Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

We Zanibû?

We Zanibû?

Berê meriva rêwîtiyêda ça agir vêdixistin?

DESTPÊBÛN 22:6-da, tê gilîkirinê wekî Birahîm çi kir, seva ku cîkî dûr qurbanê bîne. Birahîm “qirşê dîyarîya tevayîşewatê hilda, da pişta kurê xwe Îshaq û xwexa jî agir û kêr girtine destê xwe û her du hevra çûn”.

Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku berê meriva ça agir vêdixistin. Gelo diqewime wekî Birahîm agir tevî xwe dibir? Lêkolînkarekî got wekî usa nabe ku “wedê temamiya rêwîtiyê agir vênese”. Dêmek, diqewime cem Birahîm û Îshaq hacet hebûn, bi saya çi jî wana dikaribû agir vêxistana.

Hinek meriv jî dibêjin wekî nehêsa bû wedê berê agir vêxistana. Merivara hê hêsa bû ku ji cînarên xwe hildin komira vêxistî, ne ku xwexa agir vêxistana. Gelek zandar difikirin, wekî Birahîm tevî xwe derdanek biribû, dibeke kodika bi zincîrê, kîderê ku komirê vêxistî hebûne (Îşa. 30:14). Paşê, çaxê jêra lazim bûye, ewî bi wan komira û qirşên ziha karibûye agir vêxe.