Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 25

Yehowa Wan Meriva Kerem Dike, yên ku Dibaxşînin

Yehowa Wan Meriva Kerem Dike, yên ku Dibaxşînin

“Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev” (KOLOSÎ 3:13).

KILAMA 130 Hevdu Bibaxşînin

VÊ GOTARÊDA *

1. Yehowa çi soz dide wan, yên ku tobe dikin?

 XÊNCÎ vê yekê ku Yehowa Efirandar, Qanûndar û Hakimê me ye, ew usa jî Bavê meyî dilovan e (Zebûr 100:3; Îşaya 33:22). Gava em gune dikin, lê ji dil tobe dikin, ew him dikare him jî dixwaze bibaxşînine me (Zebûr 86:5). Bi saya Îşaya pêxember, Yehowa bi dilgermî usa gotiye: “Heger sûcên we mîna qirmiz [sorê gevez] bin jî wê mîna berfê sipî bibin” (Îşaya 1:18).

2. Seva ku em tevî meriva edilayêda bin, gerekê em çi bikin?

2 Em gişk qisûrdar in, lema jî em dilê meriva carna bi gotin û kirên xwe dêşînin (Aqûb 3:2). Dîsa jî, heger em hîn bin wekî bibaxşînine hev, em dikarin tevî meriva edilayêda bin (Metelok 17:9; 19:11; Metta 18:21, 22). Gava em dilê hevdu bi şaşiyên biçûk dêşînin, Yehowa dixwaze ku em bibaxşînine hev (Kolosî 3:13). Heger Yehowa me “bi zêdebarî” dibaxşîne, gelo ne lazim e wekî em jî bibaxşînine hev? (Îşaya 55:7, ÎM).

3. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?

3 Vê gotarêda, emê bivînin ku merivên qisûrdar çawa dikarin çev bidine baxşandina Yehowa. Gelo em gerekê derheqa kîjan guna rûspiyara bêjin? Yehowa çira dixwaze ku em bibaxşînine meriva? Gelo em dikarin ji hine xûşk-bira, yên ku ji bo gunên kesên din gelek êş kişandine, çi hîn bin?

GAVA ŞEDEKÎ YEHOWA GUNEKÎ GIRAN DIKE

4. (a) Gava xizmetkarekî Yehowa gunekî giran dike, ew gerekê çi bike? (b) Gava kesekî gunekî giran kiriye, rûspî çi dikin?

4 Lazim e derheqa gunên giran rûspiyara bêjin. Derheqa hine ji van guna 1 Korintî 6:9, 10-da tê gotinê. Gava kesek gunekî giran dike, ew qanûna Xwedê diteribîne. Ew meriv gerekê him ji Yehowa baxşandinê bixwaze, him jî derheqa vê yekê rûspiyên civatêra xeber de (Zebûr 32:5; Aqûb 5:14). Gelo rola rûspiya çi ye? Tenê Yehowa dikare guna bi temamî bibaxşîne, û ew vê yekê li ser hîmê qurbana Îsa dike. * Lê Yehowa dixwaze wekî rûspî li gora Nivîsarên Pîroz têderxin hela kesê ku gune kiriye dikare civatêda bimîne yan na (1 Korintî 5:12). Lema jî, gerekê ewana ji xwe usa bipirsin: Gelo vî kesî bi hemdê xwe gune kir? Gelo kesê ku gune kiriye, pêşda ev nêt kiribû dilê xwe wekî xirabiyê bike? Gelo ewî berdewam dikir vî guneyî bike? Lê ya herî ferz ev e, gelo ew ji dil tobe dike yan na? Gelo îzbatî hene ku Yehowa baxşandiye wî? (Karên Şandiya 3:19).

5. Şixulê rûspiya çi karê dide civatê?

5 Gava rûspî tevî kesê ku gune kiriye xeber didin, nêta wan ev e ku safîkirineke usa bikin, ya ku îda ser ezmana hatiye safîkirinê (Metta 18:18). Gelo civat ji vî şixulê rûspiya çawa karê distîne? Ji alîkîva, kesên ku tobe nakin û dikarin zirarê bidin pezên Yehowa, ji civatê têne derxistine (1 Korintî 5:6, 7, 11-13; Tîto 3:10, 11). Ji aliyê dinva jî, dibeke kesê ku gune kiriye tobe bike û ji aliyê Yehowava bê baxşandinê (Lûqa 5:32). Rûspî bona kesê ku tobe kiriye dua dikin û ji Yehowa reca dikin wekî ew alî vî kesî bike, wekî ew ruhanîda dîsa qenc be (Aqûb 5:15).

