Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kilam 24

Dîna Xwe Bide Ser Xelat!

Dîna Xwe Bide Ser Xelat!

(2 Korintî 4:18)

1. Çaxê kor dîsa bibîne,

Çaxê ker dîsa se bike.

Beriyada wê kulîrk şîn bin,

Û çevkaniyêd avê vebin.

Lê çaxê seqet birevin,

Meriyêd nêzîk wê tev me bin.

Ew roj wê bê, tu hîviyê be,

Ewan soza tu bîr neke.

2. Wê dîsa xeber din yêd lal,

Kal wê bibe dîsa cahil.

Erd jî wê berêd xwe bide,

Tiştêd baş wê kuta nebe.

Ken û şabûn timê hebe,

Li ser erdê edilayî be.

Mirî wê rabin bawer ke,

Ewan soza tu bîr neke.

3. Gur tevî pêz wê biçêre,

Hirç wê tevî golikê be.

Kurik bibe rêberê wan,

Miqatî wan be wê ça şivan.

Tiştêd berê derbaz bûne,

Tirs û xof va îda tune.

Xwedê gişkî tîne sêrî,

Ewan soza tu bîr nekî.

(Binihêre usa jî Îşa. 11:6-9; 35:5-7; Yûhn. 11:24.)