Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê

Ev kitêb wê alî te bike, bidî ber çevê xwe wan serhatiya, yên ku terîxiyêda qewimî bûn, mesele destpêbûyî ji efirandinê, bûyîn û xizmetiya Îsa û heta hatina Padşatiyê.

Neme ji Koma Rêberiyê

Çawa ev kitêb dikarin bidine xebatê?

DERSA 1

Xwedê Erd û Ezman Çêkir

Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Xwedê erd û ezman çêkir. Çira Xwedê Îsa pêşiya hemû tiştî çêkir?

DERSA 2

Xwedê Mêr û Jina Pêşin Çêkir

Xwedê mêr û jina pêşin çêkir û wana kire baxçê Êdênê. Ewî dixwest, wekî ewana bibine malbeta pêşin û erd bikine cinet.

DERSA 3

Adem û Hêwayê Gura Xwedê Nekirin

Çida cude dibû baxekî nava baxçê Êdênêda? Çira Hêwa êmîşa ji baxê xwar?

DERSA 4

Hêrsketin Dikare Ziyanê Bîne

Xwedê qurbana Habîl qebûl kir, lê ya Qayîn na. Gava Qayîn ew yek dît, ew gelek hêrs ket û kirên zulm kir.

DERSA 5

Gemiya Nuh

Gava melek zewicîn ser wan jina yê ku ser erdê dijîtin, zarên zulm û terikî wanara hatine bûyînê. Zulmî her ciya bela bibû. Lê Nuh ji her kesa cude dibû, ew Xwedê hiz dikir û gura wî dikir.

DERSA 6

Heyşt Meriv yên ku ji Sêlavê Xilaz bûn

Baran 40 roj û 40 şev dibarî. Nuh û malbeta wî salek zêdetir gemiyêda bûn. Paşê Yehowa gote wan, wekî ewana dikarin ji gemiyê derên.

DERSA 7

Birca Babîlonê

Hine meriv safî kirin xwera şeher ava kin û navda birceke usa ava kin, ku bigihîje ezmana. Çira Xwedê nişkêva usa kir, wekî ewana destpêkirin xeber din ser cûre-cûre zimanên din?

DERSA 8

Birahîm û Serayê Gura Xwedê Kirin

Çira Birahîm û Serayê emirê xweyî baş guhastin, ser emirê koçiber, erdê Kenanêda?

DERSA 9

Kurê Hizret!

Çawa Xwedê, anî sêrî ew sozê ku dabû Birahîm? Piştî Îshaq, yan piştî Îsmayîl ew soz gerekê bihata sêrî?

DERSA 10

Jina Lût Bînin Bîra Xwe

Xwedê agir û kirkût ji ezman anî xwarê ser Sodom û Gomorayê. Çira ew şeher hate qirkirinê? Çira em gerekê jina Lût bînin bîra xwe?

DERSA 11

Cêribandina Baweriyê

Xwedê gote Birahîm: “Ji kerema xwe, kurê xweyî tayê tenê hilde bive şeherê Morîyayê, û ser çiyayekî wêderê kurê xwe bike qurban”. Çawa baweriya Birahîm hate cêribandinê?

DERSA 12

Mal û Milk Gihîşte Aqûb

Îshaq û Rêvêkara du kurên cêwî bûn, navê wan Esaw û Aqûb bû. Ji bo wê yekê, ku Esaw kurê pêşiyê bû ew gerekê hebûna bav bistanda. Seva tasa şorbê, çira ewî hebûna bav firote birê xwe?

DERSA 13

Aqûb û Esaw Hev Hatin

Çawa Aqûb ji melek keremê stand? Û çawa ewî edilayî tevî Esaw xwey kir

DERSA 14

Dîlê ku Xwedêra Amin ma

Ûsiv dikir ew çi ku rast e, lê dîsa jî rastî çetinaya dihat. Gelo çira?