6. Heger kesek ji civatê bê derxistinê, gelo ew dîsa jî dikare bê baxşandinê?

6 Mesele, çaxê wedê xeberdana tevî rûspiya ew gunê xwe tobe nake, ew gerekê ji civatê bê derxistinê. Heger ewî qanûnên welat teribandiye, rûspî wê wî ji ceza xwey nekin. Firqî tune ew tobe bike yan na, Yehowa îzinê dide wekî dewlet dîwana her kesî bike, yê ku qanûnê diteribîne, û wana ceza ke (Romayî 13:4). Dîsa jî, heger hişê wî kesê gunekar bê serê wî û ew ji dil tobe bike û xwe rast ke, Yehowa hazir e wekî gunê wî bibaxşîne (Lûqa 15:17-24). Gunê wî çiqas giran be jî, Yehowa dikare bibaxşîne wî (2 Dîrok 33:9, 12, 13; 1 Tîmotêyo 1:15).

7. Em çawa dikarin bibaxşînin kesê ku miqabilî me gune kiriye?

7 Çiqas baş e wekî em safî nakin hela Yehowa wê bibaxşîne kesekî yan na. Ew safîkirina wî ye, ne ku ya meriva. Lê tiştek heye ku gerekê em xwexa safî kin. Gelo ew çi ye? Carna, dibeke kesekî miqabilî me gunekî giran kiribe, lê paşê dibeke ew ji me baxşandinê bixwaze. Carna jî dibeke ew baxşandinê naxwaze. Dîsa jî, em dikarin bibaxşînine wî kesî û hêrsê dilê xweda xwey nekin. Heger ewî dilê me gelek êşandiye, dibeke bona vê yekê mera wext lazim be. Çend sal pêşda, jûrnaleke meda usa hatibû gotinê: “Gava tu dibaxşînî kesekî, ev yek nayê hesabê wekî tu çevê xwe ser gunê wî dadidî. Bona Mesîhiya baxşandin tê hesabê wekî em vê problêmê didine destê Yehowa. Hakimê heq yê temamiya gerdûnê Ew e, û ewê wexta rastda heqiyê bîne sêrî” (“Birca Qerewiliyê” ya 15 Îlonê, sala 1994). Gelo Yehowa çira dixwaze ku em bibaxşînin meriva, û her tiştî hîviya wîva bihêlin?

YEHOWA ÇIRA DIXWAZE KU EM BIBAXŞÎNIN MERIVA?

8. Rema Yehowa me hêlan dike ku em çi bikin?

8 Gava em dibaxşînin meriva, em nîşan dikin ku em rema Yehowa qîmet dikin. Metelokekêda, Îsa besa padşakî kir, yê ku deynekî mezin baxşandibû xulamekî xwe. Lê ev xulam hindava xulamekî din remtî neda kifşê, yê ku hine pere deyndarê wî bû (Metta 18:23-35). Gelo ev yek bona me çi ders e? Yehowa mîna vî padşê ji metelokê ye. Heger em ji dil rema Yehowaye mezin qîmet dikin, emê hazir bin ku bibaxşînin meriva (Zebûr 103:9). Gelek sal pêşda, jûrnala “Birca Qerewiliyêda” usa hatibû gotinê: “Em çiqas jî dibaxşînin merivên din, yeke ev tu car beramberî baxşandina ji Xwedê nabe, kîjan ku ser hîmê qurbana Mesîh ye”.

9. Yehowa hindava kêda rem e? (Metta 6:14, 15)

9 Heger em dibaxşînin kesên din, Yehowa jî wê bibaxşîne me. Yehowa rem e hindava kesên dilrem (Metta 5:7; Aqûb 2:13). Duayê ku Îsa hîn kir, dîna me dikişîne ser vê yekê (Metta 6:14, 15 bixûne). Çend qirna pêşda, heta ku Îsa hate ser erdê, Yehowa nîşanî xizmetkarê xweyî amin Îbo kiribû, wekî baxşandin çiqas ferz e. Gotinên Elîfaz, Bîldad û Zofar dilê Îbo gelek êşandibûn. Dîsa jî, Yehowa wîra got wekî ew bona wan dua bike. Paşî ku Îbo ev yek kir, Yehowa ew kerem kir (Îbo 42:8-10).

10. Çira ferz e wekî em kînê ji dilê xwe derxin? (Efesî 4:31, 32)

10 Gava em kînê dilê xweda xwey dikin, em zirarê didine xwe. Kîn barekî giran e, û Yehowa dixwaze wekî em vî barî ser xwe bavêjin (Efesî 4:31, 32 bixûne). Ew mera usa dibêje: “Hêrs nekeve . . . bînteng nebe” (Zebûr 37:8). Ev yek bi rastî jî şîreteke bi bîlanî ye. Kîn dikare sihet-qewata me ça fîzîkîda usa jî psîxîkîda xirab ke (Metelok 14:30). Çawa ku kesek jerê vedixwe zirarê dide xwe, ne ku kesên din, bi vî cûreyî kesê ku kînê dajo, zirarê tenê dide xwe. Lê kesê ku dibaxşîne meriva, xwexa xwera karê tîne (Metelok 11:17). Heger em bibaxşînine meriva, edilayî wê bikeve dilê me û emê bikaribin bi dilekî rihet Yehowara xizmet bikin.

