Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Qîmet kin Azaya Xwe

Qîmet kin Azaya Xwe

“Ruhê Xudan li ku derê be, li wê derê jî azayî heye” (2 KORN. 3:17).

KILAMÊN: 40, 54

1, 2. a) Derheqa azaya bijartinê meriv çi difikirin? b) Em ji Kitêba pîroz çi pêdihesin derheqa azaya bijartinê?

JINIKEKÊ çaxê tiştek gerekê safî kira, hevalê xwera got: “Ez naxwazim gelek bifikirim, diha hêsa ye tu xwexa minra bêjî ez çi bikim”. Vê jinikêra hê baş bû wekî kesekî din jêra bêje ew çi bike, ne ku xwexa safî ke. Ewê nexwest pêşkêşa Xwedê, dêmek azaya bijartinê bide xebatê. Lê hûn ça safîkirina dikin? Wera diha dest dide wekî xwexa safîkirina bikin, yan kesekî din dewsa we bike? Hûn ça didine xebatê azaya bijartinê?

2 Nava qirnada meriv hevra dikevine dewê derheqa azaya bijartinê. Hinek dibêjin wekî azaya bijartina meriva tune, çimkî hemû kirên me Xwedê îda dewsa me pêşda safî kiriye. Hinek jî dibêjin wekî azaya bijartinê tenê ew e, çaxê hemû tiştîda azayî û îzina te heye. Lê ji Xebera Xwedê em dikarin rast fem kin ku çi ye azaya bijartinê. Gelo çira? Kitêba Pîroz mera zelal eyan dike, wekî Yehowa em bi azaya bijartinê efirandine. Dêmek ewî fereset û azayî daye me, wekî em xwexa bi hiş-aqilê xwe bijartinên rast bikin. (Bixûne Yêşû 24:15.) Kitêba Pîroz usa jî caba van pirsa dide: Ça em gerekê azaya xwe bidine xebatê? Gelo azaya me sînorkirî ye? Ça azaya bijartina me eyan dike, ku em Yehowa hiz dikin? Em ça dikarin qedirê safîkirina meriva bigirin?

EM ÇI DIKARIN HÎN BIN JI YEHOWA Û ÎSA?

3. Yehowa ça azaya xwe dide xebatê, û vê yekêda em çi dikarin hîn bin ji wî?

3 Azaya Yehowa bê sînor e, û em gelek tişt dikarin hîn bin ku ew ça ewê azayê dide xebatê. Mesele, Yehowa miletê Îsraêl bijart, wekî bibe cimeta wî, ça “milkê wî” (Qan. Dcr. 7:6-8). Ew bijartin Xwedê nişkêva nekir, lê menî hebû ku ewî wana bijart. Yehowa bi vê yekê sozê xwe anî sêrî, kîjan ku ewî dostê xwe Birahîmra soz da (Destp. 22:15-18). Xêncî vê yekê, Yehowa azaya xwe timê bi hizkirinê û rastiyê dide xebatê. Ew yek rind tê kifşê vê yekêda, ku Yehowa ça Îsraêlî şîret dikirin. Wana gelek car pişta xwe didane wî, lê çaxê wana bi dilê sax gunên xwe didane rûyê xwe, Yehowa timê hazir bû dîsa jî hizkirin û remtiyê wanra bide kifşê. Yehowa got: “Ezê ji neaminiyê wana qenc kim. Ezê xwexa wana hiz bikim” (Hos. 14:4, DT). Rastî jî çiqas meseleke baş e bona me, ku Yehowa azaya xwe bona kara meriva dide xebatê.

4, 5. a) Kê bû yê pêşin ku ji Xwedê azayî stand? b) Kîjan pirsa em gerekê bidine xwe?

4 Çaxê Yehowa milyaket û meriv efirand in, ji hizkirinê ewî azaya bijartinê da wan. Kesê pêşin ku ew pêşkêş stand, nixuriyê wî Îsa bû, yê ku bi “sûretê” Xwedê hate efirandinê (Kols. 1:15). Lê gelo ewî ça azaya xwe dida xebatê? Hela hê pêşiya hatina ser erdê, Îsa safî kiribû wekî Bavê xwera amin bimîne û tevî raberîbûna Şeytan nebe yek. Paşê, çaxê îda Îsa ser erdê bû, ew dîsa jî nekete telikên Şeytanda (Met. 4:10). Şeva pêşiya mirina xwe, çaxê Îsa bi dil Xwedêra dua dikir, ewî duada dîsa jî da kifşê, wekî dixwaze qirara Xwedê bîne sêrî. Ewî got: “Bavo, heger emirê te ye, evê kasê ji min dûr xe. Lê bira xwestina te be, ne ku ya min” (Lûqa 22:42). Were em çev bidine Îsa û azaya xwe bidine xebatê seva Yehowa rûmet kin û qirara wî bînin sêrî. Lê ça em dikarin çev bidine Îsa?

