Derbazî serecemê

Çima Şedên Yehowa Xwe ji Cejinên Miletiyê Dûr Digirin?

Çima Şedên Yehowa Xwe ji Cejinên Miletiyê Dûr Digirin?

 Em ça Şedên Yehowa hindava hukumetiyê û sîmbolên wane miletiyê bi qedir in. Em fem dikin wekî her kes xwexa dijbêre sonda aminiyê bixwe, beyraqê hurmet ke û gîmna miletiyê bistirê, yan na.

 Çi jî hebe em ça Şedên Yehowa safî dikin, wekî ji cejinên usa xwe dûr bigirin, çimkî em bawer dikin, wekî ev yek miqabilî hînkirinên Kitêba Pîroz e. Em dişêkirînin gava meriv hindava baweriya meda qedir didine kifşê, çawa ku em hindava baweriya wanda bi qedir in.

Vê gotarêda

 Ser hîmê kîjan prînsîpa em xwe ji cejinên miletiyê dûr digirin?

 Du prînsîpên Kitêba Pîroze sereke, derheqa kîjana wê niha bê şêwirkirinê, ser bijartina me hukum dibin:

  •   Tenê Xwedê hêja ye ku wî bihebînin. Kitêba Pîroz dibêje: “Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tenê wî bihebîne!” (Lûqa 4:8). Sonda aminiyêda û gîmnên miletiyêda giliyên usa hene, kîjan ku didine kifşê wekî meriv welatê xwe ji her tiştî û ji her kesî zêdetir hiz bike. Lema jî Şedên Yehowa fem dikin, wekî wê nerast be tevî wan cejina bin.

     Şedên Yehowa fem dikin, wekî hurmetkirina beyraqê pareke hebandina pûtparistiyê ye, kîjan ku Kitêba Pîroz qedexe dike (1 Korintî 10:14). Hine terîxzan dibêjin, wekî beyraqên miletiyê bi rastî sîmbola rêlîgî ne. Terîxzan Karlton Cozêf Haz usa nivîsiye: “Nasîonalîzm mîna rêlîgiyayê ye—sîmbola wêye sereke û tiştê wêye hebandinê beyraq e”. a Derheqa Mesîhiyên qirna yekê, nivîskar Daniyêl Prat Manîks usa nivîsî: “Mesîhiya înkar dikir . . . qurbana bidinê împêratorê [Romê] pir zane—anegorî wê yekê îro înkar dikin hurmetê bidine beyraqê”. b

    Rast e em Şedên Yehowa hurmetê nadine beyraqê, lê vê naşewitînin, ziyanê nadinê û ne jî bi cûrê mayîn sîmbolên miletiyê bêhurmet dikin.

  •   Xwedê firqiyê nake orta meriva (Karên Şandiya 10:34, 35). Kitêba Pîroz dibêje, wekî Xwedê “hemû miletên dinyayê ji xûnekî xuliqand” (Karên Şandiya 17:26). Ji bo vê meniyê Şedên Yehowa fem dikin, wekî wê nerast be ku miletekî ser miletekî dinra bigirin. Em qedirê hemû meriya digirin, firqî tune ewana ji çi miletî ne û ji kîderê ne (1 Petrûs 2:17).

 Çi lazim e bikin hergê qanûna dewletê dewa dike, wekî tevî cejinên miletiyê bin?

 Şedên Yehowa miqabilî hukumetê dernayên. Em bawer dikin wekî hukumetî ev heye para “emirê Xwedê” (Romayî 13:1-7). Em usa jî fem dikin, wekî Mesîhî gerekê gura hukumetêda bin (Lûqa 20:25).

 Lê çi bikin hergê hukumetî ji me dewa dike tiştekî usa bikin, çi ku li gora qanûnên Xwedê nîne? Hine derecada em dikarin bi fermî ji hukumetiyê bixwazin, wekî hine tişt qanûnêda biguhêzin. c Lê çaxê nabe ku guhastina bikin, hingê em ça Şedên Yehowa bi qedir safî dikin, wekî “gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva” (Karên Şandiya 5:29).

 Gelo Şedên Yehowa piştgiriya polîtîkayê dikin?

 Na. Şedên Yehowa piştgiriya polîtîkayê nakin. Çaxê em safî dikin sonda aminiyê nexwin, hurmetê nedine beyraqê û gîmnê nestirên, ev nayê hesabê ku em aktîvîstên polîtîkayê ne. Lê em evê yekê dikin ji bo baweriya xweye ser hîmê Kitêba Pîroz.

a Gotara Derheqa Nasîonalîzmê, rûpêla 107-108.

b Riya Gladyatorê, rûpêla 212.