Derbazî serecemê

Çira Şedên Yehowa Êvara Bîranînê Usa Derbaz Nakin, Çawa Rêlîgiyên Din?

Çira Şedên Yehowa Êvara Bîranînê Usa Derbaz Nakin, Çawa Rêlîgiyên Din?

 Em Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, dêmek “şîva Xudan” li gora rêberiya Kitêba Pîroz derbaz dikin (1 Korintî 11:20). Lê gelek rêlîgiya evê cejinê ne li gora Kitêba Pîroz, lê li gora erf-edetên xwe derbaz dikin.

Nêt

 Nêta derbazkirina Şîva Xudan ew e, wekî em Îsa Mesîh bînin bîra xwe û şêkirdariya xwe bona qurbanbûna wî bidine kifşê (Metta 20:28; 1 Korintî 11:24). Pê derbazkirina şîva Xudan, gunên me nayêne baxşandinê. Kitêba Pîroz dibêje, wekî gunên me ne ku bi derbazkirina cejineke rêlîgî têne baxşandinê, lê bi saya baweriya me hindava Îsa Mesîh (Romayî 3:25; 1 Yûhenna 2:1, 2).

Çend cara?

 Îsa Mesîh temî da şagirtên xwe, wekî ev Şîva Xudan derbaz kin. Lê ewî raste-rast negot çend cara derbaz kin (Lûqa 22:19). Hineka tirê gerekê evê cejinê her meh, yan her heftê, her roj, yan jî çiqas dixwazin haqas car derbaz kin. Lê lazim e çend tişta hildin hesab.

 Îsa Mesîh Şîva Xudan, roja Cejina Derbazbûnê derbaz kir, û hine wede şûnda, hema vê rojê ew mir (Metta 26:1, 2). Ev yek tiştekî nişkêva nîbû. Kitêba Pîroz qurbanbûna Îsa Mesîh beramberî berxê Cejina Derbazbûnê dike (1 Korintî 5:7, 8). Cejina Derbazbûnê salê carekê dihate derbazkirinê (Derketin 12:1-6; Qanûna Kahîntiyê 23:5). Mesîhiyên qirna yekê jî Bîranîna Mirina Îsa Mesîh salê carekê derbaz dikirin. a Şedên Yehowa jî pey vî qeydeyî diçin, ya ku ser hîmê Kitêba Pîroz e.

Roj û sihet

 Qeydê ku Îsa Mesîh danîbû, usa jî alî me dike, wekî fem bikin ku Êvara Bîranînê çi çax derbaz kin. Îsa ev cejin li gora salnemaya hîvêye Kitêba Pîroz, 14 Nîsanê, sala 33 D.M.-da çaxê roj çû ava, derbaz kir (Metta 26:18-20, 26). Şedên Yehowa jî mîna Mesîhiyên pêşin, Bîranîna Mirina Mesîh her sal vê rojê derbaz dikin. b

 Sala 33 D.M., 14 Nîsanê roja Îniyê bû. Her sal ev roj dikare bikeve cûre-cûre rojên heftiyê. Seva ku têderxin kîjan roj dikeve 14 Nîsanê, em ne ku pey mêtoda Cihûyên modêrn diçin, lê pey mêtoda ku wedê Îsada didane xebatê. c

Nan û şerav

 Bona vê cejinê Îsa Mesîh nanê bê hevîrtirşk û şerava sor, kîjan ku ber Cejina Derbazbûnê mabû, da xebatê (Metta 26:26-28). Mîna Îsa, Şedên Yehowa jî nanê bê hevîrtirşk û bê tiştekî din didine xebatê. Usa jî şerava sor didine xebatê, nav kîjanêda şekir yan jî biharet tune ne.

 Hine rêlîgiya nanê bi hevîrtirşk didine xebatê, lê Kitêba Pîrozda xebera hevîrtirşk gelek car tê xebitandinê ça sîmbola gune û xirabiyê (Lûqa 12:1; 1 Korintî 5:6-8; Galatî 5:7-9). Lema jî nanê bê hevîrtirşk û bê biharet, dikare bê hesabê bedena Îsaye bê gune (1 Petrûs 2:22). Hine dêrada dewsa şeravê didine xebatê nişa tiriya, çimkî ewana îçkê qedexe dikin, lê ev yek ser hîmê Kitêba Pîroz nîne (1 Tîmotêyo 5:23).

Nan û şerav bi rastî goşt û xûna Îsa Mesîh nînin

 Nanê bê hevîrtirşk û şerava sor, ku wedê Êvara Bîranînê didine xebatê, sîmbola beden û xûna Îsa ne. Hine meriv difikirin wekî nan û şerav bi keremetî dibine beden û xûna Îsa Mesîh. Lê were em binihêrin, ka Kitêba Pîroz derheqa vê yekê çi dibêje.

