Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Qedirgirtin Hizkirina Xwedê Eyan Dike

Qedirgirtin Hizkirina Xwedê Eyan Dike

ÇAXÊ Îsa ser erdê bû, ewî bi temamî çev dida hunur û nihêrandina Bavê xwe. Ewî got: “Min qet tu tişt xweserîxwe nekiriye, lê Bavê çawa ez hîn kirime, ez usa xeber didim . . . ez her gav kirinên ku wî xweş tên, dikim” (Yûhenna 8:28, 29; Kolosî 1:15). Em çaxê pêbihesin ku Îsa çawa ne hindava jina, emê fem bikin wekî nihêrandina Xwedê hindava jinada ça ne û ew ji wana hîviya çi ye.

Çaxê zandarên Kitêba Pîroz Mizgînî lêkolîn dikirin, hatine ser vê nêtê, wekî nihêrandina Îsaye ser jina bi temamî cude dibû ji nihêrandina merivên wî wedeyî. Ew cudebûn çida bû? Gelo hînkirinên wî îro azayê didine jina?

Îsa Ça bû Hindava Jinada

Îsa bi çevê temiz ser jina dinihêrî. Hine serwêrên rêlîgiya Cihû difikirîn, wekî xeberdana orta mêra û jina tenê xwestinên necayîz pêşda tînin, dêmek wana berbi zinêkariyê dibin. Jin ça kaniya cêribandinê dihatine hesabê, lema jî îzina wan tune bû ber meriya tevî mêra xeberdana yan jî bê sergirêdan ji mal derketana. Lê Îsa mêr şîret kirin wekî xwestinên xweye bedenê kontrol kin, û dewsa ku jinara sînora daynin, qedirê wan bigirin (Metta 5:28).

Îsa usa jî got: “Kî ku jina xwe berde û yeke din bistîne, hindava wêda zinêkariyê dike” (Marqos 10:11, 12). Bi wan giliya Îsa înkar kir hînkirina rabîna, li gora kîjanê îzina mêr hebû “bona her menîkê” jina xwe berde (Metta 19:3, 9). Rabîna hîn dikir wekî tenê jin dikare hindava mêrê xweda neamin be. Hergê mêr bênamûsiyê bike, ew nedihate hesabê wekî ew hindava jina xweda neamin e! Komêntareke Kitêba Pîroz dibêje: “Çaxê Îsa da kifşê wekî mêr jî mîna jina gerekê xwe nav-namûsiyê bigirin, bi vê yekê qedirê jina bilind kir û nîşan kir wekî mêr gerekê qedirê wan bigirin”.

Ev hînkirina Îsa îro ser Mesîhiya ça hukum dike: Ser civatên Şedên Yehowa jin aza tevî mêra xeber didin. Ewana natirsin wekî mêr pê çevê xirab wana binihêrin yan jî xwe necayîz bidine kifşê, çimkî mêrên ku Mesîhî ne “pîra çawa diya xwe, kulfetên cahil çawa xûşkên xwe, weke şîrê helal” hesab dikin (1 Tîmotêyo 5:2).

Îsa wede didît wekî jina hîn ke. Rabîna hîn dikir wekî necayîz e jin hîn bin, lê Îsa jin hîn dikirin û hêlan dikir wekî ewana fikirên xwe bêjin. Çaxê Îsa payê Meryemê da wekî ew dixwaze ji wî hîn be, ewî bi vê yekê da kifşê wekî borcê jina ne tenê şixulê nav malê ye (Lûqa 10:38-42). Merta xûşka Meryemê jî gelek kar stand ji hînkirina Îsa. Ew yek tê kifşê ji caba wê ser pirsa Îsa, çaxê birê wê Lazar miribû (Yûhenna 11:21-27).