11. Kitêba Pîroz derheqa heyfhildanê çi dibêje? (Romayî 12:19-21)

11 Heyfhildan ya Yehowa ye. Gava kesek miqabilî me gune dike, Yehowa îzinê nade ku em heyfê hildin (Romayî 12:19-21 bixûne). Xwedê her tiştî divîne, lê em nikarin bivînin. Em gunekar in û her tiştî nizanin (Îbranî 4:13). Carna jî, êmosiyên me dikarin ser nihêrandina me hukum kin. Lema jî Aqûb ji bîna ber Xwedê usa nivîsîbû: “Hêrsa mêriv rastiya Xwedê nayne sêrî” (Aqûb 1:20). Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê heqiyê û dîwana rast bike.

Hêrsê ji dilê xwe derxe. Problêmên xwe bide destê Yehowa. Ewê hemû zirara ku seva gune pêşda hatiye, bide hildanê (Abzasa 12 binihêre)

12. Em çawa dikarin nîşan kin wekî em îtbariya xwe heqiya Yehowa tînin?

12 Gava em dibaxşînine meriva, em nîşan dikin ku em îtbariya xwe heqiya Yehowa tînin. Xwedê soz daye wekî wê hemû zirarê ku me ji bo gune standiye, bi temamî bide hildanê. Lema jî wê baş be ku em problêmên xwe bidine destê wî. Dinya tezeda, birînên êmosiyalî û derdên berê wê îda “neyên bîranîn û neyên ser hişa” (Îşaya 65:17, ÎM). Lê heger dilê me zef êşandine, gelo dibe wekî em kîn û hêrsê ji dilê xwe derxin? Were em binihêrin ku hine meriva ça karibûne vê yekê bikin.

ÇAXÊ EM DIBAXŞÎNIN EM KEREMA DISTÎNIN

13-14. Serhatiya Tonî û Xosê derheqa baxşandinê çi me hîn dike?

13 Gelek xûşk-birên me safî kirine, wekî bibaxşînin wan meriva, yên ku gelek dilê wan êşandine. Gelo wana ji vê yekê çi kar standiye?

14 Tonî, * yê ku Fîlîpînêda dijî, gelek sal pêşda heta ku bû Şedê Yehowa, pêhesiya wekî mêrekî bi navê Xosê birê wîyî mezin kuştibû. Hingê Tonî yekî zulm û zordar bû, û ewî dixwest heyfê hilde. Xosê seva gunê xwe kete kelê. Çaxê Xosê ji kelê derket, Tonî sond xwar ku ewê pey wî keve û wî bikuje. Ji bo vê yekê, ewî xwera çek kirî. Lê paşê Tonî tevî Şedên Yehowa destpêkir Kitêba Pîroz hîn be. Ew dibêje: “Gava min lêkolîn dikir, ez pêhesiyam ku gerekê jîyîna xwe biguhêzim û kînê ji dilê xwe derxim”. Wede şûnda, Tonî hate nixumandinê û paşê ça rûspî hate kifşkirinê. Rojekî, ewî bihîst ku Xosê jî bûye Şedê Yehowa! Gava ew rastî hev hatin, wana hevdu hemêz kir, û Tonî Xosêra got ku ew dibaxşîne wî. Axiriyêda, edilayî û şabûneke mezin kete dilê Tonî. Belê, Yehowa Tonî kerem kir, çimkî ew hazir bû bibaxşîne Xosê.

Serhatiya Pîtêr û Syûyê nîşan dike ku meriv dikare kîn û hêrsê ji dilê xwe derxe (Abzasa 15 û 16 binihêre)

15-16. Serhatiya Pîtêr û Syûyê derheqa baxşandinê çi me hîn dike?

15 Rojekê, sala 1985, Pîtêr û Syû çûbûne Oda Civatê. Gava ew wêderê rûniştî bûn, nişkêva odêda bombe teqiya. Mêrekî bombek danîbû hundurê Oda civatê. Syû qayîm birîndar bû, û heta roja îro ew rind navîne û nabihê. Usa jî, Syû îda nikare bînê hilde. Pîtêr û Syûyê gelek cara ji xwe dipirsîn: “Gelo kê dikare tiştekî haqas xirab bike?” Gelek sal şûnda, kesê ku bombe danîbû hate girtinê, ceza dane wî û ser temamiya emirê wî, ew kirine kelê. Gava Pîtêr û Syûyê pirsîn hela wana baxşandiye wî merivî yan na, wana usa got: “Yehowa mera dibêje ku heger em hêrs û kînê dilê xweda xwey kin, ev yek dikare sihet-qewata me û psîxîka me xirab ke. Lema jî me serê-sêrîda ji Yehowa alîkarî dixwest ku em kîn û hêrsê ji dilê xwe derxin û bi dilekî rihet bijîn”.

