Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Em Çi Dikarin Bikin Heger ji Pandemiyê Westiyane?

Em Çi Dikarin Bikin Heger ji Pandemiyê Westiyane?

 Diqewime hûn ji pandemiya COVID-19 gelek westiyane. Lê hûn tenê nînin. Eva îda çend meh e ku meriv ser temamiya dinyayê hînî jîyîna teze dibin. Dîrêktorekî bi navê Hans Klûg, yê Organîzasyona Hemdinyayê ya Sihet-Qewatiyê, dibêje ku heçî zef binelî gelek tişt ji xwe kêm kirin, wekî COVID-19 bela nebe. Dîrêktor Klûg dibêje: “Ecêbmayî nîne ku derecên usada meriv dilteng dibin, naxwazin tiştekî bikin, xîreta xwe unda dikin û hal dikevin”.

 Heger hûn rûyê halê pandemiyayêda gelek westiyane, dilteng ne bin. Vî halê çetinda Kitêba Pîroz alî geleka kiriye û dikare alî we jî bike.

 Westandina ji bo pandemiyê ew çi tê hesabê?

 Westandina ji bo pandemiyê ew nexweşî nîne. Ew heye têrmîn kîjan eyan dike rêaksiya meriva, gava ew nizane hîviya çi axiriyê be û halê wî wê kengê bê guhastinê, û grafîka jîyîna wî tevîhev dibe. Her merivek derecên usada xwe bi cûrekî dide kifşê. Lê wira hene hine nîşan ku didine kifşê, wekî meriv ji bo pandemiyayê qidûm ketiye.

  •   Meriv xîreta xwe unda dike

  •   Rêjîma wîye xewê û nanxwarinê hev dikeve

  •   Meriv zû hêrs dikeve

  •   Ji bo şixulên hêsa jî dikeve strêsê

  •   Wîra çetin dibe hiş-aqilê xwe bide ser tiştekî

  •   Û fikirên usa cem wî pêşda tên ku çare tune û tu tişt wê aliyê başda neyê guhastinê

 Çira xof e gava meriv ji pandemiyê diweste?

 Westandina ji bo pandemiyê dikare ziyanê bide ça wera usa jî merivên dinra. Hergê em fesal nîbin, emê îda nexwazin ku tiştekî bikin, wekî xwe ji pandemiyê xwey kin. Ew dikare bibe menî ku emê destpêkin pişt guhê xweva bavêjin wan rêberiya, yên ku me ji vê vîrûsê xwey dikin, ku dibe berbi mirinê. Meriv gelek diwestin ji sînorên ku hatine danînê ji bo pandemiyê. Lema ewana diha zêde azayê dixwazin, ji bo çi jî dikarin emirê xwe û emirê merivên din bikine qeziyê.

 Vî wedê çetinda, gelek meriv bawer kirin, wekî ev gilî-gotina ji Kitêba Pîroz rast e: “Heger tu tengasîyêda dilsist bî, ku usa ye tu ne xurt î” (Metelok 24:10). Kitêba Pîrozda şîretên kêrhatî hene bona derecên çetin, yên usa ça pandemiya.

 Gava em ji bo pandemiyê qidûm dikevin, kîjan prînsîpên ji Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin?

  •   Dîstansiyayê xwey kin, lê xwe ji meriva başqe nekin

     Kitêba Pîroz dibêje: “Heval ... bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17).

     Çira ev yek ferz e: Çaxê em tev hevala xeber didin, em dişidin û geş dibin (1 Têsalonîkî 5:11). Lê hergê meriv ji merivên din xwe ser gelek wext başqe dike, wî çaxî ew ziyanê dide sihet-qewata xwe (Metelok 18:1).

     Şîret: Timê tevî hevalên xwe xeber din, mesele bi saya vîdêo-konfêrênsyayê, têlê, êmaîlê yan jî smsa. Heger rojeke we xirab derbaz bû, hevalên xwera gilî kin. Xwexa jî timê bipirsin hela hevalên we ça nin. Wanra gilî kin ku çi alî we dike şabûna xwe wedê vê pandemiyê unda nekin. Mecalê bivînin ku ça dilê hevalên xwe şa bikin. Usa hûnê herdu jî şabûnê bistînin.

  •   Bi cûrê lapî baş derecên xwe bidine xebatê.

     Kitêba Pîroz dibêje: “Dest bidine ber wext” (Efesî 5:16).

     Çira ev yek ferz e: Wedê xwe kêrhatî derbaz kin. Bi vî cûreyî hûnê şabûnê unda nekin û zêde xema nekin (Lûqa 12:25).

     Şîret: Berxwe nekevin bona wan tişta çi ku hûn nikarin bikin. Mecalên teze bigerin. Besa xeberê bifikirin, çi şixulên we hene yên ku we berê pêra nedigîhand bikira. Dibeke tiştekî usa heye ku hûn hiz dikin bikin, lê berê wedê we tune bû vê yekêva mijûl bin. Yan jî dibeke hûn dikarin hê zêde wede tevî malbeta xwe derbaz kin.