Îsara hewas bû pêbihese nihêrandina jina. Heçî zef jinên Cihû difikirîn wekî ew jin e bextewar kîjan kurekî hêja dinê dixe, mesele pêxember. Carekê jinekê kire gazî û gote Îsa: “Xwezî li wî betinî, ku tu xweda xweykirî!” Îsa gotinên wê pişt guhê xweva neavît, dewsê alî wê kir wekî ew fem bike tiştê diha baş çi ye (Lûqa 11:27, 28). Îsa jêra da kifşê wekî hê ferz e gura Xwedêda bin. Bi vê yekê ewî nîşan kir, wekî rola jinê ne tenê zaranîn e (Yûhenna 8:32).

Ev hînkirina Îsa îro ser Mesîhiya ça hukum dike: Civatên Şedên Yehowada kulfet dikarin aza caba xwe bidin. Mêrên cabdar, yên ku civatada hîn dikin, qîmet dikin xûşkên ruhanîda gihîştî, çimkî ewana him bi xeberdana xwe him jî bi kirên xwe qenciyê hîn dikin (Tîto 2:3). Ewana usa jî îtbariya xwe jina tînin wekî mizgîniya Padşatiyê bela kin (Zebûr 68:11; usa jî binihêre çargoşe “ Gelo Pawlos Qedexe kir, ku Jin Xeber din?”, ser rûpêla 9).

Îsa bona jina xem dikir. Wedê berê kura diha qîmet dikirin, ne ku qîza. Fikira wî cûreyî Talmûdêda jî hate nivîsarê: “Xwezî li merivê ku xweyê kura ye, lê wey li wî kêra qîz hate bûyînê”. Hine dê-bav qîz ça bargiranî hesab dikirin, çimkî bona wê mêr gerekê bigeriyana, cihêz top kirana, him jî ewana zanibûn ku çaxê ewana kal-pîr bin, qîz wê wanra nebe xweyî.

Îsa nîşan kir wekî jîyîna qîz ça jîyîna kur qîmet e. Ew yek hingê hate kifşê, gava Îsa ne ku tenê kurê jinebiyê ji Nayînê rakir, lê usa jî qîza Yayîro (Marqos 5:35, 41, 42; Lûqa 7:11-15). Çaxê Îsa kulfetek qenc kir, nav kîjanêda ku 18 sal “ruhê nexweşiyê hebû”, Îsa wêra got “qîza Birahîm”. Dêmek Îsa da xebatê gilî-gotina usa, kîjan ku nivîskarên Cihû nedidane xebatê (Lûqa 13:10-16). Bi van giliyên xwe Îsa qencî û qedirê xwe hindava vê kulfetê da kifşê, û nîşan kir ku ew ne tenê meriveke qîmet e, lê usa jî xweyê baweriya qewî ye (Lûqa 19:9; Galatî 3:7).

Ev hînkirina Îsa îro ser Mesîhiya ça hukum dike: Gilî-gotineke Asyayî dibêje: “Qîz mezin kî, ew mîna vê yekê ye ku baxçê merivekî din av dî”. Lê bavên Mesîhî, yên ku zarên xwe hiz dikin, wî cûreyî nafikirin. Ewana ça bona kura usa jî bona qîzên xwe wek hev xem dikin. Dê-bavên Mesîhî bona sihet-qewata hemû zarên xwe xem dikin, û her tiştî dikin wekî hemû zarên wan hînbûneke baş bistînin.

Îsa qedirekî mezin da Meryema Mejdelanî, ku derheqa saxkirina wî şandiyara bêje

Îsa îtbariya xwe kulfeta dianî. Çaxê dîwanên Cihûyada jin şedetî dida, şedetiya wê beramberî şedetiya xulam dikirin. Ûsivê Flavîûs, terîxzanê qirna yekê usa nivîsî: “Şedetiya jina gerekê hilnedin hesab, çimkî ewana hiş sivik û bêtalaş in”.

