Derbazî serecemê

Gelo Şedên Yehowa Hine Sînem, Kitêb yan Kilama Qedexe Dikin?

Gelo Şedên Yehowa Hine Sînem, Kitêb yan Kilama Qedexe Dikin?

 Na. Teşkîleta me konkrêt nade kifşê, ku Şedên Yehowa gerekê ji kîjan sînem, kitêb yan kilama, xwe dûr bigirin. Çira?

  Kitêba Pîroz hemûya hêlan dike ku “têgihîştina” xwe hîn kin, wekî “qencî û xirabiyê” ji hev derxin (Îbranî 5:14).

  Nivîsarên Pîrozda prînsîpên sereke hene, kîjana ku Mesîhî dikare hilde hesab, çaxê wedederbazkirina dijbêre. a Hemû cûre derecada nêta me ew e, wekî “bizanibin ku çi li Xudan xweş tê” (Efesî 5:10).

  Li gora Kitêba Pîroz cabdariyên malxên malê hene, lema jî ewana dikarin bona neferên mala xwe hine tişt qedexe kin (1 Korintî 11:3; Efesî 6:1-4). Lê îzina tu kesî tune merivên dinra sînora daynin, ku filan sînemê yan kilamê qebûl kin (Galatî 6:5).

a Mesele, Kitêba Pîroz hemû tiştên ku sêrbaziyêva, bênamûsiyêva û zulmiyêva girêdayî ne, qedexe dike (Qanûna Ducarî 18:10-13; Efesî 5:3; Kolosî 3:8).