5 Em jî hatine efirandinê bi sûreta Xwedê û hunurên wî (Destp. 1:26). Lê haqas azaya me tune ça cem Yehowa heye, çimkî sînorên me hene. Xebera Xwedê mera şirovedike, wekî Yehowa azaya me sînor kiriye û em gerekê ji wan sînora derneyên. Mesele, jin gerekê gura mêrê xweda be, û zar gura dê-bavada bin (Efes. 5:22; 6:1). Ew sînor ça hukum dike ser wê yekê ku em ça azaya xwe didine xebatê? Caba vê pirsê dikare eyan ke ku emê axiriyêda jîyîna heta-hetayê bistînin yan na.

ÇAWA AZAYA XWE RAST BIDINE XEBATÊ?

6. Meselê bînin ku çira mera kar e wekî sînorê azaya me heye.

6 Hergê sînora azaya me heye, gelo em dikarin bêjin wekî ew bi rastiyê azayî ye? Belê, em dikarin! Lê ça? Sînorên ku azaya merivada hene, bi rastiyê bona kara wan e û ew sînor wana xwey dikin. Mesele, em dikarin safî kin, wekî pê erebê herine şeherekî dûr. Lê bidine ber çevê xwe wekî ser rê tunene nîşan û her kes ça dixwaze usa jî dajo. Gelo hûnê xwe rihet û bêxof texmîn kin ser vê rê? Femdarî ye na. Ew sînor mera lazim in, seva em azaya xwera şa bin û karê bistînin. Were dîsa hine serhatiyên ji Kitêba Pîroz şêwir kin û bivînin ça aqilayî ye ku em ji sînorê azayê ku Yehowa danî, dernayên.

7. a) Azaya Adem ça cude dibû ji azaya heywana? b) Meselekê bînin ku ça Adem azaya xwe da xebatê.

7 Çaxê Xwedê merivê pêşin Adem efirand, ewî çawa milyaketara usa jî wîra azayî pêşkêş da, dêmek azaya bijartinê. Adem cude dibû ji heywana, çimkî heywan pê înstînktê dijîn. Dîna xwe bidine ser meselekê ku ça Adem azaya xwe rast da xebatê. Yehowa şixuleke hewas da destê Adem ku nav dayne ser heywana. Xwedê hemû heywan “anîne cem mêr, wekî bibîne ka ewê çi navî li wan ke”. Çaxê Adem dîna xwe da her heywanî û navê layîq da ser wan, Yehowa nekete nav şixulê wî û ne jî bijartina wî guhast. Adem “çi nav danî li ser heywanê bînber, ew jî bû navê wan” (Destp. 2:19).

8. Çi cûreyî Adem azaya xwe nerast da xebatê û axiriya vê yekê çi bû?

8 Xwedê Ademra şixuleke mezin da, wekî ew erdê bike cinet. Xwedê got: “Şîn bin û li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtîyê lê bikin, hukumî li ser mesîyêd berê teyredêd ezmên û hemû heywanêd li ser erdêye ku dihejin bikin” (Destp. 1:28). Lê Adem bijart wekî ji wî sînorî derê, yê ku Xwedê danî û berê dara qedexekirî xwar. Ewî şaşiya mezin kir, çimkî azaya xwe nerast da xebatê. Axiriya kirê wî ew bû ku zuretên wî îda bi hezara sala kul-derda dikişînin (Rom. 5:12). Ew şaşiya wî gerekê bona me ders be, wekî azaya xwe rast bidine xebatê û ji sînorên ku Xwedê danî, derneyên.

