Li Gora Metta 12:1-50

  • Îsa “Xudanê roja Şemiyê ye” (1-8)

  • Merivê destkişiyayî qenc dibe (9-14)

  • Xizmetkarê Xwedêyî delal (15-21)

  • Cin bi ruhê pîroz têne derxistinê (22-30)

  • Gunê ku nayê baxşandinê (31, 32)

  • Dar bi berên xwe tê naskirinê (33-37)

  • Nîşana Ûnis pêxember (38-42)

  • Gava cin vedigere (43-45)

  • Dê û birên Îsa (46-50)

12  Hingê roja Şemiyê* Îsa nava zeviyara derbaz bû. Şagirtên wî birçî bûn û destpêkirin simbilên genim biçinin û bixwin.  Gava Fêrisiya ev yek dît, Îsara gotin: “Binihêre! Şagirtên te vê yekê dikin, çi ku qedexe ye roja Şemiyê bikin”.  Ewî wanra got: “We nexwendiye Dawid çi kir, çaxê ew û yên tevî wî, birçî bûn?  Ne ew kete mala Xwedê û wana nanê pîroz xwar? Lê ew nan bona wî û yên tevî wî qedexe bû, çimkî ew tenê bona kahîna bû.  Yan jî we Qanûnêda nexwendiye, ku rojên Şemiyê, kahîn paristgehêda şixul dikin û dîsa jî bêsûc dimînin?  Lê ez wera dibêjim: Yekî ji paristgehê mezintir, vira ye.  Hergê we fem kira çi tê hesabê, ‘Ez remê dixwazim, ne ku qurbanê’, weyê kesên bêsûc sûcdar nekira.  Çimkî Kurê însên Xudanê roja Şemiyê ye”.  Çaxê Îsa ji wêderê çû, kete kinîşta* wan. 10  Wêderê merivek hebû, destekî wî kişiyayî bû. Wana ji Îsa pirsî: “Îzin e ku meriv roja Şemiyê nexweşa qenc ke?” Wana menî digeriya, wekî wî sûcdar kin. 11  Îsa wanra got: “Hergê pezeke we hebe û ev roja Şemiyê bikeve çelê, gelo kî ji we wê neçe û peza xwe dernexe? 12  Lê meriv ji pêz çiqas qîmettir e! Lema jî îzin heye, wekî roja Şemiyê qenciyê bikin”. 13  Paşê Îsa wî merivîra got: “Destê xwe dirêj ke”. Ewî jî destê xwe dirêj kir, û destê wî qenc bû. 14  Lê Fêrisî derketin derva û li hev şêwirîn, ku çawa wî bidine kuştinê. 15  Gava Îsa derheqa vê yekê pêhesiya, ji wêderê çû. Gelek meriv jî pey wî çûn, û ewî gişk qenc kirin. 16  Lê ewî sert temî da wan, ku derheqa wî nekine dengî, 17  wekî ev gotina Îşaya pêxember, bê sêrî: 18  “Va ye xizmetkarê min, kîjan ku min bijartiye, delalê min, yê ku bi dilê min e! Ezê ruhê xwe daynim ser wî, û ewê miletara eşkere ke, wekî heqî çi ye. 19  Ewê nekeve dewê, neke qîrîn, û tu kes wê dengê wî li meydana nebihê. 20  Ewê qamîşê ziyanketî neperçiqîne, û fitîla* ku dû dike netemirîne, heta ku heqiyê bîne. 21  Belê, hemû milet wê gumana xwe bidine ser navê wî”. 22  Hingê cinaketîkî kor û lal anîne bal Îsa. Û Îsa ew qenc kir, usa ku ewî him dît, him jî xeber da. 23  Temamiya elaletê zendegirtî ma û got: “Dibeke ev e Kurê Dawid?” 24  Gava Fêrisiya ev yek bihîst, gotin: “Ew tenê bi saya serwêrê cina Belzebûl, cina derdixe”. 25  Lê Îsa zanibû ku ewana çi difikirin û wanra got: “Her padşatiya ku nav xweda hatiye parevekirin, wêran dibe. Û her bajar û malbeta ku nav xweda hatiye parevekirin, wê nemîne. 26  Vî cûreyî, hergê Şeytan, Şeytan derdixe, wekî usa ne ew nav xweda hatiye parevekirin. Îja padşatiya wî wê çawa bimîne? 27  Hergê ez cina bi saya Belzebûl derdixim, lê şagirtên we bi saya kê cina derdixin? Lema jî ewê bibin hakimên we. 28  Lê hergê ez cina bi saya ruhê Xwedê derdixim, îda Padşatiya Xwedê hatiye û we têdernexistiye. 