Lê nihêrandina Îsa bi rastî jî çiqas cude dibû. Ewî hema jinara cabdarî da, wekî ewana derheqa saxkirina wî şedetiyê bidin (Metta 28:1, 8-10). Rast e ew jinên amin bi çevê xwe dîtin ku Îsa ça hate kuştinê û definkirinê, lê yeke şandî baweriya xwe giliyên wan neanîn (Metta 27:55, 56, 61; Lûqa 24:10, 11). Lê ew yek ku Îsayî saxkirî pêşiyê kulfetara eyan bû, dide kifşê wekî ewana hêjayî vê yekê ne ku derheqa wî şedetiyê bidin (Karên Şandiya 1:8, 14).

Ev hînkirina Îsa îro ser Mesîhiya ça hukum dike: Civatên Şedên Yehowada mêrên cabdar bi qedir in hindava jinada û guh didine giliyên wan. Mêrên Mesîhî jinên xwe hurmet dikin û guh didine wan (1 Petrûs 3:7; Destpêbûn 21:12).

Xebitandina Prînsîpên Kitêba Pîroz Jina Bextewar Dike

Ewên ku prînsîpên Kitêba Pîroz tînin sêrî qedirê jina digirin û wana hurmet dikin

Mêrên ku çev didine Îsa Mesîh, hindava jinada xwe usa kifş dikin, çawa ku Xwedê serî sêrîda qirar kiribû, dêmek ewana qedirê wan digirin û azaya wan sînor nakin (Destpêbûn 1:27, 28). Mêrên Mesîhî tu car xwe ser jinara nagirin, ewana bi prînsîpên Kitêba Pîroz rêberî dibin, û her tiştî dikin seva ku jinên xwe bextewar kin (Efesî 5:28, 29).

Were dîna xwe bidin mesela kulfetekê, navê kîjanê Êlêna ye. Çaxê ewê destpêkir Kitêba Pîroz hîn be, ewê berbi bêremtiya mêrê xwe teyax dikir. Mêrê wê nav merivên usada mezin bû, bona kîjana ku qeyde bû qîza birevînin û zorbetî malbeteke tiştekî normal bû. Êlêna gilî dike: “Çi ku ez ji Kitêba Pîroz pêdihesiyam qewatê dida min. Min fem kir wekî heye kesê ku bona min xem dike, min hiz dike û qîmet dike. Ez difikirîm xwazil mêrê min jî destpêkira Kitêba Pîroz hîn be, hingê ewê hindava minda wê cûrekî mayîn bûya”. Xwestina Êlênayê hate sêrî, mêrê wê qayîl bû Kitêba Pîroz hîn be û wede şûnda hate nixumandinê û bû Şedê Yehowa. Êlêna dibêje: “Ewî îda xwegirtinê dida kifşê û vê yekêda meselekî baş bû. Û em hîn bûn hevdu bi dil bibaxşînin”. Gelo çi alî wan kir? Êlêna berdewam dike: “Bi saya prînsîpên Kitêba Pîroz ez texmîn dikim ku ez meriveke qîmet im û malbeta meda edilayî şên dibe” (Kolosî 3:13, 18, 19).

Xêncî vê meselê, meselên din jî hene. Bi mîlyona kulfetên Mesîhî bextewar in zewaca xweda, çimkî ewana û mêrên wan her tiştî dikin wekî pê prînsîpên Kitêba Pîroz bijîn. Nava xûşk-birên xweda ewana xwe rihet texmîn dikin, fikirên wan hildidin hesab û qedirê azaya wan jî digirin (Yûhenna 13:34, 35).

Mesîhî fem dikin ku ewana, ça jin usa jî mêr, gişk jî merivne gunekar in, dêmek efrînên Xwedê, yên ku “ber bayê betaliyê ketin”. Lê yeke ewana nêzîkî Xwedê Yehowa dibin, û bi saya vê yekê hêviya wan heye, ku “ji wê xulamtiya pûç aza bin û tevî azayî û rûmeta zarên Xwedê bin”. Rastî jî Xwedê çiqas hêviya baş dide ça jina usa jî mêra (Romayî 8:20, 21).