9. Yehowa çi bijartin da cimeta xwe Îsraêl, û cimetê ça xwe da kifşê?

9 Adem û Hêwayê gura Xwedê nekirin, û lema hemû însanet gunekar in û dimirin. Lê yeke, Xwedê azayî ji me nestandiye. Ewê yekêda em bawer in, çimkî em divînin ku Xwedê ça bû hindava cimeta xwe Îsraêlda. Yehowa cimeta xwera mecal da wekî bijbêrin hela ewana dixwazin bibine milkê Wî, dêmek cimeta wî, yan na (Derk. 19:3-6). Lê gelo wana çi bijart? Wana bi rezedilî xwest bibine cimeta Xwedê. Wana eyan elam kirin: “Hemû gotinêd Xudan emê bikin!” (Derk. 19:8). Lê yazix, ewê cimetê jî azaya xwe nerast da xebatê û sozê xwe neanî sêrî. Were em ji vê serhatiyê dersê hildin, ku timê qîmet kin azaya xweye bijartinê, berdewam kin xwe li Yehowa bigirin û gura temiyên wî bikin (1 Korn. 10:11).

10. Kîjan mesele îzbat dikin wekî merivên gunekar dikarin bi azaya xweye bijartinê Xwedê rûmet kin? (Binihêre şiklê ewlin.)

10 Îbranî serê 11-da, em dixûnin derheqa 16 xizmetkarên Xwedê, yên ku bijartin wekî sînorên Yehowa qebûl kin. Û seva vê yekê wana keremên mezin stand û baweriya wan qewî bû hindava axiriyê. Mesele, Nuh baweriya mezin da kifşê û bijart wekî gura temiyên Xwedê bike. Ewî bi gotina Xwedê gemî ava kir, seva malbeta wî û zuretên ku axiriyê wê bibûna, xilaz bin (Îbrn. 11:7). Birahîm û Sera jî bi rezedilî gura Xwedê kirin û çûne erdê sozdayî war bin. Paşê, mecala wan hebû ku vegerin şeherê dewletî bi navê Ûr, lê wana hiş-aqilê xwe dabûn ser “sozêd Xwedê” û hîviya “welatekî” hê baş bûn (Îbrn. 11:8, 13, 15, 16). Mûsa jî pişta xwe da xiznên Misirê, çimkî difikirî ku “hê qenc e tevî cimeta Xwedê biçerçire, ne ku wextekî kin nava kêfa gunada derbaz ke” (Îbrn. 11:24-26). Were em çev bidine wan merivên amin wekî azaya xwe qîmet kin û bidine xebatê seva qirara Xwedê bînin sêrî.

11. a) Çi kerema em dikarin bistînin bi saya azaya bijartinê? b) Çi we hêlan dike wekî azaya xwe rast bidine xebatê?

11 Hergê em hesab dikin wekî hê baş e dewsa me kesekî din safîkirina bike, wî çaxî em dikarin unda kin kerema. Derheqa wan kerema tê gotinê Qanûna Ducarî 30:19, 20-da. (Bixûne.) Rêza 19-da tê gotinê wekî Xwedê çi bijartin da Îsraêliya. Rêza 20-da em pêdihesin ku Yehowa mecal da wan, wekî ewana jêra nîşan kin çiqas wî hiz dikin. Em jî dikarin bijbêrin wekî Yehowa bihebînin. Mecala meye baş heye wekî pêşkêşa azayê bidine xebatê, seva nîşan kin ku em çiqas Xwedê hiz dikin û dixwazin wî hurmet-rûmet kin!

AZAYA XWE BONA XIRABIYÊ NEDINE XEBATÊ

12. Em ça gerekê bidine xebatê pêşkêşa azayê?

12 Bidine ber çevê xwe wekî we pêşkêşeke qîmet daye hevalê xwe, lê ewî pêşkêşa we avîtiye nav gemarê, yan hê xirab, ewî ew pêşkêş daye xebatê seva ziyanê bide kesekî. Hûnê çiqas berxwe kevin, usa nîne? Niha bifikirin, wekî Yehowa çi ser xwe texmîn dike çaxê divîne, ku meriv çiqas nerast azaya xwe didine xebatê, û hela hê jî ziyanê didine meriva. Belê, çawa ku Kitêba Pîroz pêxembertî kir, wedê van “rojêd axiriyêda” meriv bêşêkir in (2 Tîmt. 3:1, 2). Were em timê ew pêşkêşa qîmet ku Xwedê da me, rast bidine xebatê û bişêkirînin.

13. Ça em dikarin azaya xwe nerast bidine xebatê?