29  Yan jî, gelo kesek dikare bikeve mala mêrxasekî û hebûka wî talan ke, hergê pêşiyê wî mêrxasî girênede? Çaxê girêde, tenê hingê wê bikaribe mala wî talan ke. 30  Kî ku aliyê min nîne, miqabilî min e. Û kî ku tevî min top nake, hev bela dike*. 31  Lema jî ez wera dibêjim, her cûre gune û kifir wê merivara bê baxşandin, lê yê ku kifiriya ruhê Xwedê dike, li wî nayê baxşandinê. 32  Mesele, hergê kesek tiştekî miqabilî Kurê însên bêje, ewê bê baxşandinê, lê hergê kesek tiştekî miqabilî ruhê pîroz bêje, ewê neyê baxşandinê, ne niha, û ne jî axiriyêda. 33  Hergê dara we qenc be, berê wê jî wê qenc be, lê hergê dara we xirab be, berê wê jî wê xirab be. Çimkî her dar bi berê xwe tê naskirinê. 34  Zureta* merên jerdar! Hûn çawa dikarin tiştên qenc xeber din, hergê hûn xirab in? Dil bi çi tije ye, ziman evê jî dibêje. 35  Merivê qenc tiştên qenc dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên qenc tije ye. Lê merivê xirab tiştên xirab dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên xirab tije ye. 36  Ez wera dibêjim: Roja Dîwanê, meriv wê bona her gotineke xweye bêkêr, hesab bide. 37  Çimkî hûnê bi xeberên xwe rast bêne hesabê û bi xeberên xwe bêne sûcdarkirinê”. 38  Hingê hine qanûnzan û Fêrisiya Îsara gotin: “Dersdar, em dixwazin nîşanekê ji te bivînin”. 39  Îsa caba wan da: “Nisilê xirab û neamin hertim nîşanekê dixwaze, lê xêncî nîşana Ûnis pêxember, wanra tu nîşan wê neyê dayînê. 40  Çawa ku Ûnis 3 roj û 3 şeva zikê mesîkî mezinda ma, Kurê însên jî wê 3 roj û 3 şeva dilê erdêda bimîne. 41  Merivên Nînewayê wê Roja Dîwanê tevî wî nisilî rabin û vî nisilî sûcdar kin, çimkî wana guh da xebera Ûnis û tobe kirin. Lê va ye, yekî ji Ûnis mezintir vira ye. 42  Roja Dîwanê padşaya* başûrê wê tevî vî nisilî rabe û vî nisilî sûcdar ke. Çimkî ew ji serê dinê hat, wekî guh bide serwaxtiya Silêman. Lê va ye, yekî ji Silêman mezintir vira ye. 43  Gava cinek ji merivekî derdikeve, ew ciyên bêavda digere wekî cîkî rihet bivîne, lê cîkî usa navîne. 44  Hingê ew xwera dibêje: ‘Ka ez vegerim mala xwe, ya ku ez jê derketime’. Gava ew tê, divîne ku mal vala ye, hevdayî û xemilandî ye. 45  Paşê ew diçe û heft cinên dine ji xwe xirabtir tevî xwe tîne, ew dikevin hindur û wêderê dijîn. Îda halê wî merivî ji halê wîyî berê xirabtir dibe. Halê vî nisilê xirab jî wê hema usa be”. 46  Îsa hê xelqêra xeber dida, diya wî û birên wî derva sekinî bûn, û wana dixwest tevî wî xeber din. 47  Kesekî wîra got: “Diya te û birên te derva sekinî ne, dixwazin tevî te xeber din”. 48  Îsa caba wî da: “Kî ye diya min, û kî ne birên min?” 49  Hingê Îsa destê xwe dirêjî şagirtên xwe kir û got: “Diya min û birên min ew in! 50  Çimkî kî ku xwestina Bavê minî ezmana tîne sêrî, ew e birê min, xûşka min û diya min”.

Спартьн

Ev roj bona Cihûya roja rihetiyê bû.
Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.
Yan “pitîl”.
Yan “yê ku tevî min meriva top nake, wana ji hev bela dike”.
Yan “çêjik”.
Ew xebera “padşa” wira jinanî ye.