Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Xwedê bona Te Xem Dike

Xwedê bona Te Xem Dike

KITÊBA Pîroz şîretên lape baş dide me, çimkî ew şîret ji Xwedê ne. Rast e ew ne kitêba mêdîsînayê ye, lê ew bi cûrê lapî mexsûs dikare alî me bike, ku ber strêsê teyax kin. Usa jî himberî fikir, êmosiyên nêgatîv û nexweşiya fîzîkî şer kin.

Kitêba Pîroz me dide bawerkirinê ku Efirandarê me Yehowa Xwedê, a ji hemûya çêtir hest û fikirên me fem dike. Ew timê hazir e hemû çetinayada alî me bike. Mesele, bifikirin derheqa du rêzên ji Kitêba Pîroz, yên ku berdiliyê didin:

“Xudan nêzîkî dilşkestîya ye û merim-belengaza didebirîne” (ZEBÛR 34:18).

“Çimkî ez, Xwedayê te Xudan, bi destê te yê rastê digirim. Yê ku ji tera dibêje: ‘Netirse, ezê ji tera bibim alîkar’ ez im” (ÎŞAYA 41:13, ÎM).

Lê dîsa jî çawa Yehowa dikare alî me bike, ku em ber nexweşiyên êmosiyalî teyax kin? Gotarên dinda hûnê pêbihesin ku çawa Yehowa nîşan dike, wekî hemû aliyava bona me xem dike.

a Yehowa, navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).