13 Azaya me gişka heye ku xwexa bijbêrin hevala, cûrê kincxwekirinê, xemilandinê, û hêsabûnê. Lê hergê em dibine xulamên xwestinên xwe, yan dikevine ber bayê vê dinya xirab, azaya me bona me dibe ça “xêliya xirabîkirinê”. (Bixûne 1 Petrûs 2:16.) Em azaya xwe gerekê nedine xebatê, seva xwestinên bedenê bînin sêrî, lê em gerekê pey vê temiyê herin: “Her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin” (Galt. 5:13; 1 Korn. 10:31).

14. Hergê em îtbariya xwe Yehowa tînin, emê ça azaya xwe bidine xebatê?

14 Seva ku azaya xwe rast bidine xebatê, em gerekê îtbariya xwe Yehowa bînin û ji wan sînora derneyên yên ku ewî daniye. Tenê Yehowa me hîn dike bona kara me, û me dide ser wê rê, kîjan mera lazim e (Îşa. 48:17). Em gerekê bîra xweda xwey kin ev giliyên, ku bi rêberiya Xwedê hatine nivîsarê: “Riya meriv ne destê wîda ye, gavên xwe rastkirin, ne destê merivê ku dimeşeda ye” (Yêrem. 10:23). Were em tu car nekevine vê telikê ku ser xwe bawer bin, çawa ku Adem û Îsraêlî bûn. Lê were em timê “bi temamiya dilê xwe” îtbariya xwe Yehowa bînin (Metlk. 3:5).

QEDIRÊ AZAYA BIJARTINA MERIVA BIGIRIN

15. Em çi hîn dibin ji prînsîpa ku Galatî 6:5-da nivîsar e?

15 Em gerekê qedirê bijartina meriva bigirin, çimkî azaya wan jî heye. Dêmek hemû Mesîhî mîna hev safîkirina nakin. Safîkirinên Mesîhiya dikarin hela hê cude bin hindava rabûn-rûniştinê û xizmetiyê jî. Bîra xweda xwey kin prînsîpa ji Galatî 6:5. (Bixûne.) Çaxê em fem dikin wekî her Mesîhî cabdar e seva safîkirinên xwe, wî çaxî emê qedirê azaya bijartina wan bigirin.

Çaxê safîkirina dikin, zorê nekin ser yên din ku ewana jî mîna we safîkirina bikin (Binihêre abzasa 15)

16, 17. a) Kîjan çetinayî pêşda hat orta Korintiyada? b) Pawlos ça ew çetinayî safî kir, û ew serhatî çi me hîn dike derheqa safîkirinên meriva?

16 Were meseleke ji Kitêba Pîroz şêwir kin, ku çira em gerekê qedirê azaya bijartina xûşk-birên xwe bigirin. Mesîhî Korintêda hevra diketine dewê, hela îzin e bixwin goştê ku dibeke pûtara qurban dikirin û paşê bazarêda difrotin. Hinek usa difikirîn: “Pût pûç in, lema ewî goştî dikarin bi îsafa temiz bixwin”. Lê hinekên ku pêşda pût dihebandin, difikirîn hergê ewî goştî bixwin, ew dikare bê hesabê pûtparistî (1 Korn. 8:4, 7). Ew pirseke usa bû, ku dikaribû edilaya orta xûşk-birên civatêda xirab kira.

17 Pêşiyê Pawlos anî bîra Mesîhiya, wekî xwarin wana nêzîkî Xwedê nake (1 Korn. 8:8). Paşê ewî wanra got ku fesal bin, wekî azaya wan nebe “kevirek li ber nigê sista” (1 Korn. 8:9). Pawlos şîret da wan îsafa kîjana sist bû, wekî sûcdar nekin wî, kê goştê wî cûreyî dixwe (1 Korn. 10:25, 29, 30). Em divînin wekî pirsên ferz derheqa hebandinê û xizmetiyê, her Mesîhî gerekê bi îsafa xwe safî ke. Îlahî çaxê xûşk-bira tiştên neferz safî dikin, gerekê qedirê safîkirinên wan bigirin (1 Korn. 10:32, 33).

18. Hûn ça dikarin bidine kifşê wekî azaya xweye bijartinê qîmet dikin?

18 Yehowa azaya bijartinê ça pêşkêş daye me (2 Korn. 3:17). Em gelek qîmet dikin evê pêşkêşê, çimkî bi saya vê em dikarin safîkirinên usa bikin, kîjan ku didine kifşê ku em Yehowa hiz dikin. Were em timê razî bin seva vê pêşkêşê, û bidine xebatê seva Xwedê rûmet kin û qedirê bijartin û safîkirinên meriva bigirin.