Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 2

Kî ye Xwedayê Rast

Kî ye Xwedayê Rast

1. Çira em gerekê Xwedêra qulix kin?

Xwedayê rast ew e, kî ku hemû tişt efirandiye. Destpêbûn û xilazbûna wî tune ye (Zebûr 90:2). Xwedê heye kaniya wan mizgîniya, yên ku di Kitêba Pîrozda nivîsar in (1 Tîmotêyo 1:11). Ewî emir daye me, lema jî em gerekê tenê wîra qulix kin. Bixûne Eyantî 4:11.

2. Xwedê yekî ça ne?

Tu kesî ji meriya Xwedê nedîtiye, çimkî Xwedê ruh e û ew nayê dîtinê. Ev tê hesabê, ku cûrê emirê Xwedê ji cûrê emirê meriva bilindtir e (Yûhenna 1:18; 4:24). Lê yeke em dikarin hunurên Xwedê ji efirandinên wî bibînin û wî nas kin. Mesele, cûre-cûre kulîrk û êmîş, hizkirin û bîlaniya Xwedê didine kifşê. Çapên erd û ezman jî qewata Xwedê eyan dikin. Bixûne Rʹomayî 1:20.

Hê zef derheqa Xwedê em dikarin pêbihesin ji xwendina Kitêba Pîroz. Mesele wê derê tê gotinê, ku çi Xwedê xweş tê û çi na, usa jî tê gilîkirinê ku ew tevî meriva ça ne û çaxê merî qencî yan jî xirabiyê dikin ew çi dike. Bixûne Zebûr 103:7-10.

3. Gelo navê Xwedê heye?

Îsa Mesîh got: “Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be” (Metta 6:9). Rast e sernavên Xwedê gelek hene, lê tenê navekî wî heye. Di her zimanekîda, navê Xwedê cûrekî tê gotinê. Mesele li ser zimanê kurmancî, tê gotinê “Yahowa” yan jî “Yahweh”. Bixûne Derketin 3:15 (spartin).

Di gele welgerandinên Kitêba Pîrozda, navê Xwedê derxistine û dewsê sernavekî din nivîsîne, mesele Xwedê yan Xudan. Lê di Kitêba Pîroze orîjînalêda, ev nav weke 7 000 car hatiye nivîsarê. Çaxê Îsa Mesîh derheqa Xwedê merî hîn dikirin, ewî timê navê Xwedê meriyara eyan dikir. Bixûne Yûhenna 17:26.

Binihêre vîdêo Gelo navê Xwedê heye?

4. Gelo Xwedê me hez dike?

Mîna vî bavî, ku zara xwe hez dike, Xwedê xem dike wekî halê me heta-hetayê xweş be

Ew yek ku der-dorê me haqas zulmî û neheqî hene, tê hesabê, ku Xwedê bona me xem nake? Hinek dişirmîş dibin, ku Xwedê me dide cefê, seva ku me bicêribîne. Lê ev yek nerast e. Bixûne Aqûb 1:13.

Xwedê merî xelat kiriye bi qedirekî mezin, bi azaya bijartinê. Em gerekê bişêkirînin azabûna xwe, ku em dikarin xwexa bijbêrin Xwedêra qulix kin (Yêşûa 24:15). Lê heçî zef ji meriya dijbêrin xirabiyê bikin, lema jî îro neheqî haqas zêde dibe. Çaxê Xwedê haqas neheqî û zulmiyê dibîne, dilê wî dêşe. Bixûne Destpêbûn 6:5, 6.

Yahowa Xwedê bona me xem dike. Ew dixwaze, wekî em bextewar bin û di emirê xweda lezetê bibînin. Xwedê zûtirekê hemû zulma û wan kî ku vê yekê dike, wê kuta ke. Yahowa Xwedê wedelû dihêle ku neheqî biqewimin çimkî, meniya vê yekê heye. Derheqa vê meniyê emê di serê 8-da pêbihesin. Bixûne 2 Petrûs 2:9; 3:7, 13.

5. Ça em dikarin nêzîkî Xwedê bin?

Yahowa Xwedê me teglîf dike, wekî em nêzîkî wî bin, dêmek bi duakirinê tevî wî xeber din. Ew derheqa me her kesî başqe dişirmîş dibe (Zebûr 65:2; 145:18). Ew hazir e, bibaxşîne me. Carna bal me nayê standinê, wekî em usa bikin ça Xwedê dixwaze, lê ew timê dibîne hemû şixulên me, yên ku em dikin seva ku wî şa kin. Rast e em merivên gunekar in, lê bi rastiyê em dikarin nêzîkî Xwedê bin û heleqetiya xwe tevî wî xweyî kin. Bixûne Zebûr 103:12-14; Aqûb 4:8.

Yahowa emir daye me, lema jî em gerekê gişka zeftir wî hez bikin (Marqos 12:30). Heger tu hê zêde pêbihesî derheqa Yahowa Xwedê, û ça ew dixwaze usa bikî, bi vê yekê tuyê hizkirina xwe di hindava Xwedêda nîşan kî, û hê nêzîkî wî bî. Bixûne 1 Tîmotʹêyo 2:4; 1 Yûhenna 5:3.