DERSA 15

Yehowa Ûsiv Bîr Nekir

Rast e Ûsiv dûrî malbeta xwe bû, lê Xwedê vîra dida kifşê, wekî tevî wî ye

DERSA 16

Îbo Kê Bû?

Hela hê wedê çetin da jî, Îbo gura Yehowa dikir.

DERSA 17

Mûsa Safî Dike Yehowara Xizmet ke

Diya Mûsa bi cûrekî mexsûs wî vedişêre.

DERSA 18

Tûm bi Agir Dişixule

Çira tûm nedihate şewitandinê?

DERSA 19

Sê Belayên Pêşiyê

Ji bo babaxiya xwe Firewin û cimeta wî gelek çerçirîn, çimkî Firewin nedixwest xwestina Xwedê qebûl ke

DERSA 20

Şeş Belayên Din

Û çida ew bela cude dibin ji sê belayên pêşiyê?

DERSA 21

Bela Deha

Ew bela usa giran bû, wekî Firewinê qure sist bû û destê xwe berjêr kir

DERSA 22

Keremet Ber Bera Sor

Deh bela hate serê Firewin, lê gelo ew hate xweykirin ji keremeta Xwedê ya ku ber Bera Sor bû?

DERSA 23

Îsraêlî Soz Dane Yehowa

Ber Çiyayê Sînayê Îsraêlî sozekî mexsûs dane Xwedê

DERSA 24

Wana Sozê Xwe Neanîne Sêrî

Heta Mûsa Dehe Qanûn distand, cimet gunekî giran kir.

DERSA 25

Konê Pîroz bona Xizmetiyê

Nava konê mexsûsda sindoqa peymanê bû.

DERSA 26

Donzdeh Cesûs

Yêşû û Kaleb cude dibûn ji deh cesûsên din.

DERSA 27

Ewana Miqabilî Yehowa Derketin

Qorax, Datan, Abîram, û 250 merên din hilnedan hesab tiştekî ferz derheqa Yehowa.

DERSA 28

Kerê Bilam Xeber Dide

Ker ew yek didît çi ku Bilam nedidît.

DERSA 29

Yehowa Yêşû Dijbêre

Xwedê rêberiya wî cûreyî da Yêşû, ya ku dikare bona me jî kêrhatî be.

DERSA 30

Rexab Cesûsa Vedişêre

Dîwarên Erîhayê hûrdexweşî bûn. Rast e, dîwarê Erîhayê û dîwarê mala Rexabê yek bû, lê yekê dîwarê mala wê hûrdexweşî nebû.

DERSA 31

Yêşû û Cimeta Gîbonî

Yêşû ji Yehowa lava kir û got: “Bira ro neçe ava!” Gelo Xwedê xwestina wî anî sêrî?

DERSA 32

Rêberê Teze û du Kulfetên Mêrxas

Paşî mirina Yêşû, Îsraêlî destpêkirin serê xwe ber pûta daynin. Emirê wan çetin bû, lê alîkarî hat ji Barak, Debora û Yaêl!

DERSA 33

Rût û Nahomî

Du jin, mêrên kîjanî mirin, vegeriyane Îsraêlê. Jinek, bi navê Rût, simbila zeviyda top dikir û wêderê Bowaz, lê dît.

DERSA 34

Gîdeyon Midyana Alt Dike

Gava Midyana emirê Îsraêliya xirab kirin, ewana destpêkirin Yehowa lava kin, wekî alî wan bike. Çawa hine eskerên Gîdeyon karibûn 135 000 eskerên dijmina alt kin?

DERSA 35

Hanna Dua Dike ku Jêra Kur Bibe

Elkana tevî Hanna, Pênîna û zarên xwe diçe Şîlo, wekî konê pîrozda xizmet kin. Wêderê Hanna dua dikir, wekî jêra kur bibe. Salek şûnda jêra Samûyêl bû!

DERSA 36

Sozê Yeftah

Yeftah çi soz da û çira? Qîza Yeftah çi kir, gava sozê bavê xwe bihîst?

