Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

FPG/The Image Bank via Getty Images

HIŞYAR BIMÎNIN!

Polîtîk Derheqa Harmegedonê Xeber Didin—Gelo Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Polîtîk Derheqa Harmegedonê Xeber Didin—Gelo Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Duşemê şebeqê, 10 Cotmehê, sala 2022, Rûsya ser pira ku Krîm û Rûsyayê girêdide, pê rakêta êrîşî ser çend bajarên Ûkraînê kir. Ew yek qewimî paşî vê yekê, gava polîtîk gotin, wekî em nêzîkî Harmegedona atomî dibin.

  •    “Ji hêna Con Kênêdî û Krîzîsa Kûbayê, dinêda xofeke usa mezin tune bûye, ku em usa nêzîkî Harmegedona atomî bin. Ez difikirim wekî xebitandina bombên atomê wê eseyî berbi Harmegedonê bive”—Giliyên Prêzîdêntê Dewletên Yekbûyî, Co Baydên, 6 Cotmehê, sala 2022.

  •    “Bi rastî temamiya dinyayê ber şêmîka Harmegedonê ye”. Eva giliyên Prêzîdêntê Ûkraînê, Vladîmîr Zêlênskî ye, gava ji wî pirsîn derheqa axiriya xebitandina bombên atomê—BBC News, 8 Cotmehê, sala 2022.

 Gelo bi rastî xebitandina bombên atomê dikare berbi Harmegedonê bive? Kitêba Pîroz çi dibêje?

Gelo bombên atomê wê bibine meniya Harmegedonê?

 Na. Kitêba Pîrozda xebera Harmegedon carekî hatiye xebitandinê, tenê Eyantî 16:16-da. Ev wê şerê orta miletada nîbe, lê çawa em ji Kitêba Pîroz pêdihesin, ev heye şerê orta Xwedê û “padşên dinyayê” (Eyantî 16:14). Hema bi saya şerê Harmegedonê, Xwedê wê koka hemû serwêrtiyên meriva bîne (Daniyêl 2:44).

 Seva ku hê zêde pêbihesin çi tê hesabê Harmegedon û çi hîviya planêta meye, bixûnin gotara bi navê Harmegedon Çi ye?

Gelo şerê atomê wê qira erdê û însanetê bîne?

 Na. Rast e serwêr dikarin axiriyêda bombên atomê bidine xebatê, lê Xwedê wê tu car nehêle wekî erd kuta be. Kitêba Pîrozda tê gotinê:

  •    “Dinya abadîn [heta-hetayê] disekine” (Waîz 1:4).

  •    “Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29).

 Lê pêxembertiya Kitêba Pîroz û qewimandinên îroyîn eyan dikin, wekî em nêzîkî wî wedeyî ne, ku terîxiya însanetêda tu car neqewimiye (Metta 24:3-7; 2 Tîmotêyo 3:1-5). Bi saya kûrsa hînbûna Kitêba Pîroze bêpere, pêbihesin hela Kitêba Pîroz derheqa axiriyê çi dibêje.