Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

HIŞYAR BIMÎNIN!

Şedên Yehowa û Holokost—Kitêba Pîroz Derheqa Vê Yekê Çi Dibêje?

Şedên Yehowa û Holokost—Kitêba Pîroz Derheqa Vê Yekê Çi Dibêje?

 Sala 2023, 27 Çileyê gelek meriv wê Roja Bîranîna Holokosta Hemdinyayê derbaz kin. Tiştên bêxwedêtî û zulm, yên ku 75 sal zêdetir pêşda qewimîbûn, dibeke pirseke usa cem we pêşda tîne, ku çima Xwedê hîşt Holokost biqewime.

 Miletê Cihû gelek çerçirî ji bo Holokostê. Bi mîlyona dihatine qirkirinê. Merivên din jî wedê Holokostê dihatine zêrandinê û qirkirinê. Nava wan merivada Şedên Yehowa bûn, yên ku ji bo baweriya xweye ser hîmê Kitêba Pîroz, dihatine zêrandinê.

Hêvî û Axiriya Baş

 Gelek meriv ditirsin, ku Holokost dikare dîsa biqewime. Lê çiqas baş e, ku Kitêba Pîroz soz dide axiriya usa, ku tiştên wî cûreyî wê îda tune bin.

  •   “Ez rind zanim ew, çi ku min seva we qirar kiriye’ Yehowa dibêje. ‘Min edilayî seva we qirar kiriye, ne ku xezeba, seva ku hêviyê û axiriya baş bidime we’” (Yêremiya 29:11, DT). a

 Ev soz wê hingê bê sêrî, çaxê Yehowa Xwedê wê bide hildanê zulmiyê û ziyana ku meriva standiye. Ew wê zûtirekê:

  •   Qira wan bîne, yên ku zulmiyê dikin û ziyanê didine meriva (Metelok 2:22).

  •   Qenc ke wana, yên ku gelek çerçirî ne (Eyantî 21:4).

  •   Meriva vegerîne jîyînê û ewana wê ser erdê bijîn (Yûhenna 5:28, 29).

 Hûn dikarin îtbariya xwe sozên Kitêba Pîroz bînin, yên ku gumanê û berdiliyê didine me. Seva pêbihesin ku çira em dikarin baweriya xwe van soza bînin, em we teglîf dikin ser kûrsa hînkirina Kitêba Pîroze bêpere.

a Yehowa, navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).