DERSA 37

Yehowa Tevî Samûyêl Xeber Dide

Du kurê Serekkahîn Elî konda xizmet dikirin ça kahîn. Ewana guh nedidane qanûnê Xwedê. Samûyêlê bçûk ji wana cude dibû. Êwarekî Yehowa tevî Samûyêl xeber da.

DERSA 38

Yehowa Qewatê Dide Şimşon

Xwedê qewat da Şimşon, wekî pêşberî Filistiya şer bike, lê gava Şimşon safîkirina nerast kir Filistiya wî girtin

DERSA 39

Padşê Pêşin Îsraêlêda

Xwedê hakima kifş kir bona Îsraêliya, lê wana xwest wekî padşê wan hebe. Samûyêl serê Şawûl rûn kir û wî kifş kir ça padşê pêşiyê, lê wede şûnda Yehowa Şawûl înkar kir. Gelo çira?

DERSA 40

Dawid û Golyat

Yehowa dijbêre Dawid, seva bibe padşê din Îsraêlêda, û Dawid nîşan kir ku çira ew jibartina baş bû

DERSA 41

Dawid û Şawûl

Çira Şawûl Dawid nefiret dikir, û çawa Dawid wê derecêda xwe dida kifşê?

DERSA 42

Yonatanê Mêrxas û Amin

Kurê padşê bû hevalê baş bona Dawid.

DERSA 43

Gunê Dawid Padşa

Safîkirina nerast gelek problêm pêşda tîne.

DERSA 44

Paristgeh bona Yehowa

Xwedê duakirina Silêman Padşa qebûl kir û wî kerem kir.

DERSA 45

Padşatî Dibe du Para

Gelek Îsraêlî terk dan Yehowara xizmet kin.

DERSA 46

Yehowa Eyan kir, wekî Ew e Xwedayê Rast

Kêye Xwedayê rast? Yehowa yan Bael?

DERSA 47

Yehowa Êlyas Qewat Dike

Çawa tu dişirimîş dibî, dikare ew qewatê bide te jî?

DERSA 48

Kurê Jinebî Hate Saxkirinê

Du kerem malekîda!

DERSA 49

Jin Padşe ya Zulm Hate Cezakirinê

Îzabêl usa kir, wekî mêrê bi navê Nabot bê kuştinê, seva wê yekê ku rezên tiriyê wî xwera hilde! Zulmiya wê û xirabiya wê ber çevê Yehowa nehate veşartinê.

DERSA 50

Yehowa Yehoşefat Xilaz Dike

Kengê miletê Cihûda orta welatê dijminada bûn Yehoşefat Padşê baş, Yehowara dua dikir.

DERSA 51

Seresker û Keçika Biçûk

Keçika Îsraêlî xanima xwera dibêje derheqa qewata Yehowa û axiriya keremetên wî

DERSA 52

Ordiya Yehowaye Agir

Çawa xulamê Êlîşa karibû bivîne, wekî ewana diha zêdene ne ku eskerên dijminên wan.

DERESA 53

Mêrxasiya Yehoyad

Serekkahînê amin pêşberî jin-padşa zulm derket.

DERSA 54

Yehowa Sebir da Kifşê Hindava Ûnis

Çawa pêxemberê Xwedê kete zikê mesiya mezin? Çawa ew derket ji zikê mesî? Çi cûre ders Yehowa da Ûnis?

DERSA 55

Melekê Yehowa Hizqiya Xwey kir

Dijminê cimeta Cihûya got, wekî Yehowa wê cimeta xwe xweyî neke, lê ew yek nerast bû!

DERESA 56

Yoşiya Qanûnê Xwedê Hiz Dikir

Yoşiya heyşt salî bû kengê destpêkir padşatiyê bike, û ewî alî cimetê dikir Yehowara xizmet kin.

DERSA 57

Yehowa Yêremya Şande Xizmetiyê

Rûspiyên Cihûdayê gelek hêrs ketin ji bo wê yekê, çi ku Yêremya got

DERSA 58

Wêrankirina Orşelîmê

Cimeta Cihûda berdewam dikirin serê xwe ber xudanên qelip daynin, lema jî Yehowa pişta xwe da wan.

