dîr. 34:31). Ji cahiltiyêda ewî îda destpêkir Xwedê bigere, û çaxê ew bû 20 salî, ewî Cihûdayêda pûtparistî da hildanê. (Bixûne 2 Dîrok 34:1-3.) Yoşiya kirên rast dikir, çimkî dixwest dilê Xwedê şa kira. Dikarin bêjin wekî ji padşên Cihûdayê din, ewî hê zêde tiştên qenc kir. Carekê, nivîsarên Qanûna Mûsa hate dîtinê, kîjan ku diqewime nivîsara bi destê Mûsa bû. Çaxê ew Qanûn Yoşiyara hate xwendinê, ewî fem kir wekî gerekê hê zêde bike seva qirara Xwedê bi temamî bîne sêrî. Ewî cimet jî hêlan dikir wekî Yehowara xizmet kin. Lema jî, wedê Yoşiya cimet ji riya Xwedê dernediket (2 Dîr. 34:27, 33).

19 Diqewime Minaş Padşa, kalikê Yoşiya, jêra gilî dikir derheqa Xwedê û rema wî. Cahil jî dikarin çev bidine Yoşiya û hê nêzîkî Yehowa bin. Cahilno, malbetêda û civatêda hevaltiyê bikin tevî merivên emirda mezin. Hûnê qewî bin çaxê ewana wera gilî kin, ku Yehowa hindava wanda ça qenc bû. Usa jî, bîr nekin wekî xwendina Nivîsara, dilê Yoşiya girt û lema ew hêlan bû hê zêde guhastina bike. Çaxê hûn jî Kitêba Pîroz bixûnin, hûnê bixwazin hê dilê Xwedê şa kin û hûnê hê bextewar bin. Hin jî, hûnê dostiya xwe tevî Xwedê qewî kin, û usa jî alî merivên din bikin wekî bêne cem Xwedê. (Bixûne 2 Dîrok 34:18, 19.) Çaxê hûn Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, hûnê bivînin çida gerekê xizmetiya xwe hê baş kin û mîna Yoşiya guhastina bikin.

BI HEMÛYA DILÊ XWE YEHOWARA XIZMET KIN

20, 21. a) Çida her çar padşa mîna hev bûn? b) Gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

20 Hûn çi dikarin hîn bin ji çar padşên Cihûdayê, yên ku bi hemûya dilê xwe Yehowara xizmet dikirin? Ewana her çar jî bi xîret qirara Xwedê dianîne sêrî û bi temamî jêra amin bûn. Çaxê dijminên qewat miqabilî wana derdiketin, wî çaxî jî wana îtbariya xwe Xwedê dianîn. Lê ya lape ferz ew bû, ku wana bi dilê xweyî sax Yehowara xizmet dikirin.

21 Rast e ew her çar padşa gunekar bûn û şaşî berdidan, lê yeke Xwedê dilê wan didît û zanibû ewana wî hiz dikin. Em jî gunekar in, lê yeke dikarin bi hemûya dilê xwe Yehowara xizmet kin. Gotara dinda emê şêwir kin, ku ji şaşiyên wan padşa em çi dersê dikarin xwera hîn bin.