  •   Xwera grafîkê çêkin

     Kitêba Pîroz dibêje: “Tenê her tişt bira bi terbet ... û maqûlî be” (1 Korintî 14:40).

     Çira ev yek ferz e: Gelek meriv dîna xwe dane, wekî diha baş xwe texmîn dikin û şabûna xwe unda nakin, gava pê grafîkê dijîn.

     Şîret: Li gora derecên xwe grafîkê çêkin. Xwera wede başqe kin bona hînbûnê, xebatê, şixulên malê, usa jî bona wan şixula, yên ku wê we nêzîkî Xwedê kin. Xêncî vê yekê, derheqa sihet-qewata xwe bîr nekin. Tevî neferên xwe wede derbaz kin, tevayî derva bigerin û sportêva mijûl bin. Car-cara dîna xwe bidine grafîka xwe, û li gora dereca guhastina bikin.

  •   Li gora demsala guhastina bikin

     Kitêba Pîroz dibêje: “Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike” (Metelok 22:3).

     Çira ev yek ferz e: Wedê hine demsala, mecala me kêm dibe ku derkevin ber hewayê temiz û ber tevê. Ew yek dikare ser sihet-qewata meye fîzîkî û êmosiyalî xirab hukum bike.

     Şîret: Hergê zivistan nêzîk dibe, hûn dikarin hûr-mûrên mala xweda yan jî ciyê xebata xwe cîguhastî kin, wekî êpêce ronaya tevê bikeve hindur. Hergê hewa sar e jî, dîsa jî her tiştî bikin ku derkevin ber hewaya temiz. Heger destê weda heye, bona zivistanê kincê germ bikirin, wekî bikaribin gelek car derkevin derva.

     Lê hergê havîn nêzîk dibe, bîr nekin ku gelek meriv wî çaxî derdikevine derva. Lema jî bifikirin ku kîderê û ça hûn dikarin hêsa bin, wekî nava gelek merivada nîbin, çimkî ew yek xof e.

  •   Timê haş ji xwe hebin ku xwe ji COVID-ê xwey kin

     Kitêba pîroz dibêje: “Yê axmax diqilqile û culet dibe” (Metelok 14:16).

     Çira ew yek ferz e: COVID-19 gelek xof e û meriva dikuje. Û heger em fesal nîbin, em jî dikarin pê vê vîrûsê nexweş kevin.

     Şîret: Hergê dewlet derheqa vê yekê rêberiya dide, timê wan rêberiya xwey kin. Bîr nekin ku bi saya vê yekê hûnê xwe, neferên xwe û merivên din ji vê vîrûsê xwey kin.

  •   Diha nêzîkî Xwedê bin

     Kitêba pîroz dibêje: “Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8).

     Çira ew yek ferz e: Xwedê dikare her aliyava alî we bike û îlahî wedê çetinda (Îşaya 41:13).

     Şîret: Her roj pareke Kitêba Pîroz bixûnin. Ew bernama xwendinê wê alî we bike ku xwendina Kitêba Pîroz wera bibe xeyset.

 Wedê pandemiyê Şedên Yehowa dîsa jî berdewam dikin civatên xwe derbaz kin. Lê ewana îda vê yekê bi vîdêo-konfêrênsyayê dikin. Hema bi vî cûreyî ewana civatên xweyî her heftiyê derbaz dikin, usa jî civatên mezin, û Êvara Bîranîna mirina Îsa Mesîh. Tev Şedên Yehowa têklî bin ku bizanibin ça bikevine wan civata.

 Rêzên ji Kitêba Pîroz dikarin ça derman halê me sivik kin

 Îşaya 30:15: “Qewata we wê yekêda ne, wekî dilê xweda rihetiyê xweyî kin û îtbarî bidine kifşê”.

 Şirovekirin: Îtbarî hindava sozên Xwedê, wê alî me bike wedê çetinda jî rihetiyê xwey kin.

 Metelok 15:15: “Xweyê dilê kul her roj şînêda ye, lê xweyê dilê şa her tim şayêda ye”.

 Şirovekirin: Jîyîna xweda dîna xwe bidin ser tiştên baş û ew yek wê alî we bike hela hê derecên çetinda jî şabûna xwe unda nekin.

 Metelok 14:15: “Merivê saxikê dilê xwe her gotinê bawer dike, lê yê aqil dîna xwe dide gavên xwe”.

 Şirovekirin: Timê fesal bin û heger meriv wera bêjin ku ew yek îda eseyî nîne, hemû tiştî çevgirtî bawer nekin.

 Îşaya 33:24: “Wê tu rûniştiyê li wir nebêje: ‘Ez nexweş im’”.

 Şirovekirin: Xwedê soz dide ku wê însanetê ji hemû nexweşiya xilaz ke.