  •   Hergê Îsa temî bida şagirtên xwe, wekî xûna wî vexwarana, ev wê bihata hesabê, ku ew wana hêlan dike qanûna Xwedêye derheqa xebitandina xûnê, biteribînin (Destpêbûn 9:4; Karên Şandiya 15:28, 29). Lê Îsa wê tu car kesekîra negota, wekî qanûna Xwedêye derheqa pîroziya xûnê biteribînin (Yûhenna 8:28, 29).

  •   Hergê şandî bi rastî xûna Îsa Mesîh vexwarana, ewî wê negota wana, ku xûna wî wê bê “rêtinê”. Ev giliyê Îsa dida kifşê, wekî ew hê nebibû qurban, lê gerekê bibûya (Metta 26:28).

  •   Qurbanbûna Îsa tenê “carekê bona her tim” hate dayînê (Îbranî 9:25, 26). Hergê wedê Şîva Xudan nan û şerav bi rastî bibûna beden û xûn, usa derdiket wekî ewên ku ji wan sîmbola dixwin û vedixwin, gelek car Îsa dikine qurban.

  •   Îsa got: “Vê yekê bona bîranîna min bikin”, ne ku “bona qurbankirina min vê bikin” (1 Korintî 11:24).

 Ewên ku bawer dikin, wekî nan û şerav raste-rast dibin beden û xûna Îsa, ev nihêrandina xwe ser hîmê hine rêzên Kitêba Pîroz hîmlî dikin. Mesele gelek welgerandinên Kitêba Pîrozda, giliyê Îsa derheqa şeravê usa hatine nivîsarê: “Eva xûna min e” (Metta 26:28). Lê giliyê Îsa dikarin usa jî welgerînin: “Eva tê hesabê xûna min”. d Çaxê Îsa meriv hîn dikirin, gelek car meselên sîmbolîk dida xebatê (Metta 13:34, 35).

Kî ji wan sîmbola dixwe û vedixwe

 Çaxê Şedên Yehowa Şîva Xudan derbaz dikin, tenê hine meriv ji sîmbola dixwin û vedixwin. Gelo çima?

 Li ser hîmê xûna Îsa Mesîh ku hatibû rêtinê, “Peymana Nû” hate girêdanê, kîjan ku kete dewsa wê peymanê, ya ku orta Yehowa û miletê Îsraêlda hatibû girêdanê (Îbranî 8:10-13). Ser Êvara Bîranînê ji wan sîmbola dikarin bixwin û vexwin tenê ew kes, tevî kîjana ev peymana nû hate girêdanê. Hemû Mesîhî nakevine nava wan kesa, lê tenê “yên gazîkirî” (Îbranî 9:15; Lûqa 22:20). Ewana wê li ezmana tevî Îsa Mesîh serwêrtiyê bikin. Kitêba Pîroz dibêje, wekî tenê 144 000 meriv wê evî qedirî bistînin (Lûqa 22:28-30; Eyantî 5:9, 10; 14:1, 3).

 Ewên ku wê tevî Îsa li ezmên serwêrtiyê bikin, ser wan tê gotinê “keriyê pêzî biçûk”. Lê ewên ku wê ser erdê heta-hetayê bijîn têne navkirinê “elaleteke . . . mezin” (Lûqa 12:32; Eyantî 7:9, 10). Ewên ku hîviya jîyîna ser erdê ne, ji sîmbola naxwin û venaxwin. Lê ewana bi hatina xwe ser Êvara Bîranînê, didine kifşê wekî qurbanbûna Îsa Mesîh dişêkirînin (1 Yûhenna 2:2).

a Binihêrin “The New Schaff-Herzog Encyclopedia of Religious Knowledge”, Para IV, rûpêlên 43-​44, û McClintock and Strongs “Cyclopedia”, Para VIII, rûpêla 836.

b Binihêrin “The New Cambridge History of the Bible”, Para 1, rûpêla 841.

c Salnemaya modêrnda ya Cihûya, destpêka meha Nîsanê li gora hîva nû ya astronomîk hesab dikin. Lê qirna yekêda ev meh hingê destpêdibû, çaxê hîva nû Orşelîmêda teze dihate xanê. Ev yek dikaribû biqewimiya rojek yan çend roj paşî derketina hîva nû ya astronomîk. Ji bo vê firqiyê roja ku Şedên Yehowa Bîranînê derbaz dikin, carna nakeve roja ku Cihû Cejina Derbazbûnê derbaz dikin.

d Binihêrin “A New Translation of the Bible”, by James Moffatt; “The New Testament​—A Translation in the Language of the People”, by Charles B. Williams; û “The Original New Testament”, by Hugh J. Schonfield.