Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ewana bi Rezedilî Xizmet Dikin

Ewana bi Rezedilî Xizmet Dikin

GELEK xûşkên azep xizmet dikin wan welatada kîderê ku hewcetî heye. Hinek ji wan, bi deha sala xizmet dikin welatên xerîbda. Lê gelo çi alî wan kir, wekî wana gelek sal pêşda safî kirin, ku derbazî welatê xerîb bin? Wedê xizmetiya wan welatada, ewana çi xwera hîn bûn? Ça emirê wan hate guhastinê? Me ji wan çend xûşka întêrviyû hilda. Hergê tu xûşkeke azep î, û tu gelek dixwazî wekî mîna wan xizmet kî û şabûnê bistînî, ew întêrviyû dikarin karê bidine te. Bi rastiyê, her kes ji me dikare ji serhatiya wan karê bistîne.

ÎDA DUDILÎ NÎBÛN

Anîta

Hergê tu xûşkeke azep î, dibeke tu fikirîyî hela tuyê bi rastiyê bikaribî welatê xerîbda ça pêşeng xizmet kî yan na. Anîta, ku niha 75 salî ye, dudilî bû ku wê bikaribe xizmet ke welatê xerîbda. Ew Înglîstanêda mezin bû û li wêderê 18 saliya xweda ça pêşeng xizmet dikir. Ew dibêje: “Min gelek hiz dikir derheqa Yehowa meriva hîn kim, lê min tu car ne jî bawer dikir, wekî ezê bikaribim xizmet kim welatê xerîbda. Ez qe zimanê xerîb hîn nebibûm û ez difikirîm wekî ezê ne jî bikaribim hîn bim. Lema ez gelek ecêbmayî mam, çaxê min teglîfî Mekteba Gîled kirin. Min bawer nedikir wekî merivê mîna min wê teglîfkirineke usa bistîne. Lê yeke min xwera got, ‘Hergê Yehowa difikire ku ez dikarim, çi jî hebe ezê bikim’. Ew yek 50 sala pêşda qewimî. Heta niha ez Japonyayêda ça mîsyonêr xizmet dikim”. Anîta zêde dike: “Bi çevên çûrisî cara ez xûşkên cahilra dibêjim: ‘Hergê hûn dixwazin rêwîtiya gelek hewas, de çentê xwe hildin û tevî min werin’. Ez şa me wekî geleka hema usa jî kirin”.

HAZIR IN EW GAV BAVÊJIN

Gelek xûşk yên ku xizmet dikin welatên xerîbda, pêşiyê dudilî dibûn hela derbaz bin welatê xerîbda yan na. Lê gelo çi wana hêlan kir nêta usa daynin pêşiya xwe?

Maûrîn

Maûrîn ku niha 64 salî ye gilî dike: “Cahiltiyêda min gelek dixwest wekî emirê xwe rast derbaz kim û alî meriva bikim”. Çaxê Maûrîn bû 20 salî, ew derbazî Kwêbêk bû (Kanada), kîderê ku hê zêde pêşeng lazim bûn. Ew dibêje: “Paşê min teglîfî Mekteba Gîled kirin, lê ez ditirsiyam wekî ezê herim ciyê nenas û xerîb, bêy hevalên xwe. Ez usa jî berxwe diketim ku diya xwe dihêlim, kîjan ku miqatî bavê minî nexweş dibû. Gelek şev min bi hêsira Yehowara dua dikir bona çûyîna xwe. Çaxê min tevî dê-bavê xwe xeberda derheqa xemên xwe, ewana min şîret kirin wekî ez herime Gîledê. Min usa jî didît wekî civatêda xûşk-bira ça bi hizkirin alî dê-bavê min dikirin. Çaxê min destê Yehowa didît, ez qe dudilî nedibûm wekî ew wê alî min bike û miqatî min be. Wî wedeyî ez îda hazir bûm wekî herim!” Destpêka sala 1979, Maûrîn ça mîsyonêr 30 sala zêdetir xizmet dikir Afrîkaya Rohilatêda. Îro, ew Kanadayêda miqatî diya xwe dibe, û hin jî ça pêşengê mexsûs xizmet dike. Çaxê ew tîne bîra xwe xizmetiya xwe welatê xerîbda, ew dibêje: “Yehowa timê dida min vê yekê çi ku minra lazim bû û kengê lazim bû”.

Wêndî

Wêndî, ku niha 65 salî ye, çaxê 14 salî bû destpêkir ça pêşeng xizmet ke Avstralyayêda. Ew tîne bîra xwe: “Ez gelek şermoke bûm û minra çetin bû tevî merivên nenas xeber dim. Lê çaxê ez bûme pêşeng, ez hîn bûm wekî tevî cûre-cûre meriva xeber dim, û lema min îda hêsa tevî meriva xeber dida. Ez usa jî hîn bûme ku îtbariya xwe Yehowa bînim, û îda minra çetin nîbû herim welatê xerîbda xizmet kim. Usa jî xûşkeke azep, kîjan ku berê 30 sala zêdetir ça mîsyonêr Japonyayêda xizmet dikir, min teglîf kir wekî tevî wê herim ser sê meha wêderê xizmet kim. Çaxê min tevî wê xizmet dikir, ez hêlan bûm wekî welatê xerîbda xizmet kim”. Sala 1986-da, Wêndî derbazî Vanûatû bû, kîjan ku ji Avstralya rohilatê 1 770 km dûr e.

