Derbazî serecemê

KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE

“Niha Ez Îda Nafikirim, ku Gerekê Dinyayê Biguhêzim”

“Niha Ez Îda Nafikirim, ku Gerekê Dinyayê Biguhêzim”
  • SALA BÛYÎNÊ: 1966

  • WELAT: FÎNLENDA

  • BERÊ: AKTÎVÎST

JÎYÎNA MINE BERÊ:

Ez ji biçûktayêda tebiyetê hiz dikim. Malbeta me timê ji şeher derdiket, çimkî mêşe û golên bedew, kîjan ku nêzîkî şeherê me Yûvaskyûl, Fînlenda Navend bûn, me xweş dihatin. Ez heywana jî gelek hiz dikim. Biçûktaya xweda, çaxê min kûçik û pişîk didîtim, min gelek dixwest wana hemêz kim! Gava ez mezin bûm û min didît, wekî gelek meriv hindava heywanada xirab in, dilê min dişewitî. Wede şûnda ez tevî teşkîletekê bûme yek, ya ku heywan diparastin. Û wêderê ez rastî merivên usa hatim, nihêrandina kîjana mîna ya min bû.

Me her tişt dikir, wekî heywana biparêzin. Mesele, me înformasiya derheqa heywana bela dikir û bi kom derdiketin derva, seva ku firotana tiştên ji çerm çêkirî, bidine sekinandinê û laboratoriyada ser heywana cêribandina nekin. Me hela hê teşkîleta xwe jî saz kir, ku heywana biparêzin. Em bona vê yekê miqabilî meriya derdiketin, lema jî gelek cara problêmên me tevî hukumetiyê çêdibûn. Çend cara ez hatime girtinê û dîwankirinê.

Ez ne tenê derheqa heywana xemgîn dibûm, lê ji bo problêmên dinyayê jî. Wede şûnda ez bûme endemê çend teşkîleta. Hinek ji wan ev bûn: “Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî” û “Aştiya Kesk”. Min pêda qewata xwe dida vê yekê, ku hemû aliyava piştgiriya wan bikim. Min usa jî mafê merivên kesîb, birçî û belengaz, diparast.

Lê hêdî-hêdî min fem kir, ku ji qewata min der e evê dinyayê biguhêzim. Rast e hine teşkîletên vî cûreyî dikaribûn problêmên biçûk safî kirana, lê problêmên mezin hê çetin dibûn. Minra usa dihate kifşê, tê bêjî zulmiyê temamiya dinyayê zeftî xwe kiriye, u xema kesekî nîne. Min texmîn dikir, ku îda nikarim tiştekî bikim.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST:

Çaxê min texmîn dikir ku ji qewata min der e tiştekî bikim, min destpêkir derheqa Xwedê û Kitêba Pîroz bifikirim. Wextekî Şedên Yehowa tevî min hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikirin. Hemikî min xweş dihat, ku ewana hindava minda qenc bûn û bona min xem dikirin, lê wî çaxî ez hazir nîbûm tiştekî jîyîna xweda biguhêzim. Lê îjar her tişt cûrekî mayîn bû.

Min Kitêba Pîroze xwe dît û destpêkir bixûnim. Ev ça bêjî melhem bû bona dilê minî birîndar. Min dît, ku Kitêba Pîroz hîn dike, wekî hindava heywanada qenc bin. Mesele, Metelok 12:10 dibêje, ku “dilê yê rast ser heywanê wî dişewite”. Min usa jî fem kir, wekî Xwedê problêmên însanetêda neheq nîne. Problêm diha zêde dibin, çimkî heçî zef meriv bê rêberiya Xwedê dijîn. Çaxê ez derheqa hizkirin û sebira Yehowa pêhesiyam, ev hunurên Yehowa gelek dilê min girt (Zebûr 103:8-14).

Hema wî çaxî min kûpona bona sifereşkirina kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” dît. Min derbêra ev kûpon tije kir, ku evê kitêbê dixwazim û şand. Zûtirekê du Şedên Yehowa hatin cem min û tevî min hînbûna Kitêba Pîroz destpêkirin. Min usa jî destpêkir herim ser civata Oda Civatada. Bi saya vê yekê, rastiya Kitêba Pîroz kûr dilê minda rûnişt.

Kitêba Pîroz alî min kir jîyîna xwe biguhêzim. Min terka cixarê û îçkevexwarinê da. Him jî min kincxwekirin û xeberdana xwe guhast, û usa jî nihêrandina xwe hindava hukumetiyê (Romayî 13:1). Berê bona min tu sînor tune bûn û min bi jîyîneke necayîz dijît, lê min jîyîna xwe guhast.

Minra diha çetin bû, nihêrandina xwe hindava hine teşkîleta biguhêzim kîderêda min kar dikir. Carekêra cem min nehate standinê. Pêşiyê min tirê, ku hergê ez terka wan teşkîleta bidim, ezê bibim nemam. Lê wede şûnda min fem kir, wekî tenê Padşatiya Xwedê dikare edilayê û hêviya rast bide însanetê. Lema jî min safî kir hemû qewata xwe bidime wê yekê, ku piştgiriya vê Padşatiyê bikim û alî meriya bikim, ku derheqa wî pêbihesin (Metta 6:33).

ÇI KAR MIN STAND:

Ez aktîvîst bûm, û lema jî min meriv li ser du para parevedikir, yên baş û yên xirab. Û ez hazir bûm miqabilî wan meriya şer kim, kîjan ku li gora nihêrandina min xirab bûn. Lê bi saya Kitêba Pîroz ez îda meriya nefret nakim. Dewsê ez dixebitim ku hizkirina Mesîhîtî hindava hemûyada bidime kifşê (Metta 5:44). Hizkirina min hindava wan vê yekêda tê kifşê, ku ez mizgîniya xêrê derheqa Padşatiya Xwedê bela dikim. Çaxê ez divînim ku ev şixul edilayî, şabûn û hêviya rast dide meriya, ez gelek dilşa dibim.

Hingêva ez hîn bûm îtbariya xwe Yehowa bînim û min rihetiya dil qazanc kir. Ez bawer im, ku Efirandarê me wê nehêle, wekî hergav qerfê xwe meriya û heywana bikin, û ku erdê meyî bedew, bê kutakirinê. Him jî ew ziyana ku meriva û erdê standine, Xwedê wê bi saya Padşatiya xwe bide hildanê (Îşaya 11:1-9). Ez şabûneke gelek mezin distînim ku rastiya Kitêba Pîroz zanim û dikarim alî meriya bikim, wekî baweriya xwe Xwedê bînin. Niha ez îda nafikirim, ku gerekê dinyayê biguhêzim.