DERSA 59

Çar Xort Yên ku Yehowara Amin man

Cahilên Cihûdayê bi dil safî kirin, hela hê padşatiya Babîlonêda jî Yehowara amin bimînin

DERSA 60

Padşatî Ya ku wê Heta-Hetayê Be

Daniyêl eyan kir ew xewna ecêb ya ku Nebûkedneser dît.

DERSA 61

Ewana Neketine Ser Çoka

Şedrak, Meşak û Abednego înkar dikin bikevine ser çoka ber heykela zêr, kîjan padşê Babîlonê çêkir.

DERSA 62

Xewn Derheqa Baxa Mezin

Xewna Nebûkedneser hema ser wî hate sêrî..

DERSA 63

Nivîsara ser Dîwêr

Kengê ew xeberên ecêb xuya bûn, û ew xeber çi têne hesabê?

DERSA 64

Daniyêl Çela Şêrada

Mîna Daniyêl, Yehowara her roj dua bike!

DERSA 65

Ester Cimeta Xwe Xilaz Dike

Rast e Ester ji welatê xerîb bû û êtîm bû lê bû jin-padşe

DERSA 66

Ezra Qanûna Xwedê Hîn Dike

Gava Îsraêlî guh dane Ezra, ewana sozekî mexsûs dane Xwedê.

DERSA 67

Dîwarê Orşelîmê

Nehemiya pêhesiya, wekî dijminên wan dixwazin hucûmî ser wan kin. Lê gelo ew çira netirsiya?

DERSA 68

Êlîzabêtêra Zar Dibe

Çira mêrê Êlîzabêt dibêje, wekî wê nikaribe xeberde heta zar bê bûyînê?

DERSA 69

Cibrayîl Meryemêra Eyan Dibe

Ewî elametiya usa gote wê, bi saya çi emirê wê hate guhastinê.

DERSA 70

Melek Bûyîna Îsa Elam Dikin

Şivanên, ku bihîstin ewê elametiyê, pêra-pêra rê ketin..

DERSA 71

Yehowa Îsa Xwey Dike

Padşê zulm dixwaze Îsa bikuje.

DERSA 72

Îsayê Donzdeh Salî

Çira dersdar paristgehêda ji Îsa ecêbmayî bûn?

DERSA 73

Yûhenna Rê Hazir Dike

Yûhenna mezin dibe wekî bibe pêxember. Yûhenna cimet hîn dike, wekî Mesîh tê. Çawa cimet xwe didane kifşê hindawa gotinên Yûhenna?

DERSA 74

Îsa Dibe Mesîh

Çira Yûhenna got, wekî Îsa Berxê Xwedê ye?

DERSA 75

Mîrê-cina Îsa Dicêribîne

Mîrê-cin sê cara Îsa dicêribîne. Ew sê cêribanidin çi cûreyî bûn? Çawa Îsa xwe da kifşê?

DERSA 76

Îsa ji Paristgehê Berî Bazirgana Dide

Çira Îsa pê qamçî heywana ji paristgehê derdixe û textê wan kê pere diguhêze veldigerîne?

DERSA 77

Kulfet Ber Bîra Avê

Çira kulfeta Samerî ecêbmayî ma, kengê Îsa ber bîra Aqûb xeberdanê tevî wê destpêkir? Çi bû ew tişt, çi ku Îsa gote kulfeta Samerî, lê pêşda tu kesîra negotibû

DERSA 78

Îsa Mizgîniya Padşatiyê Bela Dike

Şagirtên xwera ewî got, wekî bibine nêçîrvanên meriva. Îsa 70 şagirtên xwe hîn dikir, wekî ewana mizgîniya xêrê bela kin.

DERSA 79

Îsa Gelek Keremeta Dike

Meriv dihatine bal Îsa û alîkarî ji wî dixwestin, û ew wana qenc dikir. Ewî hela hê qîzika biçûk ji mirinê rakir.