Wêndî heta niha Vanûatûyêda ye û xizmet dike ofîsa welgerandinêda. Ew dibêje: “Çaxê ez divînim wekî ça kom û civatên teze saz bûn ciyên ku ji şeher dûr in, ez gelek şa dibim. Bona min qedirekî gelek mezin e, wekî ez wan giravada jî dikarim şixulê Yehowa pêşda bivim”.

Kûmîko (ortêda)

Kûmîko, ku niha 65 salî ye, xizmet dikir ça pêşengê mexsûs Japonyayêda. Paşê hevala wê jêra got wekî herin derbazî Nepalê bin. Kûmîko dibêje: “Ewê timê minra digot wekî em derbaz bin, lê ez dîsa jî qayîl nedibûm. Ez berxwe diketim wekî ez gerekê zimanê teze hîn bim û gerekê hînî tiştên teze bim. Usa jî nehêsa bû pera destxim, seva ku derbazî welatê xerîb bim. Wî wedeyî çaxê min derheqa wan tişta xem dikir, ez ketime avariyê û ez birime nexweşxanê. Wêderê ez difikirîm: ‘Kê zane paşê dîsa wê çi bê serê min? Dibeke ez nexweşiya giran kevim û îda nikaribim welatê xerîbda xizmet kim. Lema jî wê baş be wekî ez hema salekê xizmet kim welatê xerîbda’. Min bi kela dilê xwe dua dikir Yehowara ku alî min bike, wekî ez safîkirina rast bikim”. Çaxê Kûmîko derket ji nexweşxanê, ew ser wedekî kin çû Nepalê. Û paşê jî ew tevî heval-xizmetkarê xwe ku pêşeng bû, îda derbazî wî welatî bû.

Çaxê Kûmîko dike bîra xwe deh salên xweye derbazbûyî ku ewê xizmet dikir Nepalêda, ew dibêje: “Ew çetinayên derheqa çi jî ez berxwe diketim, derbaz bûn, çawa Îsraêlî Bera Sorra derbaz bûn. Ez gelek şa me ku min xizmet dikir wî welatîda kîderê ku hewcetî hebû. Gelek car çaxê ez malbetekêda derheqa mizgîniya ji Kitêba Pîroz gilî dikim, hingê pênc yan şeş cînar jî tên û tevî me dibin, wekî ewana jî guhê xwe bidine me. Hela hê zara jî ji min hîvî dikirin, wekî belavoka derheqa Kitêba Pîroz bidime wan. Ez gelek şabûnê distînim, wekî xizmet dikim wê têrîtoryayêda ku meriv dibihên”.

SAFÎKIRINA ÇETINAYA

Ecêbmayî nîne wekî ew xûşkên mêrxas rastî çetinaya jî hatin. Lê gelo ça wana ew çetinayî derbaz kirin?

Dîan

Dîan ku ji Kanadayê ye, dibêje: “Pêşiyê, minra çetin bû ku ez ji malbeta xwe gelek dûr bûm”. Niha ew 62 salî ye, ewê 20 sala xizmet dikir ça mîsyonêr Kot Dêvûarêda. Ew gilî dike: “Min Yehowara dua dikir, wekî ew alî min bike seva ez ewê cimetê hiz bikim, kîderê ku ez xizmet dikim. Dersdarekî ji Mekteba Gîledê, Cêk Rêdford, mera got ku çaxê em halê meriva bivînin têrîtorya xweda, pêşiyê dibeke tevhev bin, û hela hê ecêbmayî jî bimînin, îlahî çaxê kesîbbûnê bivînin. Lê paşê ewî got: ‘Dîna xwe nedin ku ewana kesîb in. Dîna xwe bidin, wekî ewana çi texmîn dikin çaxê rastiyên ji Kitêba Pîroz pêdihesin’. Min hema usa jî kir, û ewê yekê keremeke mezin minra anî! Çaxê min mizgîniya derheqa Padşatiyê merivara gilî dikir, min didît, wekî çevê wana ça diçûrisin!” Lê dîsa çi alî Dîan kir, wekî hînî xizmetiya welatê xerîbda be? “Heleqetiya min tevî wan, kê jî min Kitêba Pîroz hîn dikir, qewî bû û ez gelek şa dibûm çaxê min didît wekî ewana ça dibine xizmetkarên Yehowayî amin. Mîsyonêrtî bona min bû ça mal. Min dê û bav, xûşk û birên ruhanî qazanc kir, ça ku Îsa soz da” (Marq. 10:29, 30).

