Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Kitêba Pîroz Ça Dikare Alî Min Bike?​—Para 2: Xwendina Kitêba Pîroz Hewas Bike

Kitêba Pîroz Ça Dikare Alî Min Bike?​—Para 2: Xwendina Kitêba Pîroz Hewas Bike

Cahilek bi navê Wîl usa dibêje: “Heger tu nizanî çi cûreyî Kitêba Pîroz bixûnî, tera dikare bê kifşê ku hewas nîne vê bixûnî”.

Hergê tu dixwazî pêbihesî ku çi cûre ji xwendina Kitêba Pîroz hewasê bistînî, ev gotar vê yekêda wê alî te bike.

 Bîne ber çevê xwe

Bi temamî bikeve nava xwendinê. Mesele, tu dikarî van mêtoda bidî xebatê:

  1. Parekê bijbêre ku tu dixwazî lêkolîn bikî. Mesele, tu dikarî safî kî ku serhatîkê yan jî parekê ji Mizgînî bixûnî. Yan jî dikarî serhatîke usa bijbêrî ku ser jw.org bi “Xwendina Kitêba Pîroz bi Dramatîk ” heye.

  2. Vê parê bixûne. Tu dikarî xwexa bixûnî, yan tevî hevalên xwe yan jî tevî neferên xwe bi dengê bilind bixûnî. Mesele, kesek dikare ça xebervan bixûne, lê yên mayîn îda rolên din bilîzin.

  3. Şîretên ku jêrê nivîsar in bide xebatê:

    • Şikla bineqişîne. Mesele, çend şikla bineqişîne, kîjan ku wê bidin kifşê ça her tişt pey hev diqewimîn. Bin her şiklîda binivîse ku ew çi derece ye.

    • Dîagrama neqiş bike. Mesele, gava tu derheqa merivekî amin bixûnî, binivîse ku hunur û kirên wî kesî çi kerem jêra anîn.

    • Bide ber çevê xwe ku tu jûrnalîst î. Paşî xwendina serhatiyekê yançi “qisekirinê” hilde ji wan meriva, yên ku vê serhatiyêda rolên sereke dilîzin û usa jî ji wan, yên ku şedên van qewimandina bûn.

    • Heger kesek ji serhatiyekê, safîkirina neaqilayî kiriye, bide ber çevê xwe wê çi biqewimiya hergê ew kes safîkirina bi bîlanî bikira. Mesele, bîne ber çevê xwe vê derecê çaxê Petrûs Îsa înkar kir (Marqos 14:66-72). Bifikire, çawa Petrûs dikaribû tirsa ber meriva alt kira?

    • Sênariya xwe binivîse. Hergê dikarî ser hîmê serhatiyeke Kitêba Pîroz, drama xwe binivîse. Dersên ku te dîtiye, bîr neke xwera binivîse (Romayî 15:4).

      Kitêba Pîroz usa bixûne, ku tê bêjî her tişt ber çevê te diqewime!

 Kûr lêkolîna bike

Heger tu dîna xwe bidî dêtalên hûr, tuyê xiznên veşartî bivînî. Cara nav xeberekê yan çend xeberada fikireke gelek kûr veşartiye.

Mesele, Metta 28:7 tevî Marqos 16:7 beramber ke.

  •   Çira Marqos ew înformasiya nivîsî, ku Îsa zûtirekê wê şagirtara “û Petrûsra” eyan be?

  • Înformasiya: Marqos şedê wan qewimandina nîbû; diqewime derheqa van tişta ew ji Petrûs pêhesiya bû.

  • Fikira kûr: Çira Petrûs dibeke gelek şa bû, çaxê pêbihesiya ku Îsa dixwaze dîsa wî bivîne? (Marqos 14:66-72) Îsa ça Petrûsra da kifşê ku bi rastî hevalê wî ye? Tu ça dikarî çev bidî Îsa û bibî hevalekî baş?

Heger tu çi ku Kitêba Pîrozda dixûnî zelal didî ber çevê xwe û kûr ser vê yekê difikirî, hingê xwendin wê tera diha hewas be!