DERSA 80

Îsa Donzdeh Şagirta Dijbêre

Bona kîjan şixulî ewî wana jibart? Nav wan tê bîra te?

DERSA 81

Xizmetkirina ser Çiyê

Îsa dersên qîmet dide, elaleta mezin.

DERSA 82

Îsa Hîn Dike Dua Bikin

Derheqa kîjan tişta Îsa got, wekî “berdewam kin bixwazin”?

DERSA 83

Îsa Hezara Têr Dike

Ew keremet çi me hîn dike derheqa Îsa û Yehowa?

DERSA 84

Îsa Ser Avêra Diçe

Bide hesabê xwe çawa şagirta xwe texmîn kirin, gava ew keremet dîtin?

DERSA 85

Îsa Roja Şemiyê Meriva Qenc Dike

Çira ne her kesîra xweş dihat, ew yek çi ku Îsa dikir?

DERSA 86

Îsa Lazar Sax Dike

Gava Îsa hêsirê Meryemê dît, hêsir çevê wî jî barîn. Lê zûtirek şabûn kete dilê wan.

DERSA 87

Şîva Paşin, ya Îsa

Îsa temiyên ferz da şagirtên xwe wedê şîva paşin

DERSA 88

Îsa Tê Girtinê

Cihûda Îsxeryotî eskera, yê ku pê şûr û dara ne, dibe Baxçê Gêtşemanî, wekî Îsa bide girtinê.

DERSA 89

Petrûs Îsa Înkar Dike

Çi qewimî heyata mala Qeyafa? Û çi qewimî hindurê mala Qeyafada?

DERSA 90

Îsa ser Golgotayê Dimire

Çira Pîlato îzin da, wekî Îsa bikujin?

DERSA 91

Îsa ji Mirinê Rabû

Çi tiştên ecêb diqewimîn, paşê kuştina Îsa?

DERSA 92

Îsa Dîsa Xwe Nîşanî Şagirta Dike

Îsa çi kir, wekî dîna şagirta ser xwe bikişîne?

DERSA 93

Îsa Vedigere Ezmana

Pêşiya çûyîna xwe ser ezmana Îsa hine rêberiyên ferz da şagirtên xwe.

DERSA 94

Şagirt Ruhê Pîroz Distînin

Çi keremet qewimî, gava ewana ruhê pîroz standin?

DERSA 95

Tu Tişt Nikaribû Wana Bida Sekinandinê

Serokên kahîna, kîjan Îsa dane kuştinê, niha dixwazin xizmetiya şagirtên wî bidine sekinandinê. Lê nikarin ew yek bikin.

DERSA 96

Îsa Şawûl Dijbêre

Şawûl dijminê Mesîhiya bû, lê hate guhastinê.

DERSA 97

Kornêlyo Ruhê Pîroz Distîne

Çira Yehowa Petrûs şande mala merivê necihû?

DERSA 98

Mesîhîtî Nava Miletada Bela Dibe

Pawlos û heval-ximetkarên wîye mîsîonêr xizmet dikin ciyên dûr.

DERSA 99

Nobedarê Kelê Rastiyê Qebûl Dike

Wê serhatiyêda rola cin, erdihej û şûr çi ye?

DERSA 100

Pawlos û Tîmotêyo

Du mêr çawa heval û xizmetkar gelek sal tevayî şixulkarî dikirin.

DERSA 101

Pawlos Dişînin Romê

Hemû rêwîtî gelek xof in, lê tu çetinayî nikarin şagirta bide sekinandinê.

DERSA 102

Xewn-Xeyalên Yûhenna

Îsa wîra çend dîtinoka derheqa axiriyê pey hev eyan dike.

DERSA 103

Bira “Padşatiya Te Bê”

Kitêba Yûhenna, Eyantî, nîşan dike, wekî wê çi guhastin Padşatiya Xwedê, bike ser erdê