Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

BIRCA QEREWILIYÊ № 1, 2023 | Nexweşiyên Êmosiyalî—Ji Kîderê Alîkariyê Bistînin?

Nav temamiya dinyayêda bi mîlyona meriv rastî nexweşiyên êmosiyalî tên. Firqî tune meriv cahil e, emirda mezin e, navdar e, dewletî yan kesîb e, ji milet yan rêlîgiyeke din e, dîsa jî her kes rastî nexweşiyên êmosiyalî tên. Gelo çi tê hesabê nexweşiyên êmosiyalî û ew yek ça ser meriva hukum dike? Vê jûrnalêda wê bê şêwirkirinê ku çima ferz e alîkariya mêdîsînayê bistînin û çawa şîretên ji Kitêba Pîroz dikarin alî wan meriva bikin, yên ku ji nexweşiya êmosiyalî diçerçirin.

 

Nexweşiyên Êmosiyalî Problêma Hemdinyayê ye

Çawa merivên cahil usa jî merivên ji cûre-cûre mileta, dikarin rastî nexweşiya êmosiyalî bên. Dîna xwe bidine wê yekê, ku çawa şîretên ji Kitêba Pîroz dikarin alî we bikin, wedê nexweşiya êmosiyalî.

Xwedê bona Te Xem Dike

Çima em dikarin bawer bin, wekî Yehowa Xwedê ji hemûya çêtir fikir û hestên me fem dike?

1 | Dua—“Hemû Xemên Xwe Bavêjine ser Wî”

Gelo tu bi rastî dikarî Xwedêra dua bikî bona xem û berxweketinên xwe? Gelo dua dikare karê wanra bîne kê xemgîn bûye?

2 | “Gotinên Nivîsarada ku Bînê Didine Ber Me”

Kitêba Pîroz hêvîke baş dide bona wê yekê, ku êmosiyên nêgatîv zûtirekê wê neyne bîranîn.

3 | Karê Bistînin ji Meselên Kitêba Pîroz

Serhatiyên xizmetkarên berê yên ku merivên mîna me bûn, dikarin alî me bikin, ku em tenê xwe texmîn nekin wedê êmosiyên nêgatîv.

4 | Kitêba Pîroz Şîretên Kêrhatî Dide

Pêbihese ku çawa nêtên baş û fikirandina ser rêzên ji Kitêba Pîroz, dikarin alî te bikin ber nexweşiyên êmosiyalî teyax kî.

Çawa Alî Wan Bikin cem Kîjana Nexweşiya Êmosiyalî Heye

Piştgiriya te dikare alî hevalê te bike, yê ku ji bo nexweşiya êmosiyalî diçerçire.