An, ku niha 46 salî ye, Asyayêda xizmet dike, kîderê ku şixulê me qedexekirî ye. Ew gilî dike: “Nava gelek salada min welatê xerîbda cûre-cûre ciyada xizmet dikir, û ez tevî xûşka dimam, yên ku ji cûre-cûre mileta bûn û xeysettda jî cûre-cûre bûn. Cara, ji bo vê yekê me hev fem nedikir û dilê hevdu diêşand. Çaxê usa diqewimî, min hemû tişt dikir ku diha nêzîkî wan bim, seva hê rind fem bikim kûltûra wan. Usa jî ez hîn bûm, wekî hê bi hizkirin bim tevî wan û wana fem bikim. Ez gelek şa me, wekî ew yek berên baş anî û min hevalên nêzîk xwera dît, kîjan ku alî min kirin wekî ez kifşkirina xweda bimînim”.

Ûtê

Ûtê ji Almanyayê, ku niha 53 salî ye, sala 1993 hate kifşkirinê ça mîsyonêr Madageskarêda. Ew gilî dike: “Pêşiyê, minra çetin bû, wekî zimanê teze hîn bim, usa jî hînî hewayê bim, û xwe ji nexweşiya malerîa, amoêba û kurmên parasît xwey kim. Lê min alîkariya gelek mezin stand. Xûşkên wê mihalêda, zarên wan û ew merivên kê jî min Kitêba Pîroz hîn dikir, bi sebir alî min kirin, wekî ziman hîn bin. Heval-xizmetkarê min dil-eşq miqatî min dibû çaxê ez nexweş diketim. Lê lap zef Yehowa alî min kir. Min timê duada dilê xwe jêra vedikir. Paşê, ez hîviya caba duayên xwe dibûm, cara çend roja, cara jî bi meha hîviyê bûm. Bi rastiyê Yehowa her çetinayê min safî kir”. Îda 23 sal e ku Ûtê xizmet dike Madageskarêda.

JÎYÎN KU BI KEREMA TIJE YE

Mîna wan xûşk-bira yên ku xizmet dikin ciyên ku hewcetî heye, xûşkên azep jî yên ku welatê xerîbda xizmet dikin dibêjin wekî ew xizmetkirin gelek kerema tîne. Lê gelo wana çi kerem standin?

Hîdê

Hîdê, ji Almanyayê, ku niha 73 salî ye, ji sala 1968 Kot Dêvûarêda mîsyonêr e. Ew gilî dike: “Şabûneke mine mezin ew e, wekî ez divînim ku çawa zarên mine ruhanî ‘berdewam dikin ser riya rastiyê diçin’. Hinek ji wan kîjana ku min Kitêba Pîroz hîn dikir, niha pêşeng û rûspî ne. Gelek ji wan min nav dikin Dayê yan jî Pîrkê. Yek ji wan rûspiya, tevî jina xwe û zarên xwe, min hesab dikin ça neferê mala xwe. Dêmek, Yehowa minra daye kur, bûk, û sê nebî” (3 Yûhn. 4).

Karên (ortêda)

Karên ji Kanadayê, ku niha 72 salî ye, 20 sala zêdetir xizmet dikir Afrîkaya Rohlatêda. Ew dibêje: “Xizmetiya mîsyonêrtî min hîn kir, wekî ez hê zêde bikim bona şixulê Xwedê, bi hizkirin û bi sebir bim. Usa jî, ez hê hêsa meriva fem dikim, çimkî min tevî xûşk-birên ji cûre-cûre mileta hevkarî dikir. Min fem kir, wekî gelek tişta ez dikarim bi cûrekî mayîn jî bikim. Û çiqas keremeke baş e, wekî niha hevalên min hene, yên ku ji cûre-cûre welata ne. Rast e emirê me û kifşkirinên me têne guhastin, lê yeke hevaltî dimîne”.

Margarêt, ji Înglîstanê, ku niha 79 salî ye, Laosêda ça mîsyonêr xizmet dikir. Ew dibêje: “Ya pêşin, xizmetkirina welatê xerîbda çevê min vekir, ku Yehowa ça hemû mileta nêzîkî teşkîleta xwe dike. Ew yek baweriya min gelek qewî kir. Ez hê qayîm îtbariya xwe Yehowa tînim, wekî ew rêberiya teşkîleta xwe dike û ku ew wê qirara xwe bîne sêrî”.

Belê, xûşkên azep ku welatê xerîbda xizmet dikin, şixulekî mezin dikin bona şixulê Xwedê. Ewana rastî jî hêjayî paya ne (Hakim. 11:40). Hejmara wan hê zêde dibe, û ew yek gelek baş e (Zeb. 68:11). Lê hûn dikarin dereca xwe biguhêzin, û çev bidine wan xûşkên xîret yên ku întêrviyû da? Hergê hûn usa bikin, hûnê ese “tem kin û bizanibin ku Xudan ça qenc e!” (Zeb. 34:8)