16 Gelo wanra hêsa bû ku bibaxşînine wî merivî? Carna na. Ewana dibêjin: “Car-cara, gava Syû ji bo sihet-qewata xweye xirab diçerçire, dîsa hêrsa me radibe. Lê em bi zêdeyî ser van tişta nafikirin, lema hêrsa me zû datîne. Em dikarin bi helalî bêjin, ku heger rojekê, ew mêrik bibe Şedê Yehowa, emê wî ça birê xwe qebûl kin. Evê qewimandinê em hîn kirin, wekî prînsîpên Kitêba Pîroz bi rastî jî azayê tînin. Bi saya van prînsîpa me gelek aliyada azayî stand! Wexteke nêzîkda, Yehowa wê hemû zirara ku me standiye bide hildanê, û ev yek jî dilê me rihet dike”.

17. Serhatiya Mîrayê derheqa baxşandinê çi me hîn dike?

17 Gava Mîra bû Şeda Yehowa, ew îda mêrkirî bû, û du zarên wêye biçûk hebûn. Mêrê wê nehate ser riya rastiyê. Wede şûnda mêrê wê bênamûsî kir û lê hîşt. Mîra dibêje: “Gava mêrê min ez tevî du zara hîştim çû, mîna gelek kesên ku rastî mixenetiyê tên, ez jî şaşmayî mam. Min bawer nedikir ku ev yek hate serê min, ez xemgîn dibûm, min xwe sûcdar dikir û ez hêrs diketim”. Çaxê ewana ji hev qetiyan, êşa mixenetiyê ji dilê Mîrayê dernediket. Ew dibêje: “Dilê min gelek meha tevlihev bû û ez diçerçirîm. Hingê min fem kir, wekî ew hestên nêgatîv ser dostiya min tevî Yehowa û tevî kesên din, xirab hukum dikir”. Îro, Mîra dibêje ku ewê hêrsa xwe berdaye û xirabiyê mêrê xweyî berêra naxwaze, û hêviya wê heye ku rojekê ewê jî bibe dostê Yehowa. Mîra îda bona jîyîna xweye berê dilteng nabe. Ewê du zarên xwe tenê, ça xizmetkarên Yehowa mezin kirine. Îro Mîra tevî zarên xwe û malbetên wan, bi şabûnê Yehowara xizmet dike.

HEQIYA YEHOWA KAMIL E

18. Çira em dikarin bawer bin, ku Hakimê herî mezin Yehowa, wê dîwana herî baş bike?

18 Em çiqas şa ne ku cabdariya me nîne, wekî em dîwana meriva bikin. Hakimê mezin, Yehowa, wê xwexa vê yekê bike (Romayî 14:10-12). Yehowa ji me baştir zane ku çi rast e û çi na, û em dikarin bi temamî bawer bin, ku Ewê hertim li gora prînsîpên xweyî bêqisûr dîwanê bike (Destpêbûn 18:25; 1 Padşatî 8:32). Ew tu car neheqiyê nake!

19. Yehowa soz daye ku ewê çi bike?

19 Em hizreta wê rojê ne, gava Yehowa wê hemû ziyanên ku ji qisûrdariyê û gune tên, bide hildanê. Hingê hemû birînên meye fîzîkî û êmosiyalî wê îda qenc bin (Zebûr 72:12-14; Eyantî 21:3, 4). Emê wana îda neynin bîra xwe. Heta ku ev roja xweş bê, were em mîna Yehowa rem bin û bibaxşînine meriva!

KILAMA 18 Bona Qurbanê Razî ne

^ Yehowa hazir e bibaxşîne gunekarên ku tobe dikin. Em çawa Mesîhî, gerekê bibaxşînin wan meriva, yên ku dilê me dêşînin. Vê gotarêda, emê bivînin ku em dikarin kîjan guna xwexa bibaxşînin û derheqa kîjan guna em gerekê rûspiyara bêjin. Usa jî, emê bivînin ku Yehowa çira dixwaze wekî em bibaxşînine hev, û heger em usa bikin, emê çi kerema bistînin.

^ Binihêre “Birca Qerewiliyê”, ya 15 Nîsanê, sala 1996, “Pirsên Xwendevana”.

^ Hine nav vê gotarêda hatine guhastinê.